Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qehwexaneya Kewê yek ji kevneşopiyên Amûdê ye

14/07/2024
in Uncategorized
A A
Qehwexaneya Kewê yek ji kevneşopiyên Amûdê ye
Share on FacebookShare on Twitter

 Ronaz Silêman/Qamişlo

Qehwexaneya Kewê ya Amûdê taybetmendiyeke wê ya cûda ji qehwexaneyên din heye, ev qehwexane avahiyeke ku bi heriyê di sala 1954`an de ji aliyê Mihemedê Kewê ve hatiye avakirin û heya niha ji aliyê kurê wî ve tê parastin. Ebdulqadir kurê Mihemedê Kewê diyar kir ku Qehwexane yek ji kevnareyên civaka Amûdê ye

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek qehwexane hatine avakirin, her qehwexaneyek taybetmendiyeke wê ya cûda heye û yê bêtir berê xwe didin van qehwexaneyan kal û ciwanin. Her mirov ji bo bêhnvedan û dîtina dos û hevalên xwe berê xwe didin qehwexaneyan. Di heman demê de yek ji kevneşopiyên civakê yên herêmê rûniştina mêran li qehwexaneyê û yek ji qehwexaneyên navdar Qehwexaneya Kewê ya bajarê Amûdê ye.

Qehwexaneya Kewê cihê vegotina çîrokan e

Qehwexaneya Kewê bala her mirovekî ku li pêşiya wê dimeşa dikşîne, ji ber avahiyeke kevne, ji herî, text, deriyên hesinî û pencereyên textî hatiye avakirin. Ev qehwexane ji aliyê Mihemed Kewê ve hatiye avakirin. Beriya ku Mihemed vê qehwexaneyê ava bike, cihê 2 dikanên biçûk yên ji herî bû, lê kewê ev veguherand qehwexane û mezin kir. Niha ev qehwexane ne tenê li Amûdê navdare lê li herêmê giştî bi cihê kevnar e tê naskirin. Di heman demê de Qehwexaneya Kewê ji qehwexaneyên gelêrî yê mîrasî ye. Dîroka avakirina qehwexaneyê heta sala 1954`an diçe. Lê Qehwexaneya Kewê piranî mêrên bi temen mezin dema xwe axaftin û lîstina bi kaxezan derbas dikin, an jî çîrokan vedibêjin.

 Xweşbûna Qehwexaneyê Kewê neguhertina şêwazê wê ye

Cihê rûniştina mêvanên qehwexaneyê di havîn û zivistanê de tê guhartin. Di havîn de cihê rûniştinê li parka qehwexaneyê ye û di zivistanê de ode heye. Mase û kursiyên biçûk ên ji text hatine çêkirin hatin raxistin, lê niha ji hesin in. Herwiha cudabûn û xweşbûna vê qehwexaneyê ew e ku ji dema avakirina qehwexane û heta niha ve tu tişt jê nehatiye guhartin. Qehwexaneya Kewê yek ji kevnareyên civaka bajarê Amûdê ye.

Derbarê Qehwexaneya Kewê ya Amûdê de xwediyê Qehwexaneyê Ebdulqadir Kewê ji rojnameya me re axivî.

Ebdulqadir kurê Mihemedê Kewê diyar kir ku ev nêzî 70 salî ev qehwexane hatiye avakirin û wiha got: “Di bajarê Amûdê de ev qehwexane navdare û kevnare, her wiha ji bajarê Amûdê re bûye dîrokek. Tevî di van salên dûr û dirêj yên avabûna wê de gelek qehwexaneyên nû bi rengê nû hatine avakirin, lê em qehwexaneya xwe naguherin ji ber xweşbûna wê di vê şêwazê wê de ye. Qehwexaneya Kewê cihê rehetiya kal û ciwana ye, kal û ciwan di hundirê qehwexaneyê de qehwê, çayê, zihurat, niskafê û kemûn vedixun, him jî bi kaxezan dilîzin.

 ‘Em ê kevnareya bavê xwe biparêzin’

Ebdulqadir Kewê axaftina xwe wiha qedand: “Niha di qehwexaneyê birayê min û kurê min bi min re kar dikin. Navlêkirina qehwexaneyê bi navê Kewê ew ku navê dapîra me Kewê bû. Astengiyên ku em dibînin ew ku gaz û elektirîk peyda nabe. Lê bi her rengî em ê vê kevnareya bavê xwe biparêzin.”

‘Dîroka bav û kalên me bi bîr tên’

Di heman mijarê de Mêvanekî qehwexaneyê yê bi navê Ferhan Emikê diyar kir ku ev qehwexane ji bo wî cihê rehtiyê ye û wiha got: “Em rojane berê xwe didin vê qehwexaneyê ji ber ev qehwexane ne mîha hemû qehwexaneya ne, di vê qehwexaneyê de dîroka bav û kalên me bi bîr tên.”

Post Views: 109
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.