Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bexçeyê  Azadî bûye cihê rehetiya gel ya deronî

14/07/2024
in Uncategorized
A A
Bexçeyê  Azadî bûye cihê rehetiya gel ya deronî
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Rêveberê bexçeyê  Azadî Elî Elî diyar kir ku bexçeyê  Azadî bûye cihê rehetiya gel ya deronî û wiha got: “Em bi hêvî ne ku gelê me bibe alîkar û ekolojiya bajêr biparêzin, ji ber ku xweza û ekolojî bingeha jiyana mirove.”

Di 1`ê Mijdara 2022`an pirojeya avakirina bexçeyê  Azadî hat destpêkirin, her wiha di sal û mehekê de  gulîstan ji hemû aliyan ve hat hazirkirin û vekirina wê kete rojeke taybet ji bo tevahiya gelên herêmê. Di roja 27’ê Mijdarê, salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê de gulîstan hat vekirin û navê Azadî lê hat kirin. Bexçeyê  Azadî di nava xwe de stadiyûmên fotbool, basketbol, voleybol, avjenîgeh û hola werzîşê ya bedenî, dihewîne. Di bexçeyê  Azadî de gelek beş hene ew jî wiha ne;Beşê sporê, beşê vesihandin, beşê çalakiyan, beşê rêveberiyê, beşê ewlekariyê, beşê çandiniyê û beşê darayî.

Derbarê bexçeyê  Azadî de, rêveberê wê Elî Elî ji Rojnemeya me re axivî.

Pirojeya avakirina bexçeyê  Azadî

Elî Elî balkişand ser fikira avakirina bexçeyê  Azadî û wiha got: “Di destpêkê de fikra avakirinê tenê stadyûmên lîstikên werzîşê yên cûr bi cûr bû. Armanca vê pirojê ew bû ku em ciwanên di kolanan de û ne bi rêxistin kirî ne, kombikin, fêrî tiştên baş bibin û bên birêxstinkirin. Lê me pêwîstî dît ku em gulîsaneke mizin ava bikin û bibe cihê kef, behinvedan û rehetiyê ji gel re. Li ser vê bingehê me ji 1`ê Mijdara 2022`an de pirojeya avakirina bexçeyê  Azadî da destpêkirin. Di destpêka pirojeyê de, bingeh jêre hat dayîn, êdî dar hatin çandin, pirojeyê dewam kir û di dema avakirinê de ti pirsgirêk derneketin. Her wiha di sal û mehekê de gulîstan ji hemû aliyan ve hat hazirkirin û di 27 Mijdara 2023’an de, di rojeke taybet de hat vekirin, ew roj jî salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê bû. Navê azadî lê hat kirin û ev gav ji bo gel bû cihê kêfxweşiyeke mezin.”

Beşên bexçeyê  Azadî

-Beşê sporê: Stadiyûmên fotbool, basketbol, voleybol, avjenîgeh û hola werzîşê ya bedenî.

-Beşê Terfîhî: Ev beş cihê bihinvedanê û rehetiyê ye, leystok ji bo zarok û mezinan hene, dar û cihê rûniştinê hene da ku malbat li hev kom bibin û rojekî xweş bi hevre derbas bikin. her wiha xwaringiha Qamişlo di hindirê gulîsana Azadî de heye , lê ew xwaringeh teslîmî kesekî hatiye kirin, yanî kirê, di bin sîwan û sîstema bexçeyê  Azadî de tevdigere.

-Beşê çalakiyan: Dikeya şahiyan jî di hidirê bexçeyê  Azadî heye ku her bîranînek yan jî şahiyên ji bo rojên taybet li wir tê li dar xistin, her wiha berê cihekî taybet ji bo şahiyan tune bûn, lê niha ev dikeya bexçeyê  Azadî ji bo her şahiyekiyan e û di heman demê de gel bi coşekî mezin tevlî dibin.

-Beşê Rêveberiyê: Di hindirê bexçeyê  Azadî de nêzî 90 kes hene ku parastina wê dikin ji aliyê paqijiyê de yan jî tevger û displînê ve, êdî bexçeyê  Azadî ji bo gelek kesan bû alîkar da ku kar bikin û debare jiyana xwe bikin. Her wiha beşê Rêveberiyê, dîwan, maliyê, xweser, arşîf û 2 kes jî bi taybet li ser beşê werzîşê disekinin û birêvedibin, niha jî 4 dibistanên gokê eqid bi stadiyûma Azadî re çêkirine da ku zarokan perwerde bikin.

-Beşê Ewlekariyê: Bexçeyê  Azadî bi ferehî û mezinbûna xwe tê nasîn û di heman demê de gel jî pir lê kom dibin, ji ber vê yekê beşê ewlekariyê girînge. Armanca sereke ji bexçeyê  Azadî ne qezenceke madî ye, lê belê ji bo parastina xweşikbûn û xwezayê ye. Eger ewlekarî di gulîstanê de nebe wê gelek pirsgirêk û bandorkirina li ser ekolojiyê were kirin. Lê bi avakirina girûpên ewlekariyê gel bi baldarî xwe bi rêxistin dikin. Ew bi xwe parastina derdora xwe dikin. Di heman demê de beşê paqijiyê jî di hundirê bexçeyê  Azadî de heye. Ew bi erkê paqijiya gulîstanê radibin û dihêlin ku kesên li gulîstanê jî li ser paqijyê balder bin.

– Beşê Çandiniyê: Ji bo çandina daran û gulan, di heman demê de ji parastina xwazayî, komek ji pesporên çandiniyê hene, ew jî bi dar û gulên di gulîstanê de mijul dibin, heta niha gelek darên fêkiyan hatine çandin û di demên pêş de wê gel fêkiyan di bexçeyê  Azadî bixwe.

-Beşê darayî: Di gulîstanekê wiha mezin de ku di hindirê wê de lîstok, xwaringeh û dikan hene, wê demê kirîn wê were çêkirin, lê bihayên wê ne di wê asta bilind de ne, li gor gel hatiye dayîn. Mînek her kertek yên lîstokan nirxê wê 5 hezar lêriyên surî ne. Her wiha ev pere jî vedigre gulîstanê, ji ber ku gelek parastin jê re pêwîste û her heftî amûrên ku xirab dibin, bi van pereyan tên çeksazkirin.

Astengî û zehmetî

Elî balkişand ser zehmetî û astengiyên ku li gulîstanê derdikevin, herwiha çareseriya wê û wiha got: “Di milê kontolkirina hin xortan de em zehmetiyê dikşînin, ji ber vê yekê em hewl didin ku em van pirsgirêkan çareser bikin û emê di demekê nîz de bendê kontirolkirinê li ser riya bexçeyê  azadî deynin. Di heman demê de runiştina li ser riya bexçeyê  Azadî wê were qedexekirin, ji ber ne taybetmendiyeke raste.”

 Parastina îkolojîk girînge

Rêveberê gulstana Azadî Elî Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Beşek ji bexçeyê  Azadî hîn ne hatiya avakirin, her wiha gelek pêşinyarî hene, lê pêşinyare ku herî zêde me girîngî dayê de Mole, me dixwest ku em Molekî mezin di hindirê bexçeyê  Azadî de avabikin da ku gel were hem behinvedanê û kêfê û di heman demê de were Molê tiştên pêwîst bikirin. Her wiha em bi hêvî ne ku gelê me bi me re bibe alîkar û îkolojiya bajêr biparêzin, ji ber ku xweza û îkolojî bingiha jiyane mirove.”

Post Views: 142
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.