Birûc Resûl/Qamişlo
Endama Partiya Yekîtiya Demokiratîk Arîfa Bekir diyar kir ku pêwîste gelên li herêmên dagirkirî jiyana koletî û zorê qebûl nekin, herwiha daxwaza xeta demukiratîk a Rêveberiya Xweser bikin û bi hêzên QSD`ê re bibin yek, ji ber ku ev çareserî ye.
Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dewleta Tirk ji tevahiya cîhanê çeteyên tûndrew kom kirin û derbasî axa Sûriyê kir. Erdogan xwest bi vê yekê Sûriyê bi giştî di riya çeteyan de dagir bike û gelên resen qir bike. Lê piştî têkçûna çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk, Tirkiyê bi xwe êriş kir û artêşa xwe derbasî axa Sûriyê kir, her wiha gelek herêmên Sûriyê dagir kir. Piştî derbasbûna 13 salan û qedandina berjewndiyên wê, Tirkiyê di dema niha de dixwaze çeteyan bi riya bazarê radestî hikumeta Şamê bike û bi hikumeta Şamê re têkilyan ji nû ve ava bike.
Di vê çarçoveyê de Endama Partiya Yekîtiya Demokiratîk PYD’ê Arîfa Bekir ji Rojnameya me re axivî.
Arîfa Bekir axivî û wiha got: “Ji destpêka şoreşa Rojava û heya roja îro alozî û rewşekî pir giran li ser gel tê meşandin, bi taybet li herêmên dagirkirî wek Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî, Ezaz û Bab heya roja me ya îro zerarekî pir mezin li ser wan tê kirin. Her wiha em dibînin ku çawa gel ji herêm û warê xwe bi darê zorê rastî koçberkirin, revandin, tecawizkirin û kuştinê jî tên. Di heman demê de gelek sozên dewleta Tirk a dagirker ji van hêzên dijber re hebûn û her dixwest tevlîhevî di nava suriyê de çêbike. Ji ber vê yekê ji 2011`an ve û heya roja îro şoreşa Rojava û tevahî suriyê rastî gelek êşan hat. Şoreşa Rojava şoreşa gel e, her wiha gel pê rabû ji ber ku xwestekên wan hebûn û ji bo sîstemeke Demokiratîk rabûn ser piyan. Wekî ku me anî ziman dewleta Tirk a dagirker sozek dabû van hêzên dijber û çeteyan ku piştgiriya wan bike. Lî ev hemû xapandin bû, ji bo berjewandiyên xwe ew bi karanîn.”
Li herêmên dagirkirî tevlîhevî zêde dibin
Arîfa di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em dibînin ku di vê dema dawî de ku dewleta tirk a dagirker dixwaze lihvkirina xwe bi hikumeta Şamê re bîne û planên xwe yên nû pêk bîne, her wiha lihevkirina dewleta Titk a dagirker bi hikumeta Şamê re hat kirin ku dewleta dagirker a Tirk ji herêmên dagirkirî vekişe û ji Suriyê derkeve. Ji ber vê yekê tevlîheviyek pir mezin di navbera hêzên dijber û Tirkiyê de li herêmên dagirkirî çêbû. Hêzên dijber dibêjin: “Erdogan em firotin” ji ber vê yekê neqebûl kirin û nerazîbûnek mezin ji vê biryarê re hat kirin. Êdî li herêmên dagirkereî serhildan hat destpêkirin, çete hemû rabûn li ser piyan û li hemberî Tirkiyê rawistiyan. Her wiha dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê pir sûcên dijmirovî pêk anîn, herêm talan kirin û şewitandina dar û daristanan, revandin, dizî û kuştin. Yanê kiryarên li dijî mirovahiyê li wan herêman pêk anîn.”
Bêdengiya dewletên Navnetewî
Arîfa Bekir bal kişand ser wê yekê ku di demeke nêz de serweriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi dawî bibin û wiha got: “Ji sala 2011`an ve, dewleta Tirk a dagirker û kiryarên wê yên dijmirovî û bê axlaqî ku gelek sûc di herêmên dagirkirî de pêk anî û derveyî zagonên navnetewî ne. Her wiha ev kiryar li ber çavê hemû cîhanê têne kirin û bêdengiya rêxistinên navnetewî dide xuyakirin ku ev sûcên dewleta Tirk rawa û qebûl dike, ji ber ku kesên çavê xwe ji van sûc û kiryaran bigire tê wateya hevkariya wê, ev jî dide xuyakirin ku bêdengiya rêxistinên navnetewî qebûlkirina van sûca ne. Pêwîste ku dewleta Tirk ya dagirker bi van sûcên dijmirovî di dadgihên navnetewîde were dadgihkirin. Wekî tê zanîn ku îro dîsa gel li ser piyane û li qadan e, em bi hêvîne ku êdî dawiya dagirkeriyê were û ji herêmên me werin derxistin. Her wiha ev serhildan pêwîste bibe xete çareseriyê û mafê her malbatekî ku ji mal û warê xwe bi darêzorê hatine derxistin, bi dest were xistin û xwestekên wan were bi cih kirin.
QSD`ê û Rêveberiya xweser çareseriya jiyaneke demokiratîk e
Endama Partiya Yekîtya Demokiratîk (PYD) Arîfa Bekir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêwîste êdî gelên li herêmên dagirkirî jiyana koletî û zorê qebûl nekin û daxwaza xeta demokiratîk a Rêveberiya xweser bikin û bi hêzên QSD`ê re bibin yek, ji ber ku ev çareseriye. Her wiha pêwîste di sîstema Suriyayê de guhertineke mezin a çareseriyê pêkwere û ev çareserî jî ew e ku destê xwe bidin QSD`ê. Ji ber ji destpêka şoreşê û aloziya Suriyê ti kes çareserî bi xwe re na anî, tenê sîstema Rêveberiya Xweser ya demokratîk û QSD`ê bû cihê çareseriyê û demokrasiyê.”