Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Her giya li ser kokê xwe şîn tê!

14/07/2024
in Uncategorized
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Xebatên propagandatîf  ên dewleta Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne li ser yek mijarê, yan jî li ser yek gelî û ji bo demekê tên meşandin. Heta di wê astê de ye ku her lawaziya me, ji aliyê rêveberiyê be, ji aliyê asayişê ve be, ji aliyê xizmetguzarî û şaredariyê ve be hin caran bêyî ku pergala şerê taybet rasterast beralî bike dikeve xizmeta faşîzma Tirk. Mînak par-pêrar bihayê mazot û benzinê bê qontrol hate zêdekirin. Bû qir û qiyamet. Mesele ne ew e ku em dubare wê mijarê nîqaş bikin, bêjin yan biryarên Rêveberiyê şaş bûn yan jî nerazîbûnên gel şaş bûn, zêde bûn. Lê belê dema ku ew encama derketiye holê digirin dest, sedem çi dibe bila bibe wêneyekî propagandaya li dijî Rêveberiya Xweser tê pêş çavên me. Jixwe dewleta dagirker a Tirk jî dixwaze di nava gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wê meylê belav bike: “lê binêrin ev rêveberî nikare we bi rêve bibe, gaz û petrol li welatê we derdikeve lê hê jî benzina we tine. Ma bi ku de diçe evqas petrol?”.

Tê gotin li Bakur û Rojhilatê Sûrî bihayê benzîn û mazotê, di halê hazir de gelekî ji welatên dewlemendên petrolê yên Ereb kêmtir e. Yanî wekî xuya ye mesele ne tenê zêdekirina wî bihayê bû yan jî ne tenê nerehetiya gel e. Ji ber ku pergala dagirkeriyê toreke wisa ya propagandaya dijber ava kiriye, kêmasî û nehişyariyeke me ya herî biçûk, çi ji aliyê rêveberiyê dibe û çi ji aliyê gel dibe neyekser jî be dikeve xizmeta şerê propagandatîf ê neviyên Osmaniyên nû.

Vê xizmetê kî ji neviyên Jon Turkên ku Şêx Abdulselam Barzanî îdam kirine re dike?

Deng û rengê PDK!

Balkêş e, heta ku PDK’ê ala xiyanetê berz ranekir û deriyê çiyayên Zagros ku artêşên Îskender jî lê terpilîbû li artêşa neviyên Turaniyan venekir, ti kesî nedikarî ku bi xweşikî û bêhnfirehî rexne li Rûdaw, K24 û hwd. bigirin. Lê hezar mixabin e ku ew Rûdawa bi nav (!) û deng û dilbixwîn ku ji aliyê komara Tirk ve hatiye avakirin,  yek ji van lingên propagandaya reşkirinê ye. Ev ne îdîa yan jî îftirayek e. Di belgeyeke ku çavkaniya wê Enqere ye de derbas dibe; dibêje ‘divê em li Bakurê Iraqê televziyonekê ava bikin. Ku bi her awayê xebata Apociyan reş bike. Divê zimanê wê jî Kurdiya herêmê be (Soranî) be. Da ku gel li me guhdar bike.’ Ev belge di salên borî de di medyaya dijîtal de bi Tirkî hatibû weşandin. Dema ku em li ber ronahiya vê heqîqetê ji xwe re li ser weşana Rûdawê difikirin gelek tişt wekî tava li azman ronî dibe.

Ji beriya şerê emperyalîstan li ser Ûkraynayeyê bû. Koçberiya li ser sînorê Polonya û Belarûsyayê di rojevê de bû. Wekî tê zanîn bi dehezaran koçber li wê derê kom bibûn. Piraniya wan Kurdên ji Başûr bûn, kêm be jî yên ji Rojava jî hebûn. Rûdawê di bernameyeke xwe de hin koçberên jin ên ji Rojava dida axavtin. Qaşo dianîn ziman ku rewşa tendirustiyê û aboriyê li Rojava (Kobanê û Dêrik) çiqas ne baş e. Di belgeyên dewleta Tirk ku di dîrokên cuda de wekî talîmat çûne ber destê saziyên wan ên eleqadar de girîngiyeke mezin ji bo koçberkirina Kurdên Rojava heye. Di belgeyeke veşartî ya ji beriya salan eşkere bûye de tê gotin, “pêwîst e em herêmê, ji gel vale bikin. Divê em van kesan li Tirkiyê û bakurê Iraqê di kampan de bi cih bikin.” wekî tê zanîn jî ‘bakurê Iraqê’ Başurê Kurdistanê ye û di bin serweriya PDK’ê de ye. Yanî maneyê vê ew e ku kampên li Başûr ji bo penaberan hatine vekirin bi agahî û fînanseya dagirkeriya Tirk e.

Dîsa di demên derbas bûyî de hin bûyerên bi asayişê re eleqadar, di heman medyayê de tê bidestgirtin. Rastbûn yan jî nerastbûna van bûyeran li aliyekî bimîne, dema ku mirov tîne bîra xwe ku Rûdaw ji aliyê dewleta faşîst a Tirk ve hatiye avakirin armanca nûçeyên wisa tê fêmkirin. Armanc ew e ku saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser werin reşkirin, mejiyê gel şêlo bibe ku wisa bifikire “ma gelo me ji bo vê asayişa işkence li însanan dike evqas ked û xwêdan da?”.

Jixwe di belgeyên îstixbarî ku dewleta Tirk wekî talîmat ji sîxur û ajanên xwe re rêkirine de wisa dibêje; “li herêmê ji bo ku baweriya bi Rêveberiyê kêm bibe divê em nakokiyên hene bi kar bînin. Heta eger nakokî nebin jî pêwîst e em derxin, peyda bikin.”

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.