Amara Baran/ Qamişlo
Jin di hemû warên jiyanê de hebûna xwe diyar dikin. Dizaynera Kargeha Lîlît Nûrhan Abdullah, têkildarî kargeha Lîlît û kar û xebatên ku jin di kargehê de dimeşînin ji rojnameya me re axivî
Ger em bixwazin cil û bergên Kurdî di jiyana rojane de were bikaranîn, wek berê zindî bimîne û ji holê nerabe divê bi şêwazê nûjen were parastin û li gorî şert û mercên estetîk û sosyolojiya îroyîn were şêwe kirin. Cil û bergên Kurdî, taybetmendiya vê erdnîgariyê ye û ji aliyê kesên ku li ser vê erdnîgariyê dijîn ve hatiye dîzayn kirin û di dîrokê de cihê xwe girtiye.
‘Cil û bergên çanda Kurdî’
Nûrhan Abdullah, behsa armanca vekirina kargeha Lîlît kir û wiha got: “Ez li kargeha Lîlît dîzaynera cilan dikim, ez cilan dibirim û jinên din jî didirûn. Nêzî 7 sal in me ev kargeh vekiriye, armanca vekirina me ya kargehê, zindîkirina cil û bergên çanda Kurdî ye. Ji ber ku beriya niha tenê cil û bergên çanda Kurdî di cejna Newrozê û 8’ê Adarê de dihatin lixwekirin, lê di roja me ya îro de Kurd di hemû şahiyên xwe de cil û bergên Kurdî li xwe dikin. Beriya ku em kargeha xwe li bajarê Qamişloyê vekin, me li navçeya Amûdê kargeh vekiribû. Em hem ji bo Kurdan, hem jî ji bo pêkhateyên Suryan û Kurdên Êzidî cilan çêdikin.”
‘10 jin di kargehê de dixebitin’
Nûrhan Abdullah, diyar kir ku” gelek caran cilên ku çêdikin didin bi kirê û li sûkê difiroşin, em dixwazin dest bi projeyek nû bikin û dikanek parçeyên caw lê werin firotin vekin û wiha got: “Di kargehê de em 10 jin kar dikin, 5 ji me karê dirûtinê û 5 jin jî karên destan dikin. Em li vir cil û bergên çanda Kurdî, kiras, qemîs û cilên ku em çêdikin û didin dikanên li bazarê karê dirûtinê. Me projeyek daye pêşiya xwe ku em perçeyên caw ji derve bînin.
`gelek jin li kargehê fêrê dirûtinê dibin`
Nûrhan Abdullah got ku” gelek jin dewreyên dirûtinê li cem me dibînin û li gor îmkanên xwe li derve karê dirûtinê dikin. Her wiha ji bona ku her jinek aboriya xwe bi xwe bi dest bixe xwe fêrê dirûtina cilan dike, ji bona ku em biwan re bibin alîkar me dewreyên fêrbûna dirûtinê li ser asta du meh heyanî sê mehan vekir, dewrê dirûtinê li ser xwesteka kesên ku dixwazin fêrê dirûtinê bibin hatiye vekirin.
Nûrhan Abdullah di dawiya axaftina xwe de got ku: Beriya şoreşa Rojava jinan tu kar nedikir. Lê bi şoreşa Rojava re gelek jinan di nav kar û xebatan de cihê xwe girtin û ez bang li hemû jinan dikim ku bi xwe bawer bin, ji ber ku hêza her jinekî heye û heta ji destê wan tê bila bikevin nav kar û xebatan û aboriya xwe bixwe pêş bixin.