Monday, July 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCDK-E: Li dijî dagirkerî, xiyanet û qirkirinê rabin!

13/07/2024
in NÛÇE
A A
KCDK-E: Li dijî dagirkerî, xiyanet û qirkirinê rabin!
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

KCDK-E’yê li dijî êrişên topyekûn ên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta hevkar a PDK’ê banga berxwedana topyekûn kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdên li Ewropa (KCDK-E) de wiha hate gotin: “Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker a li ser Başûrê Kurdistanê, Şengal û qadên gerîla seferber bibin û li her derê çalakiyên protestoyî lidar bixin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku di êrişên topyekûn ên îmhayê yên li ser gelê Kurd de bi ser neket, ji bo tunekirina hemû destkeftiyên gelê Kurd di şer de israr dike.

Dewleta Tirk a qirker bi şirîkatiya hêzên hevkar û dewletên herêmê ev şer gihand qonaxeke nû. Ji bo vê yekê hemû hewldanên provakasyonê û derfet tên bikaranîn. Di van êrişan de ku bi piştgiriya tam a PDK’ê tê kirin, destkeftî û azadiya gelê Kurd tê hedefgirtin.

Başûr û Şengal di bin gefeke cidî de ne. Dewleta Tirk dixwaze Başûr û Şengalê dagir û îlhaq bike û weke li Efrînê ji qirkirinê re derbas bike. PDK weke milê kêlek a dewleta Tirk dixebite, ji dagirkeriyê re zemîn amade dike û ji bo vê yekê hemû derfetên xwe seferber kiriye.

Sewqiyata leşkerî ya giran ku li Başûrê Kurdistanê tê kirin, bi piştgiriya PDK’ê dewam dike. PDK’ê rêyên fermî ji artêşa Tirk a dagirker re vekir û kontrol bi temamî ji artêşa Tirk re hiştiye. Dewleta Tirk bi berfirehkirina êrişên dagirkeriyê, dixwaze îdareya Başûrê Kurdistanê bixe bin destê xwe.

Hikûmeta Iraqê li şûna ku li hember ferzkirinên dewleta Tirk helwesteke bigire, tevlî polîtîkayên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk bûye. Ev hevkarî ku gef li pêşeroja gelê Kurdistanê jî dixwe, gefeke cidî ku ne di berjewendiyên gelên Iraqê deye.

Tevgera Azadiya Kurd zêdeyî 40 sal e ji bo pêşeroja azad a gelê me têkoşîneke mafdar û rewa dide. Ya ku hedef tê girtin destkeftiyên gelê Kurdistanê û hemû nirxên Kurdistanê ne. Pêşeroja me, xaka me û dîroka me di hedefa êrişan de ne. Li şûna pêşerojeke azad, asîmîlasyon û qirkirin li ser gelê Kurd dimeşînin.

Ji bo ku ev êriş bên têkbirin û gelê Kurd di nava şert û mercên azad de bijî, divê hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê di ferqa talûkeyê de bin û bi xwedîderketinek zelal û bihêz li dijî êrişan rabin. Tenê bi vî rengî êrişên dagirkerî û qirkirinê dikarin bên têkbirin. Tenê bi vî rengî dikarin xaka ku bi hezaran kes canê xwe di oxira wê de dane, biparêzin.

Divê gelê me bizanebûna encamên gefa ku zêde dibe biafirîne, li her derê bertekên xwe yên demokratîk raber bike û bi awayekî xurt li dijî dagirkerî, xiyanet û qirkirinê rabe. Divê em bertek û helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê li her derê û li derveyî welat li qadan biqîrin. Em li dijî êrişên topyekûn û xiyaneta hevkar banga berxwedana topyekûn dikin.

Li ser vê bingehê divê em hemû çalakiyên girseyî yên ku li Ewropayê di dawiya hefteyê de hatiye plankirin, bikin wesîleya protestoyan, her tim di nava çalakiyan de bin û li dijî qirkirina dewleta Tirk rabin.’’

ShareTweetPin

Herî Dawî

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.