Reşo Mihemed/ Qamişlo
Sekretêrê Partiya Çepa Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo anî ser ziman ku rewşa Sûriyê û kiriyarên dagirkeriyê derfetê nadin Beşar Elesed bi Erdogan re bicive. Herwiha Gedo da zanîn ku Rêbeberiya Xwser hîmê bingehîn ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ye.
Aloziya Sûriyê di navbera hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û reva hikumeta Şamê ji çareseriyê bo hêzên derve, her ku diçe kûrtir dibe.
Hikumeta Sûriyê di dema dawî de êdî ber bi hevdîtineke bi Erdogan re ye, têkildarî heman mijarê Sekretêrê Partiya Çepa Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo bersiva pirsê rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû:
-Ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, gelek civîn û hevdîtinên li ser asta herêmî pêk hatin, herî dawî hewldan hene ku Erdogan bi nabênkariya Rûsî, bi Beşar Elesed re bicive, hûn vê yekê çawa dinerxînin?
Wekî em dizanin kirîza Sûriyê dikeve sala xwe ya 14`yan, jiyana gelên Sûriyê bi giştî di encana destpêkirina kirîzê de hate guhertin. Ji xwe diyar e ku çiqas kuştin, talankirin, koçberkirin li Sûriyê çêbû. Serjimarî dest nîşan dikin ku bi 100 hezaran canê xwe ji dest dan, bi melyonan koçber bûn û bi hezaran di girtîgehan de ne. Tişta herî xerab ew e ku beşek ji xaka Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve hate dagirkirin. Bi rastî destdirêjahiya ku ji alyê hêzên navdewletî a ku li ser gelên Sûriyê pêk hat pir dijwar bû, bi taybet destdrêjahiya dewleta Tirk. Ji destpêka vê kirîzê heya niha gelek civîn ji bo bidawîkirina kirîza Sûriyê hatine lidarxistin. Lê hîna jî kiryarên xerab yên ku li dijî gelên Sûriyê tên pêkanîn berdewam in û her ku diçe kirîza Sûriyê aloztir û kûrtir dibe. Erdogan ew bû yê ku kirîza Sûriyê aloztir kir û destek da DAIŞ’ê û tevahiya komên çete yên din. Di dema dawî de em dibînin ku Erdogan yê ku biryara dagirkirina xaka Sûriyê da û komên çete hembêz kir, hewl dide civîneke sêalî bi Beşar Elesed û Potên re li dar bixe. Piştî ku Erdogan di hilbijartinên xwe yên dawîn de bi bin ket, êdî siyaseta wî ya derve û partiya wî di Tirkiyê de bêbandor ma. Piştî ku Erdogan û partiya xwe şikestin, di roja îro de Erdogan bi riya civîneke sêalî de dest bi lîstikeke nû û xirab dike. Armanc ji vê civînê ew e ku kirîza di hundirê Tirkiyê de sivktir bike û Rêveberiya Xweser û QSD’ê hedef bigire, hem jî gelê kurd tune bike. Niha Erdogan hewldanên xwe dike, lê texmîn nayê kirin ku ev civîn pêk were û Esed bi serokkomarê dewletekê re bicive ku bi sedema wî beşek ji xaka Sûriyê hatiye dagirkirin. Bi taybet di vê dema hestiyar ku hîn dewleta Tirk guhertina demografîk li ser xaka Sûriyê dide pêkanîn û hemû cureyên kiriyarên xirab di derheqê gelê Sûriyê de dike. Ji ber vê yekê jî rewşa Sûriyê û tiştê ku dibe derfetê nade ku Beşar Elesed bi Erdogan re bicive.
-Rêveberiya Xweser gelek hewldanên xwe ji bo pêkanîna civînan bi hikumeta Şamê re kirin, armanc ji van hewldan û hevdîtinan çareserkirina kirîza Sûriyê bû, hikumeta Şamê jî hertim ji van hevdîtinan direviya û hîna jî wiha ye, gelo sedem çi ye?
Bê guman Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka ku hatiye damezrandin û heta niha ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê gelek hewildan kirine. Di heman demê de diyaloga ji bo bidawîkirina kirîzê bi hikumeta Şamê re ranewestiyaye. Lê heya niha tu helwesteke rast û erênî ji aliyê hikumeta Şamê ve nehatiye kirin. Herwiha vê hikumetê bi hişmendiyeke vekirî û demokrat danûstandin nekiriye, lê belê ew li ser hişmendiya desthilatdariya berî salên 2011’an dimeşe. Bi vî rengî tê xuyakirin ku aliyên şofînî keleman ji bo pêkanîna diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de datînin û naxwazin kirîza Sûriyê bi dawî bibe. Li ser vê hişmendiyê tu caran kirîza Sûriyê bidawî nabe, lewma pêwîste hikumeta Şamê hişmendiya şofînî rake û biguherîne. Rêveberiya Xweser herdem ji aliyê xwe ve dide xuyakirin ku deriyê wê ji diyalogê re vekrî ye û wê çareserî bi danûstendinên sûrî-sûrî pêk were. Gelên Sûriyê jî bi erênî li hewldanên Rêveberiya Xweser dinerin û hêviyên wan hene ku çareseriyek ji vê kirîza ku her diçe kûrtir dibe, bi riya diyalogê re were dîtin.
-Li gorî dîtinên we sînariyoyên ji bo pêşeroja Sûriyê û çareserkirina kirîzê çi ne?
Riya çareserkirina kirîza Sûriyê, mijareke girêdayî gelên wê bi xwe ye. Tiştekî tekez e ku çareserkirina kirîza Sûriyê wê bi dawî nebe heya ku gelên Sûriyê li hev necivin û diyalogekê li dar nexin. Di heman demê de pêwîste ku hemû aliyên siyasî û niştîmanî û kesayetên welatparêz beşdarî diyaloga sûrî-sûrî bibin. Heriwha pirsgirêka gelên Sûriyê were nîqaşkirin, di serî de doza gelê kurd û hemû pêkhateyên din. Hebûna Rêveberiya Xweser di diyaloga sûrî de mercekî bingehîn, bila cîhan tev bizanibe, bêyî Rêveberiya Xweser kirîza Sûriyê çareser nabe. Ji ber ku Rêveberiya Xweser xwedî roleke bingehîn ne ji bo parastin û rizgarkirina axa Sûriyê. Divê neyê jibîrkirin ku hêzên QSD’ê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgarkirin, ew bûn yên ku karîbûn çeteyên DAIŞ’ê bişkînin û gelên herêmê biparêzin. Rêveberiya Xweser bedelên pir giran di ber parastina vê herêmê de dan, wekî em dizanin bi hezaran şehîd û birîndar ji bo şoreşê dan. Lewma jî Rêveberiya Xweser bingeha çareseriya kirîza Sûriyê ye.