Di bin dirûşmeta ‘Bi pêşengtiya Malbatên şehîdan ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û parastina destkeftiyên şoreşê, emê asta şoreşê bilind bikin’ Meclîsa Malbatên şehîdan ya kantona Efrînê û Şehbayê 9’mîn Konferansa xwe li dar xist.
Zana Roj/ Şehba
Meclîsa Malbatên Şehîdan ya kantona Efrînê û Şehbayê 9’Emîn Konferansa xwe di bin dirûşmeya ‘Bi pêşengtiya Malbatên şehîdan ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û parastina destkeftiyên şoreşê, emê asta şoreşê bilind bikin’ li hola Mîtan li navçeya Ehdssê lidarxistin. Di konferansê de bi sedan ji malbatên şehîdan, Meclîsa Helebê, endamên sazî û komînan, partî, hêzên leşkerî beşdar bûn.
Di destpêkê de dîwana Konferansê ji 4 kesan hate derxistin (Xedîca Îbo, Fatma Behboh, Mendel Şêxo, Mihemed Wilo, Mihemed Ehmed), pê re bernameya Konferansê hate diyarkirin. Ji xalên bernameyê perspektîfên PKK ê hatin xwendin, her wiha rapora kar û xebat bi zimanê Kurdî û Erebî hate xwendin, Rewşa Siyasî hate nirxandin, rewşa rêxistinî û nirxandin, hilbijartin meclîsa ku 5 kesan. Herî dawî axaftina dawiyê wê ji Endamê Rêveberiya Giştî ya Meclîsa Malbata Şehîdan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêzan Gulo be wê bê kirin.