Navenda Nûçeyan
Rojnamevanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa li dijî tîma kanala ÇIRA TV şermezar kir û diyar kir ku ew beşek ji rêzeêrişên li dijî civaka êzidî ye, bi taybet hemwextî salvegera 10ˊemîn a fermana 74ˊan a Şengalê.
Dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina rojnamevanan dewam dike. Di 8ˊê Tîrmehê de tîma kanala ÇIRA TV û ÇIRA FM a li Şengalê ji hêla balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker hat hedefgirtin.
Girêdayî mijarê, rojnamevanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan û êrişên li dijî gelê Kurd şermezar kirin û got ev êriş nîşaneya hevkariya civata navneteweyî bi dewleta Tirk a dagirker re ye.
Nûçegihanê kanala ÇIRA TV Zinar Cafer êriş şermezar kir û got hemwextî nêzbûna salvegera 10ˊemîn a komkujiya Şengalê ku di 3ˊyê Tebaxa 2014ˊan de pêk hatibû, hîna civaka êzidî bûye qurbaniya komployên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDKˊê bi dagirkeriyê re ye.
Cafer wiha domand: “Rêxistina civaka êzidî û avakirina rêveberiya xwe ya taybet li xweşiya dewleta Tirk a dagirker û tevkarê wê PDKˊê nehatin, ji lewre her hewl didin ewlehiya herêmê bi bombebaranên balafirên xwe yên bêmirov û hedefgirtina kesayetên pêşeng ên civaka êzidî mîna Zekî Şengal tevlihev bikin. Da ku şengaliyên li derveyî welêt venegerin warên xwe. Dewleta Tirk vê siyasetê li dijî gelê me dide meşandin.”
Cafer bal kişand ser hedefgirtina rojnamevanan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve çi li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî li Başûrê Kurdistanê dibe û got ev êriş û hedefgirtin bi armanca çewisandin rastiya xwe ya krîmînlîzekirinê ye.
Cafer wiha li gotina xwe zêde kir: “Êrişa li dijî tîma çapemeniya azad a Şengalê pêk hatiye nîşaneya aşkera ya tirsa dewleta Tirk ji ragihandina azad û demokrat e ku siyasetên wan aşkera dikin.”
Cafer diyar kir ku civaka êzidî li hember êrişên dewleta Tirk û tevkariya PDKˊê bi dagirkeriyê re xwedî helwesta welatparêzî ye.
Rojnamevanê rojnameya Ronahî Refîq Îbrahîm got êrişên dewleta Tirk nesekinîne, bi taybet li dijî civaka êzidî, ku êzidiyan ji Şengalê bide koçberkirin.
Îbrahîm bang li rêxistinên têkildarî parastina mafên rojnamevanan kir ku rola xwe li hember sûcên dewleta Tirk bilîzin û wiha domand: “Êriş li pêş çavên civata navneteweyî pêk tên, lê ker, lal û kor e.”
Îbrahîm helwesta hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê derbarê sûcên dewleta Tirk li ser xaka wan rexne kir û got: “Hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê berpirsên van êrişan in. Ew dikarin sînorekî ji Tirkiyeyê re deynin ku gelek sûc li dijî rojnamevanan kirine. Lê ji ber ku kesek hesab ji dewleta Tirk naxwaze ew di çewisandina dengê rastiyê de dewam dike û tevahî dizane çapemenî neynika civakê ye.”
Girêdayî heman mijarê JSC êrişa li dijî tîma çapemeniya azad li Şengalê şermezar kir û bang li desthilatên xwecihî û navneteweyî kir ku yekser lêpirsîneke zelal li ser vê bûyerê bikin û ji aliyên berpirs hesab were xwestin.
Komîteya Piştgiriya Rojnamegeran (Journalist Support Commitee (JSC)) li ser malpêra xwe ya fermî daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de êrişa 8ˊê Tîrmehê ya li dijî tîma çapemeniya azad a li Şengalê şermezar kir.
Berfirehiya daxuyaniyê jî wiha ye:
“Wesayîteke tîma çapemeniya azad a Şengalê di 8ˊê Tîrmehê de rastî êrişa hewayî hat. Balafireke bêmirov a dewleta Tirk tîma kanala ÇIRA TV û Radyoya ÇIRA li ser rêya Til Qesab-Şengalê hedef girt. Di encamê de 3 rojnamevan birîndar bûn. Navên wan rojnamevanan wiha ne: Nûçegihana Kanala ÇIRA TV Medya Hesen Kemal, nûçegihanê ÇIRA FM Mirad Mîrza Îbrahîm û ajokar Xelef Xidir. Her wiha 3 welatiyên din li cihê êrişê birîndar bûn.
Li gorî agahiyên Asayîşa Êzidxanê parve kirine, balafireke bêmiriv û biçek a dewleta Tirk êriş pêk aniye.
JSC bi tundî êrişa li dijî tîma çapemeniya azad a Şengalê şermezar kir û bang li desthilatên xwecihî û navneteweyî dike ku dest bi lêpirsîneke zelal têkildarî vê bûyerê bikin û ji aliyên berpirsê vê êrişê hesab were xwestin. Her wiha banga pêkanîna tedbîrên guncaw ji bo misogeriya ewlehiya rojnamevanan û xebatkarên dezgehên çapemeniyê hat kirin. Divê civata navneteweyî li hember kiryarên wiha yên dijminane hişyar bê xwestin û li ser sînordarkirina van kiriyarên nerewa li dijî rojnamevanan bixebite.
JSC bang li aliyên navneteweyî, rêxisitnên hiqûqî û mirovî û NYˊyê kir ku destwerdanê bikin, bûyerê bişopînin û ji bo sînordarkirina êrişên li dijî azadiya rojnamegeriyê li Kurdistanê piştgiriya guncaw pêşkêş bikin, ewlehiya rojnamevanan di dema pêkanîna erkên xwe li herêmê de misoger bikin. Divê aliyên têkildarî tedbîrên aktîv ji bo parastina mafên rojnamevanan pêk bînin.”
Herweiha girêdayî heman mijarê rêveberiya Çira Tv destnîşan kirk û ew ê bibin deng û rengê Êzîdxanê Desteya Rêveber a Çira TV êrîşa li hemberî kedkarên Çapemeniya Azad şermezar kir û got: “Çawa ku di şexsê Nûjiyan Erhan de me rastiya fermanê ji cîhanê re ragihand, em ê heta dawiyê bibin deng û rengê Êzidxanê.”
Desteya Rêveber a Çira TV têkildarî êrîşa dewleta dagirker a li ser kedkarên Çapemeniya Azad daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li seranserê Iraqê û Başûrê Kurdistanê li ser gelan planên êrîşan û dagirkeriyê têne kirin, êrîşa li ser Çapemeniya Azad tesadûfî nîne.
Daxuyaniya Desteya Rêveber a Çira TV bi vî rengî ye:
Dewleta Tirk a dagirker di 8’ê Tîrmeha 2024’an de li navenda Şengalê bi droneyên bombebarkirî êrîş bir ser wesayîta kedkarên Çapemeniya Azad a Êzidxanê. Di encamê de nûçegihana qenala me ya televîzyonê Çira TV Mediya Hesen Kemal û endamê Çira FM’ê Mirad Mîrza li gel ajokarê wesayîtê Xelef Xidir Osman birîndar bûn. Di dema êrîşê de wesayîta malbatek ji Şengalê jî derb xwar û di encamê de welatiyên bi navê Ziyad Qasim, Mecîd Cemal û zaroka bi navê Zîlan Ziyad Eliyas ya 7 salî birîndar bûn û ew rakirina nexweşxaneyên herêmê.
Êrîşa li ser çapemeniyê ne tesadufî ye
Beriya her tiştî em vê êrîşa dûrî exlaqê mirovahiyê şermezar dikin û ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin. Di demekê de ku salvegera 10’an a fermanê nêzîk dibe û li seranserê Iraqê û Başûrê Kurdistanê li ser gelan planên êrîşkarî û dagirkeriyê têne kirin, êrîşa li ser Çapemeniya Azad tesadûfî nîne. Hêz û dewletên dagirker her gava ku dek û dolab li ser gelan gerandin beriya her tişt hewl dan Çapemeniya Azad bêdeng bikin ku kes bi kiryar û sûcên wan nehesin.
Em ê di her şert û mercî de rastiyê ronî bikin
Em ji wê kevneşopiya çapemeniyê ne ku bi berdêlên giran dibin dengê civaka xwe, di her şert û mercî de rastiyê ronî dikin. Çawa ku di şexsê Nûjiyan Erhan de me rastiya fermanê ji cîhanê re ragihand, em ê heta dawiyê bibin deng û rengê Êzidxanê. Êrîşên bi vî rengî tenê dikarin biryardariya me ya li ser pîşeyê çapemeniyê xurtir bike.
Di serî de Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ) em bang li hemû saziyên mafê rojnamevan û mirovan dikin ku li ber van kiryarên dewleta Tirk rabin û xwedî li pîşeya pîroz a çapemeniyê derkevin.”
Her wiha li dijî êrişên li ser rojnamevanan li Şengalê xelkê Şengalê bi meşeke girseyî êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir û xwedî li saziyên xwe yên çapemeniyê derket. Şengaliyan gotin, “Çira TV û Çira FM rastiya wan vedibêjin.”
Êzidiyên Şengalê bi meşeke girseyî û rakirina logoya Çira TV’yê xwedî li televîzyona xwedî derketin û ev peyam dan: “Çira TV ji destpêka fermanê heya niha ji bo heqîqeta Êzidiyan kar dike. Eger navê Tawisê Melek li ser hinekan be, divê xwe ji belavkirina agahiyên nerast li Şengalê dûr bigirin. Iraq beramber bi êrişê bêdenge, divê bê pirsîn çima berpirsyariyên xwe bi cîh nayêne û helwesta xwe eşkere nake.”
Di meşê de bi sedan logoyên Çira TV’yê ku weke televîzyona hemû Êzidiyan tê qebûlkirin û alên Rêveberiya Xweser hatin rakirin.
Di meşê de bênavber dirûşmên, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ û ‘Bimre xiyaneta PDK’ê û Barzanî’ hatin gotin. Di meşê de pankarteke logoya Çira TV li ser e û nivîsiye, ‘Dengê heqîqetê, îradeya Şêngalê ye, bi êrişan nayê şikandin’ hate rakirin.
Meşa girseyî ya li ber Desteya Rêveber a Şengalê destpêkir, heya li ber navenda Encûmena Asayîşa Netewî ya Iraqê ajot.
Piştî girse gihîşt cihê daxuyaniyê peyamên bi navê saziyan hatin dayîn. Bi navê girseya gel û Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên axivî. Azad Hisên salvegera 10’emîn a fermanê bibîrxist û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Her em nêzî vê salvegera bi êş dibin, dewleta Tirk a dagirker û hinek aliyên siyasî yên hevalbendiya wê dikin, rê ji dewleta Tirk re vedikin û hinek şexs jî dibin rênas ji van pîlangeriyan re. Hîn jî dixwazin li ser Şengalê pîlanan pêk bînin. Ev heqîqeteke û divê em xwe ji heqîqetê dûr nekin. Pêwîste em hemû jî gav bi gav nêzî heqîqeta xwe bikin. Hinek îdîa dikin, ji ber hinek yên biyanî li vir kar dikin, hatine hedef girtin. Çira TV ya ku ji destpêka fermanê heya niha dixwaze rastî û heqîqeta vê civakê û êşa ku me kişandiye bi dinyayê bide fêm kirin. Hinek dezgehên ragihandinê yên weke Rûdaw û Xanî xwestin rastiyê berovajî bikin. Lê heqîqet, rastî û Êzdayetî li Şengalê ye. Herkes vê rastiyê dizane.”
Azad Hisên di dewama axaftina xwede diyar kir, yên ku li Şengalê meşiyan ew kesin ku di dema 2014’an de li dijî DAIŞ’ê meşiyane û wiha got; “Her ev mirov bûn ku hemû zor û zehmetiyên li vir qebûl kirin, lê cihê xwe terk nekirin. Em berpirsên hinek aliyên siyasî ku naxwazin navê wan bidin hişyar dikin û dibêjin, xwedî li Êzdayetiya xwe derbikevin. Eger navê Tawisê Melek li ser we ye, divê hûn ji tiştên wisa dûr bikevin. Ev deh sale hûn dixwazin bi me re şer bikin, lê em naxwazin li ser axa Şengalê şerê birakujiyê bikin. Em bi biratî ji wan re dibêjin, dibe xeta we ya siyasî cûdabe û hûn li ser wê kar bikin, lê hûn nikarin li ser şîn û şahiyên me bipeyîvin û tiştên ne rast bêjin.”
Azad Hisên balkêşa ser hewldanên dewleta Tirk û PDK’ê yên ji bo pêşî lê girtina vegera koçberan jî û wiha axivî: “Em ji dostên civaka Êzidî re dibêjin, divê hûn zanibin her cara gelê me dixwaze vegere ser axa Şengalê, dewleta Tirk a dagirker bi hevalbendiya rasterast a PDK’ê û hinek partiyên siyasî yên din, hem dixwazin bibin rêgir ji bo ev mirov venegerin ser axa xwe. Dixwazin wan mirovên ku dibin wan çadiran de bi salan e zehmetiyê dikişinin, dixwazin jixwere bikarbînin. Divê yên li kampên Başûr jî baş bifikirin û fêm bikin ka çima dixwazin hûn li wir bimînin. Divê herkesek ji we di mala xwede vê pirsê ji xwe bike, vegera Şengalê aşitî, lêborîn, dirûst bûyîn û Êzidayetiya resen e. Ne vegera li Şengalê dûre ji Êzdayetiyê. Eger malek we jî nebe, çiyayê ku we ji fermana parastiye li vir e, divê vegerin himbêza wê. Dost û Xêrxwazên civaka Êzidî bila dilê wan rehet be, hevalên me her sê jî başin. Ji dema Osmaniyan heya niha êriş dijî civaka me Êzidiyan pêktê, lê wê tu êriş nikaribin me ji çand û baweriya me dûr bixin.”
Endama Kordînasyona TAJÊ Dayê Şemê Remo jî axivî û dazanîn, divê Encûmena Asayîşa Netewî ya Iraqê bersiva me bide ka kar û erka wan li Şengalê çiye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Divê ev saziyên Iraqê yên bi navê ewlekariyê bêjin, çima bi erka xwe ranabin. Çima her carê êriş li nêzî nûqteyên kontrolê yên artêşa Iraqê çêdibin. Iraq çima beramberê van êrişan bêdeng e? Divê were zanîn tu kes nikare Çira’yên me vemirînin. Çiraya Êzidxanê ji tîrêjên Rojê ye. Divê were zanîn wê dayîk dest ji doz û zarokên xwe bernedin.”






