Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hedefgirtina rojnamevanan binpêkirineke navneteweyî ye

10/07/2024
in NÛÇE
A A
Hedefgirtina rojnamevanan binpêkirineke navneteweyî ye
Share on FacebookShare on Twitter

 

Roj Mehmûd/Qamişlo

Nûçegihanê ajansa ANHA Ehmed Semîr diyar kir ku bêdengiya Hikûmeta Iraqê derbarê êrîşên dewlet tirk li dijî herêmê nîşaneya erêkirin û hevkariya wê ya di êrîşên Tirkiyê de ye.

Ehmed Semîr got ku banga me ji sazî û Dezgehên navnetewî ewe ku li hemberî êrişên ku li dijî rojnamevanan têne kirin bê deng nemînin û wan biparêzin.

Girêdayî vê mijarê Ehmed Semîr endamê ajansa ANHA ji rojnameya me re axivî.

Ehmed Semîr endamê Ajansa Nûçeyan a Hawarê di derbarê êrîşa dewleta tirt ya li ser herêma Şingalê ya ku di 8’ê Tîrmehê de li ser rojnamevanên Çira TV çêbû wiha anî ziman:” Di serî de ez ji hevalên xwe re yên nûçegihanên Çira TV Kemal Hesen, nûçegihanê Çira FM Murad Mîrza Îbrahîm û ajokar Xelef Xidir re şîfa û silametiyê dixwazin û hedefgirtina welatiyên din ên ku li nêzî cihê êrîşê bûn şermezar dikim.

Ehmed Semîr wiha pêda çû:”Di dîroka 8’ê Tîrmehê dema ku rojnamevanên Çira TV ji şopandina bûyera salvegera komkojiya tilqesiv vedigeriyan êrîşek ji aliyê balafirên bê mirov yên Dewleta tirk ya dagirker li ser maşîneya ku rojnamevan têde bûn hate pêkanîn û di encama êrişê de hejmarek rojnamevan û welatiyên ku li cihê bûyerê bûn birîndarbûn. Ehmed Semîr destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van kiryaran dixwaze dengê rojnamegeran bibre û nehêle rastiyan eşkere bikin. Ji ber vê yekê rojnamegeran hedef digre û binpêkirineke eşkere ya qanûnî û mirovî û li pêşiya çavê cîhanê pêktîne. Ji ber vê yekê divê saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ji bo parastina rojnamevanan û welatiyan her tim di nava kar û xebatê de bin.

Di dawiya axaftina xwe de Ehmed Semîr wiha got:”Hikûmeta Iraqê li hember van êrişan û kiryarên dijmirovî  bêdeng dimîne, tevî cihê ku hatiye hedefgirtin nêzî kontrola polîsên Iraqê pêk hatiye jî, lê bêdengiya wê nîşaneya erêkirin û hevkariya wê ya bi êrîşên Tirkiyê re ye. Pêwîste ku saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ji bo parastina sivîlan bi giştî bixebitin, bi pêşengiya Federasyona Rojnamegerên Sînornenas û netewên yekbûyî, tevî sendîkayên erebî û navneteweyî, erka xwe ya ji bo rawestandina zêdegaviyên dagirkeriya tirk li ser başurê Kurdistanê û bi taybet jî li ser Şengalê bikeve nava liv û tevgerê de û êdî jê re bêje bes e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.