Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nexweşiya Laşmaniya dîsa belav dibe

10/07/2024
in Uncategorized
A A
Nexweşiya Laşmaniya dîsa belav dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Rêvebera beşê nexweşiya Laşmaniyayê Hêvîn Mîrza da zanîn ku wan bi alîkariya hinek rêxistinên tenduristiyê û keda ku hatiye dayîn li pêşiya belavbûna nexweşiya laşmanyayê heyanî astekî girtine. Lê ew bi tirs in ku ev nexweşî mayînde bibe.

Laşmaniya nexweşiyeke ku bi riya mêşê belav dibe, ev mêş bi çavan nayê dîtin û di dema rozêrînê de derdikeve heya berbangê digere. Ev mêş dema ku diçe ser laşê mirovan, hêka xwe di bin laş de bi cîh dike, piştî 15 rojan cihê wan hêkan sor dibe û paşê dibe nexweşî û êdî mezin dibe. Di dema ku hêk di hundirê laş de cihê xwe çêdike û ava dike, cihê wê naxure û ne jî lê xuya dike, lê piştî ku 15 roj derbas dibin cihê wê êdî xuya dike. Sedema yekemîn a vê nexweşiyê ava qirêj a di hindirê golan de kombûye û gemar bûye. Qutkirina ava çemê Xabûrê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bû sedem ku ev nexweşî belav bibe û bigihîje asteke ku zêdetirî 10 hezar mirov bi nexweşiya Laşmaniya yê bikevin. Derbarê vê mijarê de jî Rêveberiya beşê Laşmaniya yê Hêvîn Mîrza ji Rojnemeya me re axivî.

‘Ji ber lawaziya paqijiyê û xwe parastinê, laşmaniya belav dibe’

Hêvîn Mîrza diyar kir ku laşmaniya nexweşiya serdemê ye û wiha got: “Di her serdemekê de gelek nexweşî derdikevin, laşmaniya nexweşiyeke ku di serdema me ya niha de derketiye. Ji dîroka 1`ê Tebaxa 2021`an de, heya roja me ya îro ev nexweşî belav dibe. Sedema ku ev nexweşî pir belav dibe ava qirêj e, di heman demê de qirêjiya derdorê jî bandoreke mezin li ser belavbûna nexweşiyê heye. Ji ber ku parastina derdorê ji qirêjiyê pir lawaz e, lewra nexweşiya laşmaniya ji nû ve zindî dibe.”

‘Ji destpêka miha Hizêranê ve heye niha zêdetirî 50 nexweş hatine derman kirin’

Hêvîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “heya ku qirêj di derdorê de hebe û di heman demê de av neyê paqijkirin, bêguman wê ev mêş ji nû ve çêbibe û bi rengekî xurt belav bibe. Ji ber ku mala mezin a mêşê ava qirêje. Niha nexweş kêm bûne lê bi dawî nebûye, berê di rojê de me zêdetirî 400 kes derman dikirin lê niha di heftiyê de 50 nexweş tên derman kirin.”

Çareserî

Hêvîn da zanîm ku çareseriya bingehîn reşandina dermanên kuştina vê mêşê ye û wiha domand: “Çareya bingehîn reşandina dermanên ku van mêşan bi kuje, di vî alî de divê ku hemû sazî û rêxistinên mirovî ewe ku vê karesetê hîs bikin. Derman heye lê divê ku ev mêş were kuştin û bi dawî bibe. Herêma ku herî zêde ev nexweşî lê belav bû Til Temir e, her wiha êdî belavî gelek bajaran dibe. Lê wekî çareya alternatîf ava paqij e û herikîna ava çemê Xabûr e. Heya niha ji aliyê dermanan em zehmetiyan nakişînin, berê derman pir kên dihat peyda kirin, lê niha peydakirina derman hesan bû ye. Em bi hêvîne ku hemû kes xwe biparêze û rêxistinên eleqedar derman ji bo kuştina van mêşan belav bikin. Em wekî hemşîre spasiya her endam, hemşîre, rêveberî û her kesê ku dikaribû bi riya lêxistina derziyek û dayina dermanekî da ku rê li pêşya belavbûna laşmanyayê bigre, dikin. Ji ber ku ev nexweşî di zarokan û kesên temenê wan mezin de çêdibe. Em bi alîkarîdayîna hinek rêxistinên tenduristiyê û keda ku hatiye dayîn bi bi ser ketin û me karî ku em bibin bend li pêşiya belavbûna laşmaniyayê. Lê em bi tirs in ji niha û şûnde wê çi bibe û nexweşî derbasî asteke çawa bibe. Çawa ku me Corona 19 derbas kir, em bi hêvîne ku emê nexweşiya Laşmaniyayê jî derbas bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.