Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dayika mezin welat e!

10/07/2024
in Uncategorized
A A
Dayika mezin welat e!
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Welat, ji bo mirov erd e, hewa ye, dar, ber, daristan, çiya… û hwd. yanî ji bo mirov her tişt e. jixwe pêşiyên Kurdan jê re gotine war. War û welat hema bêje tê heman maneyê. War, parçeyek ji hemû welatî ye.

Têgeha ‘welat’ û cih û war ne tenê ji bo mirov e. Ev, çawa ku ji bo mirov girîng bin ji bo heywan, nebat û heya bi her hebûnê. Di Kurdî de çîroka bilbilê heye, tê zanîn. Dibêjin, “bilbilê dikin qefeseke zêrînî de bilbil dibêje ‘ax welatê min” Pêşiyên me ne hema ji ber xwe ve ev gotin kirine. Belkî bi hezaran sal xweza û mirov şopandine heya ku xwe gihandine vê encamê. Di rastiya xwe de dibe ku ‘welatê bilbilê’ jî bi gotina modernîteya resmalî ‘ne ti war be’. Dibe ku hêlîn yan jî welatê bilbilê teht û zinarekî Xwedê be, lê dîsa jî ji bilbil re ‘ax welatê min e’. Çima? Ji ber ku ji wir e.  Ji bilbilekê re ew tehta, ew kendala xweş e!  Ji ber ku her tişt bi mercên xwezaya ku di nav de ye çêbûye, di heman demê de parçeyek ji wê ye.

Ji bo mirov jî ev hê zêdetir wisa ye. Mirov yan jî hemû zindiyên din girîngî didin cih, war û welatê xwe ji ber ku jê çêbûye, her tiştê wê jê ye… taybetmediyên welat pir dişibin yên dayikê, welat ji bo insan dayik bi xwe ye; dayika mezin e. Ji ber vê ji bo yên qîmeta dayika xwe nizane jê re dibêjin, “bê namûs, bêjî, bê dê û bav û hwd”.

Em van çima dibêjin? Ne ku hin kes nizanin, mirov dixwaze yek fêr bibe. Jixwe civak bi vê zanebûnê jiyan dike. Dibe ku kêm bîne ziman, zêde bîne ziman, bi Erebî yan bi Kurdî bîne ziman.

Ya din jî bi rastî jî hin hêz di xayintiya xwe de bûne pispor, em ji vê re tiştekî nabêjin. Yanî ne ku em rewa dikin, hema bila bikin. Na! Lê dirûtiya wan mirov dide fikirandin. Mînak, Rûdaw televziyona wê. Lazim dike mirov xelata dirûtiyê ya nolê ji van re bixwaze! Çima?

Ez ne şaş bim yan Adar yan jî Nîsana vê salê bû. Di sîteyên xwe yên înternêtê de muhtelen jî di tw’yên xwe de digot “Selçûk Bayraktarê Erdogan, çend serleşkerên artêşa Tirk hatine çiyayê Metîna ji bo serdanê”. Wekî ku çiyayê Metîna taxeke Enqere yan jî Stenbolê be wisa ji rêzê, heta ku mirov hestê wan kêfxweşiyê jî hîs dikir. Lê bila!

Hûn ê bêjin “ev tiştekî ji rêzê ye, ew şirîkateke ragihandinê ne û jixwe re nûçe çêdikin. Dibe ku mirov kêliyekê heq bide we. Lê eger Rûdaw û xwediyên wê Îngilîz be, ji Zelanda nû be dibe. Lê qaşo dibêjin “Em Kurd in’ û heft bavên Erdogan û Selçûk Bayraktar jî dijminê Kurdan e.

Em ji vê re jî bêjin bila!

Di vê mehê de artêşa Tirk bi sedan tang û cebilxane, malzemeyên leşkerî derbasî Başûr kir. Li Dihokê seytereyên-bendên asayişê danîn.

Rûdawa me (!) çawa dide? Wekî ew bi xwe neviyên Bahçelî yan jî Erdogan bin bê xem, ji rêzê, jixwe re dîmenê artêşa Tirk didin. Ne bêje ‘artêşa Tirkan li vir çi dike, ev gundê min e, welatê min, cihê min e, warê min e’. li herêma Mêrdînê ji diya xwe re dibêjin ciya min- Na! Qet ti tişt tine!

Em van tiştan ne ji ber ku mirov wê hêviyê ji wan dike, dibêje. Ji ber dirûtiya wan e. Dirûtî çi ye? Ew çawa dirûtiyê dikin? Ka te çend mehan ji beriya vê digot “Selçûk Bayraktar (zavayê Erdogan) hatiye seredana Metîna –cih û warê Çiyayê Metîna cih û warê Mîtanniyan e- hatiye serdana leşkerên xwe yên li Metîna”.  Niha jî bi artêşa xwe ve hat. Ev di mantiqa leşkerî de tiştekî ji rêzê ye. Yanî yek dijminê yekî/ê be, beriya pê ve were keşfa xwe dike. Diçe ser.

Yanî yek dikare dirûtî li vê derê çi ye? Bi rastî dirûtî tine. Ji ber ku her kes karê xwe dike. Bi Kurdî dibêjin ‘Dijmin e, bê minet e’! Artêşa Tirk e. hewl dide dagir bike. Ragihandineke ne diyar beşeke ajansa Anadoluyê ye an na: Navê wê bes bi Kurdî ye. Mejiyê wê, nûçeyên wê yên MİT’a dewleta Tirk e. Dirûtî çi ye! Sibê du sibe ew ê bêje, min jî gotibû artêşa Tirk derbas bûye”. Dibe ku hinek ji me jî bawer jî bikin; yanî bi hestên me yên welatparêziyê dilîze! Rih dibe bihost, dijmin nabe dost!

Post Views: 45
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.