Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koma Orchid bi xêzkirina tabloyan di nava civakê de hêviyê ava dike

07/07/2024
in Uncategorized
A A
Koma Orchid bi xêzkirina tabloyan di nava civakê de hêviyê ava dike
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Avakerê Koma Orchid Samir Kalo, diyar kir ku armanca wan ew e ku bi wêneyên ku xêz dikin çanda civaka herêmê nîşan bidin û bajarê ku lê dijîn bi hêviyên mezin xweşiktir bikin.

Koma Orchid ku di sala 2023’yan de li bajarê Qamişlo hate avakirin, di warê avakirina hêvî û rengdayîna bajarê xwe de, bar rakirine ser milê xwe û li ser dîwarên bajêr wêneyan xêz dikin. Avakerê Koma Orchid Samir Kalo, ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew bi wêneyên ku li ser dîwarên bajêr xêz dike dixwaze hêvî û xweşikbûnê nîşanî gelan bide.

Samir Kalo ê ji bajarê Qamişloyê ye, di sala 1989’an de hatiye dinê. Li Zanîngeha Beşiq a Şamê beşa wênesaziyê dixwîne. Piştî salên dirêj Samir Kalo ji bo şagirtan mamostetî dike û biryara avakirina Koma Orchid digire. Koma Orchid a ku bi armanca xweşik kirina bajêr dest bi xebatê kirin, bi giştî nêzî 53 tabloyan li ser dîwarên bajêr xêz kirine.

Samir Kalo, anî ziman ku ew gelek pêşangehên taybet lidar xistine û got, “Yek ji wan pêşangehan ‘qêrîna çav’ bû. Wêneyên ku di wê pêşangehê de hatine pêşkêş kirin, wêneyên şagirtên min bûn. Ew şagirtên hilbijarte bûn û wêneyên gelek baş xêz dikin. Piştî wê pêşangehê, me komek ji 12 kesan pêk dihat, ava kir. Ev kom li her derê û çalakiyê ango di rojek taybet de bi awayekî kolektif xebatên xwe dikirin. Bi demê re ev hejmar mezin bû di sala 2023’yan de weke koma Orchid bi 22 wênesaz hate avakirin. Endamên koma Orchida ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên.”

Bi 22 kesan destpê kirin, îro bêhtirî 100 endamên xwe hene

Kalo, da zanîn ku wan bi 22 wênesazan koma Orchid avakirine, lê îro xwedî bêhtir 100 endaman e û wiha domand, “Tenê wênesaz di komê de nînin. Her wiha pisporê Make Up sînemayê, karîkatorvan û kesên beşên weke potre, dîkor xwendine hene. Ji dema avakirina komê heta niha me gelek wêneyên xwe li ser dîwaran xêz kirine. Bi dehan çalakiyên wiha me pêk aniye. Armanca me ji vê xebatê ew e ku em tiştek nû di bajêr de bidin çêkirin û li ser wan dîwarên sade yan jî yên ku ji ber duya wesayîtan û jeneratoran reş bûne, biguherin. Me xwest em ruhekî di bajêr de avabikin. Me xwest em tiştekî nû avabikin.”

Wêne li gorî çanda herêmê têne xêzkirin

Samir Kêlo, da zanîn ku wêneyên ku koma Orchid xêz dike hemû girêdayî çanda herêmê ye û wiha axivî, “Mînak tabloyên ku ji bo rojên girîng hatine xêzkirin ev in; Cejna Newrozê, 8’ê Adarê, sersalê û hin cejnên girêdayî pêhateyên din ên herêmê ne. Hin tablo bi taybet ji bo zarokan hatin xêzkirin. Tabloya herî dawî ku tabloya me ya herî mezine û nûnertiya aştiyê dike, me diyarî tevahiya gelan kir. Koma Orchid li ser projeya çîroka serketinê xebatên xwe dimeşîne. Koma Orchid bi hêz û kelecaneke mezin li ser vê projê kar dike, da ku ji gelê xwe re pêşkêş bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.