Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bakurê Sûriyeyê rûbirûyî trajediyeke nû ye`

07/07/2024
in Uncategorized
A A
Bakurê Sûriyeyê rûbirûyî trajediyeke nû ye`
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Nivîskar û muxalifê sûriyeyî Elî El Emîn El Siwêd got: “Lihevkirinên veşartî yên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de êdî aşkera bûn û li şûna bin masayê bin derketin jorê wê. Her lihevkirinek di navbera wan de dê nexşe û demografiya Sûriyeyê bi awayekî trajedîk biguhere û dê li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê be, dê herêman dagir bike û axa Sûriyeyê tev li xwe bike.”

Nivîskar û muxalifê sûriyeyî Elî El Emîn El Siwêd der barê pêşketina têkiliyan di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, got: “Piştî radestkirina Tirkiyeyê bajarê Heleb ji rejîmê re, xuya ye têkiliya di navbera her duyan de pir baş bûne. Nakokiyên di navbera wan de, tenê dabeşkirina rolan di navbera aliyên Astana û Soçiyê de ne.”

El Siwêd wiha domand: “Tirkiye Heleb radestî rejîmê kir. Wê li komên çekdar fişar kir ku herêmên bêçek radestî rejîmê bikin. Wê bi lihevkirina rejîmê re, Efrîn û bakurê Sûriyeyê dagir kir. Ketina hêzên rejîmê ji başûrê Idlibê re û jinûve kontrolkirina nîvê parêzgeha Idlibê li ser vê yekê delîlek e. Li kêleka wê jî navendên Tirkiyeyê li eniyên artêşa rejîmê man û piştî bi parastina rejîmê, vekişîn navendên xwe yên niha.”

Bi hiceta guhertina lihevkirina edeneyê têkiliyên di bin masayê de derketin ser masayê

El Siwêd ev li gotinên xwe zêde kir: “Dema em behsa derfeta lihevkirin an jî normalîzekirinê di navbera Enqere û Şamê de dikin, mebest ew e ku têkiliyên dualî yên veşartî aşkera bûn, ji bin masayê derketin ser masayê. Li pişt vê geşedanê, lihevkirinên nû hene. Ji van lihevkirinan xuya dibe ku wê peyman di navbera El Esed û Erdogan de çêbibe. Peyman li gorî min ew e ku bi hiceta guhertina peymana Edene, El Esed dev ji bakurê Sûriyeyê berde anku ji sînorên Tirkiyeyê bi kûrahiya 30 kîlometreyan bi dirêjahiya sînorên wê bi Sûriyeyê re.”

Peymana ku berjewendiyên tirkiyeyê pêk tîne

El Siwêd hişyarî da ku ev lihevkirin an jî peyman, li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê û Mîsaqî Millî ye û wiha domand: “Heke rejîm van herêman bide Tirkiyeyê, ev wisa tê xwendin ku rejîma El Esed Tirkiyeyê xelat dike. Ji ber ku şoreşa Sûriyeyê têk bir. Rejîma Sûriyeyê jî dê îdia bike ku peymana Endene guhertiye û dê rewabûnê bide dagirkirina axa Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve. Anku dê xwe ji berpirsyariya 8 milyon sûriyeyiyên muxalif, bide alî.”

Rewakirina dagirkirina axa sûriyeyê

Der barê armancên niha û yên nû de El Siwêd got: “Xuya ye ku lihevkirina dawîn a di navbera her du rejîman de, der barê dîtina çareseriyeke rewa ji ketina hêzên Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê û rojhilatê Firatê re ye. Li beramber wê, Tirkiye ji çiyayê Zawiye vedikişe û rêya M4 radest bike. Civînên leşkerî yên di navbera komîteyên leşkerî yên artêşa Tirk û artêşa rejîmê de li baregeha Himêmîm, nêzîkbûna vê nîşan didin.”

Bakurê sûriyeyê rûbirûyî trajediyeke din e: Tevlêkirina li dû hev

El Siwêd diyar kir ku lihevkirinên di navbera her du aliyan de, dê nexşe û demografiya bakurê Sûriyeyê bi awayekî trajedîk biguhere. Wê zêdetirî 30 kîlometredam ji aliyê Tirkiyeyê ve bê kontorlkirin. Tirkiye dê van herêman hêdî hêdî mîna Lîwa Skenderon û Qibirsa tirkî tev li axa xwe bike.”

Der barê pêşeroja bûyerên pêşbinkirî de, El Siwêd got: “Diyar e ku dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê, nêzîk bûne ku li ser rewşa Idlibê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê li hev bikin. Lê belê ti lihevkirin, beyî erêkirina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) çênabe. Yan jî aliyên Soçiyê dê mijûlbûna DYA bi hilbijartinên serokatiyê bi kar bîne da ku vê lihevkirinê bixe meriyetê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.