Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşketina jinê di werzîşê de encama keda bi salan e

07/07/2024
in Uncategorized
A A
Pêşketina jinê di werzîşê de encama keda bi salan e
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Bi şoreşa 19`ê Tîrmehê re, wekî tevahiya qadan, jinan di qada werzîşê de jî gavên mezin avêtin. Hevseroka Yana Berxwedan Sîdar Hac Mihemed diyar kir ku tevî rêjeya jinan di werzîşê de ji ya mêran  kêmtire jî, lê jinan hêza xswe isbat kir.

Di dema civaka xwezayî de ya ku bi navê ‘kilan’ tê naskirin an jî dema ‘Jin dayikê’ ji ber ku di wê demê de jin civak ji hemû aliyan ve birêve dibir û wekhevî di navbera jin û mêran de hebû. Piştî dema jin dayikê, serdema şarestanî hat destpêkirin, dema ev serdem hat destpêkirin, dema jindayik çû ya baviksalariyê hat. Di wê demê de ji aliyê mêr hemû berhem û kedên jinê hat desteserkirin, lewra jin mîna koleyekî hat bikaranîn. Serdem li ser vê yekê derbas bû û jin bi hezarên salan ji mafê jiyanî bêpar û winda ma, bi taybet di aliyê werzîşê de. Niha her kes meraq dike çi girêdana werzîşa jinê bi civaka xwezayî û serdema baviksalariyê heye, lê ew e ku dema bavkirsalariyê jin bêparî her tiştî hat kirin, werzîş jî di nava wê de.

Jin ji qada werzîşê hatibû dûrxistin

Heger em bên roja îro bi taybet berî şoreşa 19`ê Tîrmehê, jina kurd û hemû jinên ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan dikin bindestê desthilatdaran bûn. Lê bi hatina şoreşê re jin di nava hemû qadan de cih girt û li kêlek wê astên girîng bidest xist, yek ji wan qadên girîng ji bû hemû mirovan re û jin jê hatibû dûrixistin, qada werzîşê ye. Spor mîna her jêhatiyekê din li cem hin mirovan jêhatiya serekeye, ev jêhatî ne tenê ji mafê mêran re ye, lê ji jin û zarokan reye jî. Di dema serdestan û desthilatdaran de werîş ji jinan re şerim dihat dîtin, lewra jin derfet û xwena xwe ya ji werzîşê re di nava şoreşa Rojava pêk anî.

 Werzîş ji mafê hemû mirova ne

Dibe ku di roja îro de rêjeya jinê di nava werzîşê de ne qasî rêjeya mêran e, lê dema ku mayina wê di nava werzîşê de ji dema berê tê hevrûkirin tê xuyakirin ku bi vê rêjeya kêm jî xwe daye isbatkirin û pêşxistin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaveke baş di aliyê werîşê de avêtiye, mîna ku niha giropên jina yên lîstika şetencê, goga lingan, goga piyan, goga masê, pînpong û hwd… de hatiye avakirin. Û ya girîng ew e ku her cara ku jin tevlî şampiyonan jî dibe astekê bidest dixe, ji ber tevlîbûna jinan ji sporê re ji hizkirinekê tê, ne ji bo navûdengiyekê ye. Piraniya mirovan ne bi armancekê xwe werzîş dikin/e, lê ji ber hizkirineke wan ji werzîşê re heye, ev nayê wateya ku tenên mirovên sporvan sporê bikin, ji ber spor mafê her mirovekî ye. Çi werzîşa ku hebe sûdên wê li mirovan heye, sûdên wê li mejî, deronî û fîzîkiya mirovan tevahî heye. Werzîş çalakiyeke gorî hin destûr û mercan de tê pêşbazî kirin.

Girêdayî rola jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di qada werzîşê de, Hevseroka Yana Berxwedan ku di heman demê de Lîstikvana Şetrencê ye Sîdar Hac Mihemed ji rojanameya me re axivî.

Lîstikvana şetrencê ya ji bajarê Qamişlo Sîdar Hac Mihemed diyar kir ku ew di temenê 7 salî de fêrî lîstika şetrencê bûye û wiha got: “Berî ku ez derbasî jêhatiya xwe bibim, dixwazim  girîngiya werzîşê bidim xuyakirin, bi taybetî ji bo jinan. Niha rastiyeke ku civaka me pê jiyan kiriye ku jin dûrî hemû qadên jiyanî be, tenê di malê de be, ev yeke jî beriya şoreşa 19`ê Tîrmehê bû. Herwiha jinên ku werzîş jî didîtin tenê yên xwendevan ku di heftiyekê carekê li dibistanê werzîş didîtin ji bilî wê yaneyên taybet bi jinan tinebû. Werzîş ne ew nerîna ku civak pê dihizire lê werzîş di her alî de alîkarê mirova ne.”

‘Fêrkirina şetrencê ji min re bû meraq’

Sîdar Hac Mihemed anî ziman ku ew di riya Apê xwe re fêrî lîsteka şetrencê bû û wiha got: ” Li gorî ku tê bîran min dema ku temenê min 7 salî bû, carekê min dît dema Apê min û hevalên xwe bi şetrencê lîstin, wê demê ji min re meraq bû ku şetrenc çiye? Lewra min xwest ez fêrî lîsteka şetrencê bibim, ji bo wê min ji apê xwe daxwaz kir ku min fêrî şetrencê bike, bi demê re û ji hizkirina min ya zêde jî lîsteka şetrencê re ez fêrî wê bûm. Herwiha di berdewamiya fêrkirina min ji lîsteka şetrencê re, ez tevlî şampiyona bûm û şampiyona yekem tevlî wê bûm, li bajarê Qamişlo dema ku temenê min 13 salî bû, di wê şampiyonê de min du ast bi dest xistin asta duyemîn, di heman demê de asta lîstikvanê baş jî bi dest xistin, piştî wê tevlî şampiyonên din jî bûm, di wan de yekemîn derketim, li kêlek wê şampiyona ku li bajarê Reqa li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibû lidarxistin, di wê şampiyonê de girop hebûn, ji wan giropan em li ser ya Cezîrê yekem derketin û di lîsteka ferdî de min asta 3`emîn bi dest xist.”

‘Şetrenc hêza mejî jêr pêwîste ne hêza masûlkeyan’

Sîdar Hac Mihemed di berdewamiya axaftina xwe da xuyakirin ku wê şert û mercên jiyanê nekir asteng li pêşiya berdewamiya wê ji lîstika şetrencê re û wiha got: “Beriya ku ez tevlî Yana Berxwedan de bibim, min di nava Yana Diclê de cih digirt. Di qonaxê fêrkirinê de demekê hin şert û merc ez rastî wan hatim, bû sedema ku ez demek baş dûrî şetrencê bibim, lê min pêşketinên xwe ji bû şetrencê her berdewam dikir û min nehişt şert û merc bibin asteng li ber berdewamiya min ji lîsteka şetrencê re. Şetren bi lîsteka qiralan tê naskirin, ji ber qiral yên ku yekemîn bi vê lîstikê dilîstin û kesên ku bi vê lîstikê dilîzin ne bi hêza masûlkeyên xwe pê dilîzin, lê bi hizira xwe.”

‘Armanc jina kurd li cîhanê bê nasîn’

Sîdar Hac Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Armanca min ji sporê re ew e ku navê jina kurd di nava sporê de li ser asta cîhanî binav û deng bibe, ya din jî ku em jêhatiyên xwe di nava sporê de diyar bikin, mîna ku tê gotin goga lingan ya mêran e, lewra em dixwazin vê hizirê jî bişkînin û bidin isbatkirin ku jin jî dikare bi goga lingan jî bilîze. Astengiyên ku li pêşiya me derdikevin pirî caran şampiyonên derveyî bajarê Qamişlo derdikevin lê hin malbat dibêjin em keçên xwe naşînin derveyî bajar ev jî dibe astengiyek li pêşiya pêşketina spora wê jinê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.