Navenda Nûçeyan
Têkildarî zêdebûna rêjeya tundiya li ser jinan li Herêma Kurdistanê çalakvanên mafên jinan dan zanîn ku sedema sereke ya zêdebûna tundiyê nebûn û cîbicînekirina yasayên li dijî tundiya li hemberî jinane.
Çalakvanên mafên jinan fikarên xwe li beramberî zêdebûna rêjeya tundiya li dijî jinan nîşan dan û gotin “Herêma Kurdistanê di aliyê qetilkirin û xweşewitandina jinan de ber bi rêjeyeke rekorê ve diçe. Lewra em bi tundî Hikûmeta Herêma Kurdistanê rexne dikin, ji ber ku yasayên tund li dijî qetilkirina jinan cî bi cî nake.”
Li Herêma Kurdistanê ji ber hişmendiya baviksalarî tundiya li ser jinê zêde dibe. Jin bi her awayî tên kuştin û şewitandin. Çalakvanên jin dibêjin, rewş heyî metirsîdare û bang li aliyên peywendîdar dikin ku gavên cidî û bilez ji bo bidawîkirina tundî û kuştina jinan li Herêma Kurdistanê bên avêtin. Her wiha dan zanîn ku kêm maye Herêma Kurdistanê bi qetilkirin û tûndiya li dijî jinan bê naskirin.
Têkildarî mijarê Hetaw Mihemed û Gulistan Ehmed nêrînên xwe vegotin.
Hetaw Mihemed têkildarî tundiya li dijî jinan dîtinên xwe wiha bilêv kirin; “Yasa bi tena serê xwe nikare tundiyê di nava civakê de ji holê rake. Di serî de divê em ferdên civakê hemûyan perwerde bikin, hişmendiyê biguherin da ku hemû kuştin û şewitandinên jinan ji holê rabin. Ji ber ku emê rêjeya zêde ya tundî û kuştina jinan di rêzên destpêkê yên îstatîstîkên cîhanê de cih bigirin.”
Hetaw da zanîn ku li Herêma Kurdistanê yasayên li dijî tundiya li ser jinan û qetilkirina jinan nayên cî bi cî kirin, lewra pêwîstî bi cî bi cî kirina yasayên tund heye ji bo pêşîlêgirtina her cûre tundiyê.
Aktîvîsta jinan Gulistan Ehmed jî di vê derbarê de hestên xwe wiha vegotin; “Zêdebûna tundiya li ser jinan ji ber çend sedemane. Ji wan sedeman yek jê rewşa nebaş ya Herêma Kurdistanê û nebûna aramiyê ye.”
Gulîstan Ehmedî tekez kir ku nepêkanîna yasayan sedema sereke ya zêdebûna tundiya li ser jinane û got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar divê bi cidî li dosyayên tundiya li dijî jinan binêrin û sedeman diyar bikin da ku çareseriyên guncaw bên destnîşankirin.”
Girêdayî vê yekê jî rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) derbarê rewşa
jinan ya li Herêma Kurdistanê raporek belav kir û hate gotin; “Desthilatdarên Herêma Kurdistanê di warê parastina mafê jinan de binketine, yasayên dijî tûndiyê tenê nivîseke li ser kaxezê ye.”
Di raporê de behsa yasaya têkoşîna dijî tundûtujiya malbatê ya herêmê û wiha tê gotin; “Ev yasa tenê reş nivîseke li ser kaxezê û desthilatdar jî di parastina mafê jinan de binketine. Li gorî lêkolînên dawî, li Herêma Kurdistanê jinên ji tundiya malbatê rizgarbûne rubirûyî astengiyan tên. Berpirsên herêmê di dadgehkirina sucdaran de, taybet jî ya bûyerên weke kuştin, destdirêjiya zayendî, lêdan û şewitandinê de bi ser neketiye.”
Di dewama raporê de tê gotin, ispat bûye ku ji bo dadgehkirna sucdar û kesên destdirêjiyê dikin, ti îradeyek siyasî nîne û wiha tê gotin; “Ti piştgiriyek cidî ji bo jinên ku serî li saziyên peywendîdar ên hikumetê dikdn nîne. Ti hêviyek ya jinên ji tundiya malbatê rizgarbûne, nîne. Dema jinên rizgarbuyê di stargehên jinan de tên bi cih kirin, xwe di rewşek mîna girtîgehê de hîs dikin. Gelek caran jî ji ber tedbîrên tund, neçar dimînin ku heman rewşa berê ya tund jiyan bikin.
Raste li Herêma Kurdistanê yasaya têkoşîna dijî tundiya malbatê heye, lê ev yasa li gorî lêkolînên me, tenê nivîsek ya li ser kaxezê ye.
Cezayê hinek sucdaran li gorî tê xwestin nayê dayîn, lewma hinek jin naxwzin biçin dadgehê. Di sala 2023’yan de herî kêm 30 jin di bin navê şerefê de hatine kuştin. Di sala 2022’yan de 44 jin hatine kuştin. Herwiha 10 hezar û 896 giliyên tundiya malbatê hatine qeydkirin.”






