Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Şehbayê xiyaneta PDK’ê û nêzîkbûnên Hikumeta Şamê bi dagirkeriya Tirkiyê re hate şermezarkirin

06/07/2024
in NÛÇE
A A
Li Şehbayê xiyaneta PDK’ê û nêzîkbûnên Hikumeta Şamê bi dagirkeriya Tirkiyê re hate şermezarkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Rêveberiya Xweser li Kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re û nêzîkbûna dagirkeriya Tirkir bi Hikumeta Şamê re bi tundî şermezar kir.

Vîndar Roj/ Şehba

Rêveberiya Xweser ya kantona Efrîn û Şehbayê bi tevlîbûna tavahî endamên desteyan û meclîsên Rêbeberiya Xweser li herêmê, li dijî xiyaneta PDK’ê û nîzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyanoiyê de wiha hate gotin: “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku bi serokatiya Malbata Barzanî ye, ji ber ku rêveberiya PDK’ê hemû derfetên xwe pêşkêşî dike, bi armanca dijminatiya Kurd, doz û Kurdayetiyê bi dewleta Tirk re li hev dike û bi hedefgirtina Tevgera Azadiya Kurdistanê re. Îmkanên herêma Kurdistanê ji dewleta Tirk re dike û rê dide artêşa Tirk ku zêdetir xaka herêmê dagir bike, astengan çêbike, li sivîlan bigere, qedexeya derketina derve û kontrolê bi temamî li ser parêzgeha Dihokê ferz bike û ewlekarî û aboriya herêmê bike metirsî  Serkirdayetiya PDK’ê ji bo berjewendiyên malbatî bi dewleta dagirker a Tirk re li ser hesabê ewlekarî û pêşeroja herêmê û pirsgirêka Kurd bi giştî xeta xiyanetê û israrkirina li ser wê nîşan dide”.

Daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dagirkeriya Tirkiyê ji bo derbaskirina kirîzên navxweyî destdavêje dewletên cîran û wiha domand: “Divê rêveberiya PDK’ê dîroka êrîşkar û scdar a dewleta Tirk a li dijî pêkhateyên herêmê bi taybet gelê Kurd binirxîne û pêkanîna gelek komkujiyan li dijî wan û lihevkirina bi wan re tê wateya vekirina rê li pêşiya gelek komkujiya  Desthilatdariya MHP û AKP’ê ji ber gelek krîzên siyasî, aborî û civakî, bi windakirina hilbijartinên herêmî yên Nîsana 2024’an, xeteriya windakirina hilbijartinên serokkomariyê û têkçûna rewşa aborî di encama polîtîkayên xwe yên dijminatiyê de hîs kir. Welatên cîran, bi taybetî Sûriyê, û gurtirbûna kirîza penaberan ku Tirkiyê bi îstîsmar û şantajê li ser hesabê wan li Ewropayê digirt, û niha xeleka nijadperestiyê li hember wan berfirehtir dibe. Ji ber vê yekê dewleta Tirk careke din bi çarenûsa xwe dilîze û hewl dide nêzîkbûna xwe bi hikûmeta Sûriyê re bike, ku di encamê de rastî gelek qeyranan bi taybet krîza aborî û penaberan tê û amadebûna xwe ji bo vegerandina peywendiyan nîşan dide bêyî ku ti garantiyek werbigire. Tirkiyê wê dagirkeriya xwe ya li herêmên berfireh ên xaka Sûriyeyê bi dawî bike”.

Di berdewamiya daxuaniyê de ev hate gotin: “Her kes dizane ku Tirkiyê bi serkêşiya hikûmeteke koalîsyonê ya nijadperest û neteweperest li dijî hemû pêkhateyên herêmê û bi taybetî jî li dijî Kurdan rola wêranker lîstiye û niha rastî qeyranan hatiye derfeta nijadperestiyê û navenda rêxistin û fînansekirina terorê ku ji aliyê DAIŞ û yên din ve tê temsîlkirin Ne veşartî ye ku armanca sereke ya dewleta Tirk ji nêzîkbûna bi hikûmeta Sûriyê re, têkbirina projeya rêveberiya xweser a herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ye ku yekîtiya xaka Sûriyê û tevna civakî parastiye, li dijî terorê têdikoşe. Tekezî li ser diyaloga navxweyî li gel hikûmeta Sûriyê û hemû aliyan bo çareserkirina kirîza Sûriyê kir”.

Di dawiya daxuaniyê de siyaseta PDK ê hate şermezarkirin, her wiha bang li hemû gelê Kurdistanê hate kirin: “Em li kantona Efrîn û Şehba siyaseta Partiya Demokrata Kurdistanê ya ku li ser hesabê doza gelê Kurd hevkarê dagirkeriya Tirkiyê dike, şermezar dikin. Em bang li Kurdan dikin ku helwesta xwe ya li ser siyaseta PDK’ê ya hevkariya bi Tirkiyeyê re diyar bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.