Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘ Divê Hikumeta Iraqê dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestek rast be’

06/07/2024
in NÛÇE
A A
‘ Divê Hikumeta Iraqê dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestek rast be’
Share on FacebookShare on Twitter

Şîrovekarê siyasî Elî Hebîb derbarê êrişên dewleta Tirk de got; “Êrişên dewleta Tirk binpêkirina serweriya Iraqê ye, divê Hikumeta Iraqê xwedî helwest be. Dewleta Tirk ji bo armanc û destdirêjiyên xwe yên ser xaka Iraqê, PKK’ê dike hêcet, ev yek jî nayê pejirandin.”

Şîrovekarê siysî Elî Hebî derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê nirxandinên xwe kirin.

Elî Hebîb destnîşankir ku êrişên dewleta Tirk binpêkirina serweriya Iraqê ye û bang li hikumeta Iraqê kir ku dijî êrişan xwedî helwest be.

Êlî Hebîb da zanîn ku Tirkiye dosyaya Partiya Karkerên Kurdistanê ji bo armanc û destdirêjiyên xwe yên ser xaka Iraqê dike hêncet, lê ev yek ne cihê pejirandiniyê ye. Hebîb got ku bêdengiya Hikumeta Iraqê ya dijî êrişan, egera peymanên veşartî ya di navbera Iraq û dewleta Tirk de derdixîne holê.

Dawiya axaftina xwe de şîrovekarê siyasî Elî Hebîb bang li Herêma Kurdistan û Bexdayê kir ji bo ku êrişên Tirkiyeyê werin rawestandin, xwedî helwestek rast bin.

Girêdayî heman mijarê Xelef Xefûr diyar kir ku Tirkiye, ti carî nikare gelê Kurd û PKK’ê tune bike

Nivîskar û Rojnamevan Xelef Xefûr diyar kir ku divê li dijî êriş û dagirkeriya Tirkiyeyê helwest were raberkirin, ji ber ku dibe sedema bi dawîbûna jiyana welatiyan û çandiniya li gundan û wiha got: “Dewleta Tirk nikare planên xwe yên ji bo bidawî anîna PKK’ê pêkbîne. Divê dewleta Tirk doza gelê Kurd di navxweyî de çareser bike, ji ber ku dozek rewaye.”

Dagirkerî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo tunekirina gelê Kurd li pêş çavê cîhanê bi her rê û rêbazê berdewam e. Rojane li gel bombebaran û topbaranên li ser gel û xaka Kurdistanê, leşkerkêşana artêşa Tirk a ji bo Başûrê Kurdistanê berdewam e. Di nava du heftiyan de bi sedan wesayîtên zirxî, tank û bi hezaran leşker derbasî Başûr hatiye kirin û berdewam e. Lê artêşa Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê li gel hemû hêz û piştevaniya NATO’yê nekariye li beramberî hêzên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê serkeftinê bi destbixin.

‘Artêşa Tirk nekariye bigihe armanca xwe’

Rojnamevan û Nivîskar Xelef Xefûr di derbarê mijarê de got ku: “Leşkerkêşan û êrişên dewleta Tirk ji salên 90’î ve berdewam in. Berdewamiya van êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê wê bibe sedema wêrankirina aborî û qirkirina tevahiya Kurdistanê û bidawîbûna çandinî û gelên li gund û çiyayên Kurdistanê. Li vir tişta baş ewe ku artêşa Tirk nekariye di plan, operasyon, dagirkerî û êrişên xwe de serkeftinê bidest bixe. Armanca wî jî tunekirina Gerîlayên Kurdistanê û kantonên Rojavayê Kurdistanê ye.”

‘Iraq dikare bi rêya peywendiyan dagirkeriyê bi dawî bike’

Nivîskar Xelef Xefûr di dewama axaftina xwe de qala rêya rêgirîkirina êriş û dagirkeriya dewleta Tirk kir û wiha domand: “Herêma Kurdistanê di çarçoveya dewleta Iraqê deye. Iraq jî xwedî serweriya xwe bi xweye, dikare bi rêya saziyên hikûmetê mînak wezareta karên derve, helwestek ya çareserker raber bike. Her wiha dikare bi rêya peywendiyan bang li Tirkiyeyê bike ku dawî li van operasyonan bîne. Heman demê de divê helwestek giştîgir, xwepêşandan û meşên girseyî werin lidarxistin û daxwaza bi dawî anîna vê dagirkeriyê were kirin.”

‘Hêzên siyasî û gel divê bi hevre helwest nîşan bidin’

Xelef Xefûr got: “Divê hêzên siyasî yên li Herêmê û Iraqê jî di asta herî jor de bicivin û li dijî vê dagirkeriyê daxuyaniyekê bidin û bang li Tirkiyeyê bikin ku nebe sedema zerer dayîna gelê Herêma Kurdistanê, valebûna gundan û çiyayên Kurdistanê. Ji ber ku beşek giring a aboriya Herêmê li ser çandinî û lawirvaniyê ye. Ev jî li çiya û zinarên Kurdistanê tê kirin.”

‘Gelê Kurd û PKK’ê bi dawî nabe’

Rojnamevan û Nivîskar Xelef Xefûr herî dawî wiha anî ziman: “Dewleta Tirk a dagirker li şûna ku hewla dagirkirina xaka Kurdistanê û tunekirina PKK’ê bide, divê hewla çareserkirina doza gelê Kurd bide, ji ber ku doza gelê Kurd dozek rewaye. Pirsgirêka Kurd, gelê Kurd û hêzeke siyasî ya weke PKK’ê bi dawî nabe. Ji bo wê li şûna ku dewleta Tirk hewl bide dagirkerî û zilmê bike û bibe sedema zirarên madî û mirovî, baştire ku li ser rêyek çareseriyê ji bo doza Kurd bifire.”

Di heman çarçoveyê de û ji ber êrişên dagikeriya tirk li ser Başurê Kurdistanê gelek gundên li derdora herêma Dihokê bi dare zorê hatine valekirin û gelek zevî jî ji ber êrişên dagirkeriya tirk şewitîne û malên gundiyan jî ji ber topbaranê xirabûne.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin, di çarçoveya planên dagikirinê de artêşa Tirk gundê Guherzê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve topbaran kir.

Li gorî agahiyan artêşa Tirk raste rast gund topbaran kiriye, ji ber êrişê gelek xaniyên welatiyan xirab bûne. Her wiha wesayîtek ya welatiyan jî ziyan dît. Li gorî dîmen û wêneyan, ziyanek mezin gihiştiye xaniyên welatiyan, derî û pencere şikestine.

Ji ber êrişa dewleta Tirk tirsek mezin ket nava xelkê gund. Zarok heya danê siharê nekarîn ji ber êrişan razin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.