Navenda Nûçeyan
Dewleta Tirk di van 5 salên dawîn de bi taybet piştî şerê Ukrayna û Rûsyayê di warê dron û hêza berevaniyê li pêş xistiye, hem jî 1400 projeyên çekan pêkaniye. Di dema heyî de jî hewlên pêşxistina hêza xwe ya çekdarî di lûtkeya NATO’yê de bêtir dike.
Di demeke wiha de ku guherîn di blokên siyasî yên cîhanî çêdibin û dewletên desthilatdar xwe bi çek dikin, dewleta Tirk dixwaze di NATO’yê de hêz û bandora xwe ava bike.
Dewleta Tirk a ku berê çek ji kargehên Ewropî dikirîn, niha çekên ku ew çêdike, difiroşe 40 dewletên Kendava Erebî, Afrîkî, Asya û Ewropa, aliyên ku wan dikirin jî dibêjin ev çek zû digihêjin me û baştir in ji yên dewletên din.
Hikumetên Ewrûpî piştî şerê Ukrayna û Rûsyayê mijara ewlehiyê ji nû ve dinirxînin û ji garantiyên Amerîkî derbarê gelek mijaran de biguman in, gelek endamên NATO’yê Tirkiyê ne tenê wekî kelehek leşkerî li ser baskê başûrê rojhilatê hevpeymaniyê dibînin, lê wekî hevkarên pîşesaziya jî dihesibînin. Enqere bi hêvî ye ku mêvandariya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump û serokên din ên NATO’yê di civîna lûtkeyê ya meha bê de dê firotina çekan û hilberîna hevbeş li bazarên rojavayî, bi taybetî li Yekîtiya Ewropayê, zêde bike. Di dema heyî de kargehên Tirkî bi astengiyên binesaziyê re rû bi rû dimînin.
Reutersê di raporeke xwe de daneyên bazirganiyê nîşan dide ku hinardekirina çekên parastinê yên Tirkiyê, tevî dronên şer ên herî bi hêz ku ji hêla hêzên Ukraynayê ve têne bikaranîn, ji sala 2021’ê û bi şûn de ji sê qatan zêdetir zêde bûye û gihîştiye 10 milyar dolarî, da ku nêzîkî 3.7 ji sedî ji tevahî hinardekirinê ji aboriya bazarên mezin ên mezin pêkbîne. Hinardekirina bo Ewropa û Dewletên Yekbûyî di hema hema çar qat zêde bûye û gihîştiye 5.6 milyar dolarî.
Ev mezinbûn tekeziyê li ser pêşveçûna hêza xweparastinê ya xwecihî nîşan dide, tê de hilberînera dronên Baykar û Turkish Aerospace Industries (TAI) û kargehên piçûktir ên wekî Arca Defense û Kale hene. Piştgiriya berdewam a hikumetê, zincîrên dabînkirinê yên hêsan û amadebûna ji bo pergalên çekdarî bibin heman ast, hem jî li gorî hewcedariyên kirîdaran. Van kargehan hiştiye ku xwe bixin nav asta bazarên rojavayî.
Ajansa Pîşesaziyên Parastinê ya Tirkiyê dibêje ew armanc dike ku di nav du salan de hinardekirina çekên xwe du qat bike û dahatiyek girîng çêbike ji ber ku ew dixwaze deynên xwe bide û pêşkeftinên bêtir bi dest bixe.
Ewlekariya Tirkiyê ji ber cihê wê di navbera du şerên sereke yên berdewam de ye, li cihekî Ukrayna û Îran jî li hêleke din.
Di dema heyî de dewleta Tirk dibîne ku kêmasiyên di parastina hewayî, balafir û tankan de hene, ev pirsgirêk dikarin bi rêya peymanên bazirganî û teknolojiyê werin çareser kirin.
Tirkiye bi qasî ji sedî 65 dronên şer ên cîhanê dabîn dike û ew jêdereke sereke yê cebilxaneyê ye. Herwiha firkateyan, keştiyek balafiran, pergalên parastina hewayî û wesayîtên zirxî hildiberîne, an jî plan dike ku hilberîne.
Endonezyayê sala bûrî ragihand ku ew ê 48 balafirên şer ên Tirkiyê bikire û niha di bin pêşveçûnê de ne.
Rayedarên Tirk diyar kirin ku sektora parastinê dê di civîna bilind a NATO’yê ya li Enqerê ya 7 û 8’ê Tîrmehê de bibe mijarek sereke.
Daneyên ji Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) nîşan didin ku mesrefên leşkerî yên cîhanî di pênc salên beriya 2025’an de ji sedî 24 zêde bûne û gihîştine nêzîkî 2.9 trîlyon dolarî, di nav de li Ewropayê jî ji sedî 75 zêdebûn heye. Di heman heyamê de, Ajansa Pîşesaziyên Parastinê ya Tirkiyê hejmara projeyên lêkolîn û pêşveçûnê tekez dike ji du qatan zêdetir zêde bûye û gihand bêtirî 1400 projeyên berevaniyê.
Şîrovekarê leşkerî Arda Mevlutoglu diyar kir ku şert û merc ji bo xurtkirina hevkariya bi Ewropayê re guncav in ger astengiyên siyasî werin derbaskirin û got, “Ewropa hewceyî çareseriyên ku dikarin zû werin bicîhanîn e, lê bidestxistina vê yekê ji bo hevkarî bi rêkûpêk bimeşe, vîneke siyasî ya di asta herî bilind de pêwîst e, Tirkiyê di qonaxek ji nûvebicihkirin û sererastkirina stratejiya xwe ber bi Ewropa û NATO’yê ve diçe.”






