Kurdyar Dirêî
Bangên ji bo yekîtiya neteweyî di nava guhertin û veguhertinên kûr yên li Rojhilata Navîn rûdidin, xwedî girîngiyeke bêhempa ne. Guhertinên jeopolîtîk ên bilez û ji nû ve diyarkirina pergal û hevsengiyên hêzê li herêmê, hêzên Kurdî neçar dikin ku gelek amûr û retorîka xwe ya siyasî ji nû ve binirxînin û ji qonaxa dirûşmeyan derbasî qonaxa avakirina saziyên neteweyî yên hevgihînbûnê bibin. Di vê çarçoveyê de, bangên Rêber Abdullah Ocalan ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd wekî hewldaneke ji bo rêvekirina li ber danûstendinên cidî di derbarê pêşeroja têkiliyên di navbera hêzên cihêreng ên Kurdî de derdikevin pêş. Lêbelê, serkeftina her bangekê ji bo yekîtiyê, ne tenê girêdayî asta hêza gotaran tê pîvandin, lê bi şiyana wê bangê ya veguherîna mekanîzmayên pratîkî û hêza saziyên mayinde, yên ku dikarin cûdahiyên siyasî birêve bibin û wan ber bi xizmeta berjewendiyên neteweyî yên bilind ve bibin tê pîvandin. Ezmûnên Kurdan di dehsalên borî de îspat kirine ku pirsgirêka bingehîn ne hebûna cûdahiyên rewşenbîrî an siyasî bû, lê nebûna çarçoveyeke neteweyî ya hevgihînî bû ku dikare van cûdahiyan organîze bike û wan veguherîne çavkaniyeke hêzê. Cûdahî di her civaka siyasî de diyardeyek xwezayî ye, lê metirsiya wê, dema ku cûdahî dibe cîgirê hevkariyê, an jî dema ku pêşbaziya siyasî vediguhere rewşeke polarîzasyona mayînde, dest pê dike. Ji ber vê yekê girîngiya bangên dubarekirî ji bo kongreke neteweyî ya berfireh a Kurd heye. Kongire bi serê xwe ne armanceke, lê belê amûrek e ji bo avakirina bingeheke hevpar di navbera hêz û aktorên siyasî, civakî û çandî yên cihêreng de ye . Ew di heman demê de derfetekê pêşkêş dike ku ji danûstandina herdem tawanbariyan li himber hev bikar tînin derbas bibe û li ser pirsgirêkên bingehîn ên ku gelê Kurd li hemî beşên Kurdistanê pê re rû bi rû ye guftûgo bikin .
Her kongreyeke neteweyî ya serketî divê ji sloganên giştî derbas bibe û pirsgirêkên pratîkî û zelal çareser bike, di nav de: destnîşankirina berjewendiyên neteweyî yên hevpar ên ku dikarin bingeha hevkariyê di navbera aliyên cihêreng de çêbikin, avakirina mekanîzmayan ji bo birêvebirina nakokiyên siyasî bêyî ku serî li tawanbariyên xiyanetê û gurkirina medyayê li himber hev bidin, lihevkirina li ser prensîbên giştî ji bo parastina destkeftiyên Kurdan li herêmên cûda, xurtkirina rola jin, ciwan û rewşenbîran di biryardana neteweyî de û afirandina kanalên berdewam ji bo diyalog û hevrêziyê di navbera hêzên siyasî de. Wekî din, serkeftina kongrê hewcdariya wê bi beşdariyeke berfirehheye, ku tenê ne girêdayî partiyên siyasî be, ji partiyên siyasî wêdetir be. Yekîtiya neteweyî ne tenê meseleyeke partîti ye, lê belê meseleyeke civakî ye ku beşdariya akademîsyen, rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl, jin, ciwan û kesayetên welatperwer yên serbixwe hewce dike. Berevajî vê, berdewamiya gotar;n înflamasyon ( bînteng) û tohmetkirina hevdu bi xiyanetê, xizmeta tu projeyeke neteweyî nake. Pêwiste zanibin ku Gelên destkeftiyên stratejîk bi dest xistine, ew in yên ku karîbûn di navbera nelihevkirinên xwe yên cûda de, tevî nakokiyên siyasî yên berdewam, bingeheke hevpar ava bikin .
Îro, Kurd bi pirsgirêkek bingehîn re rû bi rû ne: çawa qurbanî û destkeftiyên xwe yên girîng veguherînin projeyeke siyasî ya domdar? Ev armanc nikare bi serdestiya komekê li ser komeke din, ne jî bi dûrxistina ti pêkhateyeke siyasî an civakî were bidestxistin, lê bi avakirina hevkariyeke neteweyî ya li ser bingeha diyalog û rêzgirtina hevbeş; têye avakirin û bidest xistin . Qonaxa heyî hişmendiyek nû dixwaze ku ji pirsa “Kî çêtirîn Kurdan temsîl dike?” derbas bibe û bibe pirseke girîngtir: “Hemî hêzên Kurdî çawa dikarin bi hev re bixebitin da ku berjewendiyên hevpar biparêzin?” Pêwiste zanibin ku Yekîtî nayê wateya jiholêrakirina nakokiyan, lê belê ew tê wateya çawaniya birêvebirina wan, di çarçoveyeke neteweyî ya berfireh de. Ji ber vê yekê, nirxa rastîn a her bangewaziyekê ji bo yekîtiya neteweyî, ne di axaftin an di daxuyaniyan de ye, lê di şiyana wê ya hilberandina gavên pratîkî, saziyên hevbeş û konfgreke neteweyî ya berfireh de ye, ku deriyê qonaxeke nû ya çalakiya hevbeş a Kurdan vedike. Tenê wê demê em dikarin ji axaftina li ser yekîtiyê derbasî pratîkkirina yekîtiyê bibin, û ji bilindkirina dirûşmeyan derbasî avakirina hevkariyên neteweyî bibin, ku bikaribin bi pirsgirêkên pêşerojê re rû bi rû bimînin û di asta hilgirtina pirsa kurdî de bin.






