Wednesday, June 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

82 xelatgirên Nobelê banga garantîkirina Mafê Hêviyê kirin

09/06/2026
in NÛÇE
A A
82 xelatgirên Nobelê banga garantîkirina Mafê Hêviyê kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

82 xelatgirên Nobelê  bi nameyeke nû banga pêkanîna biryara 2014’an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo û mafê hêviyê, kirin.

Koma ji 82 xelatgirên Nobelê nameyeke nû ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand. Di nameyê de hate xwestin ku biryara 2014’an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo bê bicihanîn û “mafê hêviyê” bê garantîkirin.

Ev bang bû banga sêyemîn ku di nava sê salên dawî de ji aliyê Xelatgirên Nobelê ve li Komîteya Wezîran tê kirin. Di nameyên beriya niha de işaret bi mercên tecrîda giran ên ragirtina Rêber Apo hatibû kirin, piştgirî ji “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” re hatibû dayin û hatibû xwestin ku “mafê hêviyê” jî di nav de mafên wî yên hiqûqî bêne naskirin.

Bang beriya civîna Komîteya Wezîran hate kirin ku wê mijara mafê hêviyê jî lê bê nîqaşkirin.

Rêber Apo li tevahiya Rojhilata Navîn ji bo aştiyê dengekî girîng e

Xelatgirên Nobelê di nameya xwe ya dawî de bi bîr xistin ku Rêber Apo yek ji wan kesayetên bingehîn e ku pêvajoya aştiyê ya heyî ya li Tirkiyeyê daye destpêkirin. Di nameyê de hate destnîşankirin ku Rêber Apo ne tenê ji bo Tirkiyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn ji bo aştiyê dengekî girîng e.

Hate gotin, di demekê de ku li Rojhilata Navîn şer giran dibe, helwesta bi biryar a Rêber Apo ya li ser diyalog û çareseriya demokratîk, roleke çêker lîstiye. Xelatgirên Nobelê diyar kirin ku vê nêzîkatiyê berê rêxistin û civaka Kurd da rêyên çareseriya aştiyane.

Di nameyê de hate ragihandin ku bandora Rêber Apo ji sînorên Tirkiyeyê derbas bûye, li herêmên Kurdan ên li Sûriye û Îranê li ser pîvanên çareseriya siyasî û xurtkirina tevlîbûna demokratîk û kêmkirina rageşiyê bi bandor e.

PKK’ê di sala 2025’an de bi rengekî yek alî agirbest ragihand

Kesayetên ku xelata Nobelê wergirtine işaret bi pêşketinên şênber ên sala dawî jî kirin. Di nameyê de hate bibîrxistin ku PKK’ê di sala 2025’an de bi rengekî yek alî agirbest ragihand, piştre guhertinên rêxistinî kir û ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî gav hatin avêtin.

Di nameyê de hate gotin, ev gav û pêşketin îradeyeke berfireh a li ser jiyana bi hev re û aştiyê nîşan dide û hate destnîşankirin ku gavên navborî yên hatin avêtin li wan pîvanan tê kir ku Xelata Aştiyê ya Nobelê jî xwe dispêre wan.

Xelatgirên Nobelê her wiha işaret bi bûyerên sazûmanî yên li Tirkiyeyê jî kirin. Hate ragihandin ku danûstandina yekser a Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîlî ya li Meclîsê ya bi Rêber Apo re, pêşketineke girîng e.

Her wiha hişyarî hate dayin ku li gel vê yekê jî çarçoveya “têkoşîna li dijî terorê” ya heyî li pêşiya diyalogeke bi wate û pêvajoya lihevkirina civakî hîn jî astengî ye.

Rêber Apo bê berdan û derfet jê re bê afirandin

Xelatgirên Nobelê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin ku ji bo bicihanîna biryara 2014’an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gavên şênber biavêje. Di nameyê de hate gotin, bicihanîna ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî, ravekirina statuya hiqûqî ya Rêber Apo û tevlîbûna wî bi rengekî bi wate li pêvajoya aştiyê, gaveke bingehîn e.

Di nameyê de wekî din hate xwestin ku Rêber Apo bê berdan û derfet jê re bê afirandin ku bi rengekî tam, bêsînor û azad beşdarî hewldanên aştiyê bibe.

Xelatgirên Nobelê diyar kirin ku tevlîbûna xurt û daîmî ya civaka navneteweyî ya li pêvajoyê, ji bo piştgiriya bi pêşvebirina demokrasiyê û têkbirina destwerdana aktorên dixwazin pêvajoya çareseriya aştiyane sabote bikin, gelekî girîng e.

Name bi vê gotinê bi dawî bû: “Di vê kêliya krîtîk de pêwîstiya cîhanê bi lezgînî bi lîderên dilsozê aştiyê heye.”

Hin ji Xelatgirên Nobelê yên mohra xwe danîn binê nameyê bi vî rengî ne: Jody Williams, Şirin Ebadi, Carlos Filipe Ximenes Belo, Mairead Corrigan, Ellen Johnson Sirleaf, Oleksandra Matviichuk, Kailash Satyarthi, Peter Agre, Richard Henderson, Brian K. Kobilka, Herta Müller ve Elfriede Jelinek.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Golikê beş!
ROJEV

Bangên ji bo yekîtiya Kurdan çawa dikarin bibin projeyeke siyasî ya rastîn?

09/06/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
NÛÇE

Yekîtiya Kurdî Mercekî Hebûnê Ye Di Serdema Veguherînên Mezin de

09/06/2026
Hewlên dewleta Tirk têkildarî pêşxistina hêza çekdarî bêtir dibin
NÛÇE

Hewlên dewleta Tirk têkildarî pêşxistina hêza çekdarî bêtir dibin

09/06/2026
‘Yekîtî bûye şertek bingehîn ji bo parastina hebûna neteweyî ya Kurd’
ROJEV

‘Yekîtî bûye şertek bingehîn ji bo parastina hebûna neteweyî ya Kurd’

09/06/2026
82 xelatgirên Nobelê banga garantîkirina Mafê Hêviyê kirin
NÛÇE

82 xelatgirên Nobelê banga garantîkirina Mafê Hêviyê kirin

09/06/2026
Endamên Talîbanê jinek Kurd û keça wê li Afganistanê kuştin
JIN

Endamên Talîbanê jinek Kurd û keça wê li Afganistanê kuştin

09/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.