Rojnameya Ronahî

Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye

Navenda Nûçeyan

Şoreşa Rojava ku wekî Şoreşa Jinê tê pênasekirin bi pêşengtiya jinan textê desthilatdaran hejand û bingeha pergala nû ava kir. Lewma dagirker jinên pêşeng dikin hedef.

Di demeke ku jin bi êrîşên zîhniyeta baviksalariyê yên wekî kuştin, îşkence, darvekirin, tecawizkirin û komkujiyê re rû bi rû dimînin de, Tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê bi têkoşîna dijwar hem êrîşan têk dibe, hem jî dîrokê ji nû ve dinivîse.

Ev têkoşîna nêzî 50 salan, li Rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de veguherî şoreşê. Jinan li Rojava di warê leşkerî, siyasî, çandî, aborî û hunerî de pêşengtiya avakirina sîstema demokratîk kirin. Lewma 19’ê Tîrmehê wekî Şoreşa Jinê tê pênasekirin.

Jinan di heman demê de textê desthilatdar û dagirkeran jî hejand, xeta azadiyê li cîhanê belav kir. Lewma dibin hedefa her cure êrîşên dagirkeran.

Tenê ji 8`ê Adara 2023`an heta 18`ê Çileya 2024`an, ji qada leşkerî heta qadên siyasî, civakî û ragihandinê hemû xebatên jinan bûn hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê jinên pêşeng dike hedef.

Şervana YPJ`ê Mezra Botan

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Mezra Botan (Çîçek Kiliç) ji bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê ye. Sala 2015`an tevlî Tevgera Azadiyê dibe û piştre jî berê xwe dide Şoreşa (Rojava) û di nava refê YPJ`ê cihê xwe digire. Bi kelecan, dilgermî û jîrbûna xwe li gelek eniyên berxwedanê yên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê berevaniya destkeftiyan kir. Wexta ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2019’an êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kirin, Mezra Botan jî wekî rêhevalên xwe di eniyên pêş ên berxwedanê de cihê xwe digire.

17`ê Hezîrana 2023`yan li bajarê Eyn Îsa di encama bombebaran dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Pêşengên jin Leyman Şiwêş û Yusra Derwêş

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo (wê demê kanton bû, niha girêdayî Kantona Cizîrê ye) Rihan Amûdê (Leyman Şiwêş) a ji navçeya Amûdê sala 1985`an tevlî xebatên civakî; sala 1989`an jî tevlî refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Di rêwîtiya lêgerîna azadiya jin de 38 salên jiyana xwe li gelek herêmên Kurdistanê bi têkoşînek bêhempa da meşandin.  6 mehan ji aliyê PDK’ê ve tê girtin. Di sala 2008`an de derbasî Rûsyayê dibe û 7 salan kar dike. Di salên cuda de li Başûrê Kurdistanê jî xebat dimeşîne.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re biryara vegera warê xwe dide; li bajarên Kobanê û Minbicê têkoşînê dimeşîne. Herî dawiyê wekî cîgira Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo erk girt ser xwe. Roja 20’ê Hezîrana 2023’yan di êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de, li gel Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş şehîd bû.

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş ji navçeya Amûdê ye; di salên 1980`î de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike; tevlî xebatên hunerî dibe.  Li hemberî desthildariya hikumeta Şamê serî natewîne û zarokên Kurd ên li herêmê fêrî zimanê wan ê dayikê dike. Beşdarî xebatên rêxistinî dibe; li gelek bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê têkoşînê dimeşîne û di salên 1990`î de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê dike.

Bi destpêkirina Şoreşa Jinê re ew jî bi awayekî çalak cîh digire, herî dawiyê wekî Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo erk digire.

20`ê Hezîrana 2023’yan, di navbera bajarê Qamişlo  û navçeya Tirbespiyê de li gel Cîgira Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Rihan Amûdê (Leyman Şiwêş) û endamê Meclisê Firat Tûma di  êrişa balafira dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Hedefgirtina seyareya Jin TV

Li ser rêya di navbera bajarê Qamişlo – navçeya Amûdê de 23`ê Tebaxa 2023`an dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov wesayita Jin Tv bombebaran kir. Di encamê de karmendê TV’yê Necmedîn Feysel şehîd bû û nûçegihana TV’yê Delîla Egîd jî bi giranî birîndar bû.

Fermandar Şervîn û du hevrêyên wê

Fermandara YPJ`ê û endama fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervîn Serdar (Îman Mehmûd Derwêş) a ji navçeya Tirbespiyê 1998`an de tevlî nava refên Tevgera Azadiyê dibe. Piştî salên dirêj berê xwe dide Şoreşa 19`ê Tîrmehê; di gelek pêngavên parastina herêmê de cih digire, 25 salên jiyana xwe bi şoreşgeritiyê derbas dike û bi hişmendiya azadiya jinê erka xwe pêk tîne. Fermandar Şervîn Serdar di qada siyasî û dîplomasiyê de jî xebat dide meşandin.

Şervana YPJ`ê Nûcan Ocalan (Şîlan Mihemed Ehmed) a ji bajarê Minbicê di demeke ku êrişên dagirkeriyê li dijî herêmê zêde bûn de, bi rihê fedekariyê tevlî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibe.

Şervana YPJ`ê Canda Cûdî (Sara Mihemed Ebdî) jî ji bajarê Girê Spî ye. Piştî dewleta Tirk a dagirker bajarê wê dagir kir, tevî ku dayika 2 zarokan bû jî bi hêrsa tolhildanê tevlî nava refên YPJ`ê dibe. Bi wêrekî, fedakarî û cîhgirtina di eniyên pêş de dihat nasîn.

Roja 15`ê Îlona 2023`an li Başûr Minbicê wesayîta ku Şervîn Serdar, Nûcan Ocalan û Canda Cûdî tê de bûn, ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hat bombebaran kirin. Di encama êrîşê de hersê têkoşer, şehîd bûn.

Zelal Zagros xwedIya têkoşîna 31 salan e

Pêşenga jin û Endama Rêveberiya Kongra Star Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) ji gundê Silindir ê navçeya Amûdê ya Kantona Cizîrê ye. Sala 1993`yan û li li Şamê tevlî Tevgera Azadiyê dibe. 15 salan li çiyayên Kurdistanê, li Ermenistanê jî 6 salan wekî jinek pêşeng û şoreşger xebatê dimeşîne. Li gel destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê vedigere Rojava û di avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê de cih digire. Piştî rizgarkirina Dêrazorê, li wir kar dide meşandin.

Herî dawiyê di çarçoveya xebatên belavkirina feraseta azadiya jinê de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Jina têkoşer Zelal Zagros li Kerkûkê 18`ê Çileya 2024`an di êrişeke siûqastê de hate şehîdxistin.

Feraseta qirker û faşîst a dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên terorî yên ku li hemberî jinên pêşeng û têkoşer  pêk tîne, şoreşa azadiya jinê taybet dike armanc. Ev êrîş, êrîşên siyasî ne û li ser bingehê konsepta înkar û îmhayê tên pêkanîn. Dewleta Tirk a ku bi polîtîkayên daîreya şerê taybet tê rêvebirin, tola têkçûna DAIŞ’ê radike. Fermandarên jin ên ku bi awayekî pêşeng tekoşîna li dijî DAIŞ’ê dane meşandin û li tevahî cîhanê bi nav û deng bûn, mohra xwe li dîrokê dan û bûn rûmeta tevahî gelên azadîxwaz, bi awayekî zanebûn ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve tên armanc girtin.

Federasyona Gaziyên Bakur-Rojhilatê Suriyê; Sorxwîn Rojhilat

Di dîroka 11’ê Sibata 2024’an de balafirên bê mirov ên dewleta dagirker û faşîst a Tirk li beramberî Federasyona Gaziyên Bakur-Rojhilatê Suriyê êrîşeke namerdane pêk anî. Di vê êrîşê de fermandar û rêhevalên me Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûn. Fermandar Sorxwîn (Fatma Sakan) di sala 1985’an de di nava malbateke xwedî çanda berxwedaniya netewî, li bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vedike. Fermandar Sorxwîn ji eşîra Celaliyan e ku li hemberî dagirkeran ala serhildanê rakirin û heta roja me ya îro jî tu car serî netewandin. Kesayetên mîna Şîrîn Elemhûlî û Zeynep Celaliyan bûn şopdarên vê çanda berxwedanê û îro jî fermandar Sorxwîn bi helwesteke netewî di kesayeta xwe de serhildêriya jina Kurd a dîrokî esas girt û her kêliya jiyana xwe ji bo azadiya jin û gelê xwe bê dûdilî têkoşîn kir.

Di sala 2014’an de dema ku hovîtiya DAIŞ’ê li bajarê Kobanê giha asta lûtkeyê, jinên ciwan ji bakur, ji başûr û ji rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Kobanê destanên lehengiyê nivîsandin. Berxwedaniya hevrê Sorxwîn û ya tevahî şervanên YPJ’ê li cîhanê deng veda. Bi vî rengî jin herikîn qadan û bi sedan jinên enternasyonal berê xwe dan warê Rojavayê Kurdistanê.

Fermandar Sorxwîn di şerê xwe yê li hemberî DAIŞ’ê de, bi taktîkên xwe yên dewlemend, bi cesaret û dilwêrekiya xwe ve xofeke mezin xiste dilê neyaran. Bi vî rengî hevrê Sorxwîn bû pêşenga şerê Kobanê û gelê Kobanê jî xwedî li fermandara xwe ya dilwêrek û keça xwe Sorxwîn derketin.

Fermandar Sorxwîn di berxwedaniya li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê de bi awayekî giran birîndar dibe û ji bo ku gelê xwe ji tarîtiya DAIŞ’ê biparêze roniya çavê xwe feda kir. Her çendî hevrê Sorxwîn giran birîndar dibe, lê nirxandina Rêber APO ya ku dibêje; “Gazî şehîdên me yên nemir in” ji bo xwe esas digre û bê ku kêliyekê raweste heta dawî di berxwedaniya dîrokî ya Kobanê de cihê xwe digre. Bi vî awayî xwedî li nirxên azadiya jin derket û di pêşxistin û mezinkirina YPJ’ê de, bû xwedî rol û mîsyoneke girîng.

Fermandar Sorxwîn sembola egîdiya jinan e. Di şer û jiyana xwe de bû îfadeya sekna jina wêrek, ji xwe bawer û dilsoz. Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ku bi pêşengtiya Jîna Emînî ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê belavî tevahî cîhanê bû, yekemîn çirûska xwe ji lehengên mîna Şîrîn Elemhûlî, Jiyan Mako, Sorxwîn Rojhilat û Zeynep Celaliyan wergirt. Her yek ji van jinên leheng bi cesaret û fedekariyeke mezin, rêya azadiyê ji bo jinên Rojhilatî, Fars û ji bo tevahî jinan nîşan dan.

Herî dawî jî fermandar Sorxwîn weke fermandareke gazî di Federasyona Gaziyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî de ji bo hevalên xwe yên gaziyên şoreşê erkên girîng dabû ser milê xwe. Hevrê Sorxwîn bi zanistiyeke kûr, ji her hevalek xwe yên gazî re bû çavkaniya hêz û coşê. Ne tenê bi xebatên gaziyan re sînordar ma, herî zêde jî hewlda ku ji pirsgirêk û pêşxistina gel û jinan re çareserî biafirîne û bi vê yekê re jî di dilê gel û jinan de cihê xwe girt.

Şervana azadiyê; Azadî Dêrik

Hevrê Azadî Dêrik (Emîne Seyîd Ehmed) jî di sala 1982’an de li bajarê Dêrika Hemko ji dayîk dibe. Hevrê Azadî di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Dema ku çirûska şoreşa Rojavayê welat ronî dibe, berê xwe da nava refên şoreşê û di yekîneyên destpêkê yên parastina jin de cihê xwe girt. Hevrê Azadî bi sekna xwe ya dilsoz ji bo azadiya gelê xwe bê hesab, bê didulî têkoşiya. Ji destpêka şoreşê heta kêliya xwe ya dawî, xwe di xeta parastina rewa de kûrkirin esas girt. Li ser bingehê pîvanên Şerê Gelê ê Şoreşgerî weke fermandareke pêşeng şerê azadiyê da meşandin. Bi sekna xwe ya dilnizim bû mînaka milîtaniya jina azad. Hevrê Azadî bi girêdan û dilsoziyeke mezin ji bo mayîndekirina şoreşa jin di hemû qadên şoreşê de bi awayekî aktîf cihê xwe girt.

Herî dawî li ser bingehê pêşniyar û daxwaza xwe hevrêya me Azadî derbasî xebatên federasyona Gaziyên şer bû. weke berpirsa kar û barên hevalên gazî kedeke mezin da raber kirin. Her wiha ji bo parastin, perwerdekirin û dermankirina hevalên gazî bi gelek saziyên herêmî û navnetewî re kar û xebat da meşandin. Bi dildariyeke mezin, bi berpirsyariyeke şoreşgerî û eşqa hevaltiyê yek bi yek bi hevrêyên xwe yên gazî re eleqedar bû û di avakirina Federasyona Gaziyên Şer ên Bakûr û Rojhilatê Sûrî de roleke mezin hilgirte ser milê xwe. Hevrê Azadî di hemû qadên şoreşê de bi coş û kelecaneke mezin li berxweda û têkoşîna azadiyê da meşandin.

Meşa li ser xeta jina azad

Wekî bi hezaran jinên pêşeng, 7 şehîdên dawiyê jî bi kesayet û jiyana xwe xelekek din li ser xeta azadiya jinê zêde kirin. Lewma li pey wan bi hezaran jinên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê ala wan bilindtirkirin.