Rojnameya Ronahî

‘Ramanê Rêber Apo riya Çareserîya Doza Gelên Rojhilata Navîn e’

Argêş Gewda/Qamişlo

Endamê Partiya Sûriya Pêşeroj Cahid Hesen destnîşan kir felsefeya Rêber Apo ji bo tevahiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn rêya çareseriyê ye û go, “Doza Gelê kurd û ya filestînê jî dozeke mafdare û pêwêste gelên cîhanê piştgriyê bidin dozên gelên azadîxwaz.”

Di derbarê geşedanên Rojhilata Navîn bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, endamê Partîya Sûriya Pêşeroj Cahid Hesen bersiva pirsên rojnameya me da.

– Şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de çiqas dikare bandoriyê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike?

Şerê Hemas û Îsraîlê, bandora xwe bi rengekî rasterast li ser heremê dike. Heman demê de li ser Sûriyê giştî û taybet li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bandorek xwe ya berbiçav heye. Em dizanin tevayî hêzên hegemon yê li  bi bandor li Sûriyê wek hêzên çekdarî hene. Ji bo wê dema çalakiya Hemas ya Cotmehê pêk hatiyê, ji ber ku hêzên li Sûriyê de amade çi weke dewlet, çi weke hêzên milîs,  hebûna wan hêzan li ser axa Sûriyê heyî, beşekî ji van hêzan piştgiriya Îsraîl’ê û beşekê ji van jî piştgiriya rêxistina çekdarî a Hemas‘ê kir. Ji bo vê li ser erdê, teybet li Dêrazorê bandorekî vî şerî li ser herêma me jî kir. Di bin nave dijîtiya hêzên koalîsyonê de bi teybet jî DYA di herêmê jî ew tevlîhevî şixuland, bi teybet li herêma Dêrazorê. Dîsa dewletaTirk a dagirker xwest wekî her car ji vî şerî jî sûd bigire û erîşên xwe li ser herêmên me zêde bike. Cara yêkemîn bû ku şewazekî hovane binesaziyên heremê û cihên gel yên jîyanê hatin armancgirtin. Cihên xazê, petrol, av, elektrîk û her wiha gelek cihên binesaziyê di nav armanca êrîşên aliyê dewleta Tirkya dagirker de bûn. Weke em dizanin dewletaTirkalîgirek bû ku çekdarên Hemasê jibo çalakiyek vî rengî pêk bîne. Ji ber ku heremê de rêyek bazirganî ya nû dihat vekirin. Li Hindistanê heya Ewropa û welatên Beravê û Israîl dixist di nav xwe de. Ji ber ku dewletaTirkji rêya bazirganîyê bê par dima careke bu ku rêyekî hosa di alîyê bazirganîyê da xwedî girîngîyek jeopolîtîk hatiye çêkirin, dewleta Tirk li heremê de bê par dima. Jibo wê giştî em dikarin bibejin şerê Israîl û Hemasê bandorekî neyênî li ser herêma me jî kiriye. Êrîşên ser binesazîyê zêde bûne.

– Doza hevpar a ku gelê Filestîn û gelê Kurd tîne heman ristê, çî ye? Rêya çareseriyê ji bo çareserkirina dozê çi ne?

Doza Kurd û Filîstîn du dozên giring yên herêma Rojhilata Navîn in. Heta ku ev her du doz bi rêbazekî demokratîk li Rojhilata Navin de neyên çareserkirin, ev pirsgirek û aloziya li herêmê zû çareser nabe. Ji ber her du gel jî,  gelê resen yên Rojhilata Navînin. Heta niha doza wan hem ne hatiye çareserkirin, hem jî timî hêzên hegemon û hêzên kevneperest yên heremê, çi raste rast be çi bi rêbazek xapînok be nahêlin ev doz bên çareserkirin. Ji van aloziyan ji bona berjewendiyên xwe bikartînin. Em wek gelê Kurd û Kurdistanê li gel çareseriya doza gelê Filistînê ne. Em rêbazê çareseriyê di vê de dibînin û şêwazekî demokratîk û her du gel jî hev du nasbikin. Ne bi rêbazek  avakirina du dewletên netewî, ji ber ku avakirina du dewletên netewî alozî û gengeşîya ku heyî dê kurtir bike çareser nake. Ji bo hem doza gelê Kurd û hem doza gelê Filistînê bi rêbazên demokratik û federal pergaleke konfederal pêwîste bê çareserkirin. Gelê Kurd û tevgera Kurd ya azadîyê her tim li gel doza gelê Filistinê bûye. Lê ne bi rêbazên ku Hemas jî kar tine. Ew rebaz pirsgirêkê kurtir dike û rêyên çareserîyê qut dikin. Ji ber ku Hamas û çekdarên xwe ji gelek alîyan we tên bi karanîn. Bi teybet jî dewletaTirkya dagirker, Hemasê sud werdigire û jibona berjewendîyê xwe bikartîne. Jibo wê rêbazên Hamasê em wek gel û tevger napejirînin û rêbazên wisa jî ne rêbazê çareseriyê ne. Rêbazên çareserkirina alozîyê tênê ramanên Rêberê Rojhilata Navîn û Rêber Abdullah Ocalan ra veşartiye.

– Dewleta Tirk ya dagirker gef û êrîşên xwe yê li ser herêmê zêde kirine, ji bona pêşîgirtina li wan gef û êrîşan di asta navtewî de pewîste çi were kirin?

Li ser gefên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk dijbertiya wî ji gelê Kurd re dijbertiyek dîrokiye û li her çar parçê Kurdistanê hem deskeftiyên gelê Kurd naxwaze û astenge li pêşiya riyên çareseriyê, bi teybet a niha rêbazekê bi raste rast li sê parçê Kurdistanê êrîşên xwe tundtir dike. Li Bakurê Kurdistanê hem li ser Rêber Apo êrîşên 26 salin berdewam dike û bi awayekî işkenceya derûnî bi sala ye li ser Rêber Apo dide meşandin. Dîsa piştî li sala 2015‘an siyaseta çokdanînê  ya li hemberî tevgera Kurd, êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser gelê Kurd zêde kir. Li ser Başûr‘ê Kurdistan jî bikaranina çekên kimyavî û qedexekirî dide şixulandin. Dîsa li ser rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêka 2011‘an  heya rojame ya îro jî êrîşên xwe yên dagirkeriyê û tinekirina gelê Kurd didomîne. Ev dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî dîsa êrîşên xwe yên rojane li ser binesaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dîsa armanç girtina peşengên şoreşê û şandina sedan sixûran di heremê de herî dawî jî gefên ên dagirkirinê kirin jibo paşxistina hilbijartinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev jî ji bo gelê Rojhilata Navîn û raya giştî re berçav dibe dewleta Tirk nahêle ku doza gelê Kurd tu parçeyên Kurdistanê de çareser bibe. Dîsa tê  xuyakirin ku, dewletekî ji pîvanên demokrasî hevre jiyana gelan pir acize û nikare wê pêşkeftinê bibîne. Jibo wê dewleta Tirk bi dewletên hegemon û desthilatar re dema danûstandinê dike armanca wî ya sereke li heremê de ji gelê Kurd re û deskeftîyên wî dixe serdema bazirganîyê. Di heman demê de naxwaze di Sûriyê de dewletekî demokratîk nenavendî û xweser were avakirin. Ji bo wê demê ku li herêmê de alozî hene wekî niha şerê Hemas û Îsraîlê dewleta Tirk ya dagirker jê sûd werdigire. Bê guman riya çareseriyê li hemberê van gefên û êrîşan xwe rexistinkirine. Gelê xwe şiyarkirine. Gelên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan dikin li ser esasê pêkvajiyan rêxistin kirine. Dîsa li ser bingeha pîvanên ji hev hezkirin rêzdayina hev du li ser pivanên demokrasî, wekhevî û doza hev parastine. Dîsa bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî ye. Tenê em dikarin bi hevgirtina gelan û xwe rêxistin kirinê pêşîya gef û êrîşên heyî bigirin.

– Di navbera Dewleta Tirk, hikumeta Sûriyê û rayedarên Rûsya de herî dawî hevdîtin pêk hatin, hûn van hevdîtinan  çawa dinirxînin?

Rûsya dewletekî giringe li ser axa Sûriyê. Herî zêde dosya Sûriyê di destê wê de ye. Ji bo wê Rûsya bikaribe bihêle ku hikumeta Şamê serweriya xwe li ser tevahî erdê Sûriyê bike, bi wê sedêmê dayin û sitandênên dîplomasî ser asta dewletên desthilatar û serwer pêk tîne . Bê guman ew serwerî pêk were serweriya Rûsya jî li ser tevahî Sûriyê çedibe. Ji bo heta niha destpêka aloziyên Sûriyê, Rûsya gelek rêbazan xwest weke faktorekî sereke rol bîlîze, çi Astana be û Soçî be konferans pêk anîn û komîteyek bi navê komîteya destûrê da avakirin. Her wiha di sala 2022‘an û di wir ve bi şewazekî pir jîr jibo pirsgirêkên dewleta Tirk û hikumeta Şamê rabike peyvendîyên wan vegerînê wek berîya  2011 an ji bo wê hewldan dide. Carna dualî, carna jî sêalî yanî bi dewletên heremê re carna bi Îranê re, carna bi Iraqê re dixwaze navbera dewleta Tirk û Sûriyê de navbeynkariyê bike. Herî dawî jî berya çend roja hevdîtinekî bi tevlîbuna Rûsya di navbera serbazên dewleta Tirk ya dagirker û hin rayedarên rejîma Sûriyê de çebûne. Di dorêda jî hevdîtinek li paytexta Iraq, Bexdayê dê were pêk anîn. Armanca van hevdîtinan bi tevayî bazirganiyekê li ser deskeftîyên gelê Kurd û Kurdistanê ye. Dibe ku dewleta Tirk li hemberî êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir jî bike. Idlibê an jî heremekî din bixe mijara berjewendîyên xwe. Ji bo bê fêmkirin jî dibe Idlibê li hemberî hin bazarên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê bi firoşe. Bê guman ev hevdîtin bi giştî ji bo gelê Kurd, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî gelê Sûriyê xeterîyek din ava dike.

-Gelo di hevdîtinên di navbera Rûsiya, hikumeta Şamê û Tirkiyê de, xalên piştperdeyî wê çi bin?

Wekî ku me li serîde jî anî ser ziman, ev hevdîtinên di navbera dewleta Tirk û rejima Sûriyê da pêk hatîye,  ti berjewendîyên gelê Sûriyê û heremê di naverokê da nîne. Ev hevdîtine hemû berjewendîyên wan yên desthilatî ne û jibona temênê desthilatîya xwe û yên çeteyên xwe dirêj bikin.  Û herêmên dagirkirînê rewa bidin xuyakirin. Wekî em dizanin ev du salin ev hevdîtine di bi çavdêriya Rusya rêve diçin û heta niha pêşketinekî cidî têde çênebuye. Sedemên wê jî her du alî derfetên ku neyên pêkanîn ji hev du dixwazin. Hukumeta Şamê ji dewleta dagirker dixwaze ku dagirkeriya xwe dawî bîne bê guman ev rewşekê pir qelse jibona  dewleta Tirk ku pêkbînê. Dewleta Tirk jî tiştên ji hukumeta Şamê dixwaze hemu erdinigarîya Sûriyê di bin kontrola wê de be û demografîya wê bide guhertin. Sînorên wê yên bi dewleta Tirk ya dagirker re bi teybet Bakurê Sûriyê yanî Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd tê de nebe. Her çiqasî vê dawîyê wezîrê derve yê Sûriyê Feysel Miqdad dibeje; ‘bi lêvkirina Tirkiyê dibejin emê ji Sûriyê derkevin ev bi sere xwe gaveke.’ Ev jî a niha vê ji mere diyar dike, hukumeta Sûriyê şertê xwe yê Tirk xwe ji Sûriyê vekişînê hinekî nerm kiriye. Hemberî wê jî Tirk jî mijara îdlîbê dixin niqaşê. Di encamê de hatina van ji bona gelên herêmê, demokrasî, hemberê çareseriya Sûriyê tehlukeye. Lê li hevkirina wan ser li wan xalan ne hêsane.

– Ji bo serxistina danûstendinên Sûrî-Sûrî pêwîste çi were kirin û peyama we çi ye?

Li gorî baweriya me yê ku ev 13 sale em jê re dixebitin, tenê dikare ku pirsgirêka Sûriyê tenê  bi hêz û alîyên gelê Sûriyê were çareserkirin. Ji ber ku hêzen hegemon û hêzên heremî naxwazin pirsgirêka Sûriyê bi rêbazên demokratik werin çareserkirin. Alozîya xwe yên li ser herêmê li hemberî hev du li ser axa Sûriyê dimeşînin. Ev hêze ne  niha ne amade ne ji bona çareserîyek domdar, ji bo wê diyalogên yên Surî-Surî yên ku bi sala dimeşin peşengtiya Meclîsa Sûriya Demokratîk de bingeha wê rêbazên çareseriyê ne. Ji bo na wê hukumeta Şamê jî şuna ku dixwaze vê aloziyê bi dewletên hawirdor re çareser bike ya guncaw di ev be ku faktorên hundir re bixwazibe çareser bike. Pêwîste deriyên diyalogê bi Reveberiya Xweser re pêşbixîne. Ji bo wê ji hêz û kesayetên demokratîk yên hundirîn tê xwestin ku diyaloga Surî -Surî aktîftir bikin û xurttir bikin ta ku bikaribin hem çareseriyekî li ser pîvanên demokratik werin kirin hem jî rê li peşiya dagirkeriyên nu werin girtin. Li ser vî esasî bangawaziya me ji hemû hêz û kesayetên demokratik dîsa ji hemû rûspiyên heremê û rewşenbîrên wê ewe ku em enîya xwe ya hundir xurtbikin li ser esasê pîvanên bi hevre jiyankirin û hevdu pejirandin û hevdu heskirin em şiyarbin li hemberî lîstokên li ser heremên me tên kirin. Ev jî teqez bi hevgirtinekî baş û bi rêxistinekî baş, bin sîwana hêza xwe ya leşkerî hêza Suriya Demokratik û Reveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê a demokratik kom bibin.