Rojnameya Ronahî

Li Kantona Efrîn û Şehbayê 4’emîn Kongreya PYD’ê hat lidarxistin

Zana Roj/ Şehba

Di bin dirûşmeya `Rêxistinbûn û parastin bingeha avakirina civaka siyasî demokratîk a azad e` Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li Kantona Efrîn û Şehbayê 4’emîn Kongreya xwe li dar xist. Hevseroka Giştî ya PYD e Asiya Abdallah diyar kir ku armanca wan avakirina Sûriyeke demokratîk ne navendî ye.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya Kantona Efrîn û Şehbayê 4’emîn kongireya xwe di bin dirûşmeya `Rêxistinbûn û parastin bingeha avakirina civaka siyasî demokratîk a azad e` li dar xist. kongire bi gtevlîbûna 350 delegeyan li hola kampa Serdem hat lidar xistin.

Di kongireyê de axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka Giştî ya Partiyê Asiya Ebdallah, Saziya Malbatên Şehîdan, Meclisa Sûriya Demokratîk û Kongira Star ve hatin kirin. Piştî axaftinê dîwana kongirê hate derketin û li ser navê meclîsa giştî ya partiyê Ferhan Kobanê, Wehîde Xelîl, Welîd Dîngilî, her wiha li ser navê Ciwanên PYD’ê Mehmûd Ebdî û li ser navê Meclîsa Cibcîkar ya PYD’ê ya bajarê Helebê Valentîna Ebdo, cihê xwe tê de girtin.

Di bernameya kongirê de perispektîfên Rêber Apo hatin xwendin, her wiha rapora nirxandina rewşa kar û xebatê 2 salan hate pêşkêşkirin. Nîqaşên xabata 2 salan hatin kirin û di dawiyê de meclîsa giştî ya herêmê hate derketin.

`Bi Sekna heyî têkoşîn tê berdewamkirin`

Hevseroka giştî ya PYD’ê Asiya Abdallah di axaftina xwe de ev anî ziman: “20 Salin PYD bê navber têkoşîneke bê hempa dide meşandin. 4’emîn kongireya Kantona Efrîn û Şehabyê îro bi keda hezaran ji şehîdan tê lidar xistin. Dijmin bi hezaran ji endanên Partiya PYD’ê yên ku di xeta têkoşîn û berxwedaniyê de pêşengtî dikirin dîl girtin û gihîştin asta şehadetê. Di asta yekemîn de divê em jibîr nekin ku ger îro em kongireya xwe li herêma Şehbayê rûxmî hemû şert û mercên zehmet yê ku rojane herêm tê re derbas dibe em li dar dixin, tekez di saya berxwedaniya ku 58 rojan hatiye meşandin de ye. Bingeha rêxistinkirin û kombûna me xwe ji berxwedana 58 rojan digire, emê li ser vê xetê têbikoşin heyanî ku em kongireya xwe ya bê li Efrînê lidar dixin. Tavahî qadên me bûne qadên berxwedanê, tavahî gel bi zarok û jinên xwe li hember dagirkeriyê û siyasetên ku pêk tên liberxwe didin. Seknekî dîrokí îro li Şehbayê tê xuyakirin. Bê guman em bi va hêza heyî têkoşîna xwe mezin dikin”.

`Armanca me avakirina Sûriyeke demokratîk ne navendî ye`

Esiya wiha axaftina xwe domand: “Ji bo ku em herêmên dagirkerî rizgar bikin, emê vê berxwedanê mezintir bikin. Di xeta çareserkirina aloziyên heyî, pêşxistina xebatên siyasî û li ser bingeha şerê gelê şoreşgerî emê serkeftina pêşeroja xwe misoger bikin. Ev biryara me ya têkoşînê ye. Bi serkêşiya vê kongirê em bikaribin aliyên ku em tê de kêm mane, pirsgirêk û nêrînên xwe kom bikin da ku bi helwesteke nû û pilanameyên xurt derkevin pêş. Xeta PYD ê diyar e em li ser bingeh û armanca avakirina civakeke demokratî her wiha Suriyeke demokratîk ne navendî de kar û xebatê xwe dimeşînin. Di oxira vê yekê her çi ji me bê xwestin emê bikin û mafê gelan misoger bikin”.

Hervseroka Meclîsa Giştî ya PYD yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Esiye Abdallah wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Cihê ku nêrînên me, biryarên me, bişniyarên me tê de tune be em wan biryar û itîfaqan nas nakim û emê qebûl nekin. Hemû lihevkirinên li ser hesabê gelê me tên kirin em qebûl nakin û wê li hember wan siyasetan bê deng nemînin”.

4’emîn Kongire guhartinên ber bi serkeftinê ve armanc dike

Her wiha li ser navê Meclîsa Giştî ya PYD e Welîd Dîngilî ji rojnameya me re axivî. Welîd di derbarê girîngiya lidar xistina kongireyê de wiha got: “Di pêvajoya heyî de lidarxistina kongireyeke bi vî awayî tê wateya serkeftinê û têkbirina hemû pilanên faşîzmê. Bi vê kongeriyê re hin guhartin û rêûresmên nû weke partî dide avakirin. Bi nirxandina xebatê 2 salan re emê ji nû ve rêxistinbûyîna xwe avabikin, ji nû ve aktîvkirina qada perwerdeyî wê bê kirin, her wiha herikîna di nava gel de wê ji erkên me yên sereke bin. Bi taybet di pêvajoya pêşiya me de tavahî endamîn PYD ê wê bibin endamên Hêzên Parastina Cewherî. Her wiha kêmasî û nebesiyên ku em rû bi rû pê re mane û me nikarî derbas bikira, emê di gavên pêşerojê de sererast û derbas bikin. Ev kongira weke lixwe vegerandin e û em soz didin gelê xwe ku em li hember tavahî polîtîke û siyasetên tên pêkanîn bisekinin”.