Rojnameya Ronahî

‘Dilê Kurdistanê dişewite’

Argêş Gewda/Qamişlo

Di 21 Pûşber a 2024‘an de di demjimêr 3’ê êvarê de li navçeya Çinarê ya girêdayî bajarê Mezin yê Amedê û navçeya Şemrex (Mazîdagi) girêdayî bajarê mezin yê Mêrdînê şewatek mezin derket. Di encama şewatêde gelek welatîyan jîyana xwe ji dest da, bi sedan welatî birîndarbûn, gelek ajal jî telef bûn û zîyanên madî derketin holê

Di derbarê şewatê de Hevserokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Amed‘ê Dogan Hatun û hevseroka şaredarîya navçeya Mêrdîn Şemrex‘ê Kudret Uçkun ji rojnameya me re axifîn.

Şewatê Agirek berda dilê gelê Kurdistanê

Di derbarê şewatê de Hevserokê şaredarîya bajarê mezin yê Amed‘ê Dogan Hatun wiha anî ser ziman ku ‘Ev şewata ku li navçeya Mêrdînê di Mazîdax‘ê de dest pê kir heyanî Çinarê ya girêdayî navçeya Amed‘ê jî belav bû û gelek gund û dever şewitîn. Di şewatê de 15 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran ajal di nava agir û dûmanê de fetisîn û 55 Hezar donim zêvî şewitîn.

Şeva ku şewat destpêkir li qadê ti  dezgehên fermî yên girêdayî dewletê tunebûn. Hemwelatî û şaredarîya bajarê mezin yê Amed‘ê, Mêrdîn’ê û şaredarîya nevçeyan li gorî derfetên di destên xwe de agir vemirandin û xwedî li hev derketin. Bi hemû dezgeh û sazîyên şaredarîyên DBP û DEM Partîyê di roja destpêka şewatê de li cihê bûyerê amade bûn.

Li hemberî şewatê nerazîbûna gel di asta herî jordebû, ji ber ku saziyê dewletê zû destwerdana şewatê nekirin û bû sersebebê ku ziyan zêde bibn. Dogan Hatun wiha axiftina xwe domand ‘qeyranên wiha pêwîste ku dewlet bi firokên taybet yên agirkujyê destwerdana şewatê kiribane. Lê muxabin ev yek nehate kirin. Ji bo ku şewat di herêmên çîyayî de zedebû, lê pêwîst dikir ku bi riya esmanî hatibana vemirandin û piştgriya gelên heremê hatiba kirin. Lê muxabin ev piştgirî nehate dayîn. Rayedar û sazîyên dewletê ji vî milî ve kêm û lawaz man. Ji ber ku derfetên di destên şarederîyan  de têra vemirandina agir nedikirin.  Bangawazîya me ji bona sazîyên navnetewî ew e ku pêwîste alîkarî û derfetê bidin ku demldest ev agire bê vemirandin. Ji bona gelê heremê zêde zîyanên mezintir nebîne.

Ti dezgeh û rayedarên dewletê ne hatin ji bona wemirandina agir

Derheqê wê şewatê de hevseroka navçeya bajarê mezin yê Mêrdîn a Şemrex‘ê Kudret Uçkun jî nêrînên xwe anîn ser ziman û wiha berdewam kir ‘Şewata ku danê êvarê di derdora seat 3‘an de dest pê kir, di demeke kurt de 4 gundên li heremê berbelav bû. Tê gotin ku agir ji stûnên kehrebê derketîyê holê. Gundiyan hewldan ku bi derfetên xwe şewatê vemirînin, lê di encamê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Uçkun jî bê dengîya dewleta Tirk rexne kir û wiha domand ‘di êvara ewil de ji şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê û Wanê, ji şaredariyên navçeyên Şirnexê, Silopiya, Cizîr û navçeya Riha a Wêranşarê jî piştgirî hat. Piranî şaredarîyên ku alîkarî dayîn ji bo agir vemirînin şaredarîyên DEM PARTΑyê bûn.  Wê êvarê hemû daxwazên me yên alîkariyê ji aliyê rayedarên dewletê ve nehat pêkanîn.  Ji ber ku pêwîstbû, şewat ji alîyê ezmanî ve bihata vemirandin, lê hemû bangên me yên ji bona firokeyên agirkujê bê bersiv man. Li ser vê yekê gundî û şaredarî bi derfetên xwe hewildankirin ku agir hîn zidetir gur nebuyî bê vemirandin.

Şewata ku 5 saetan dewam kir, bi zehmetî hat berçavkirin. Di vê şewatê de zêdetirî 800 ajal  şewitîn.

Ji ber şewatê hin cenazeyên qurbanîyan nehatin dîtin.

Welateyan êş û azareke mezin jiyan kirin û bi hezaran zeviyên şewitî û windakirina jiyanê têra şîrove kirina vê êşê nakin.

Me heta niha 10 welatîyên  xwe spartin axê. Lê 8 welatiyên me yên din ên birîndar hene û hemû jî bi pileya 4’an şewitîne û rewşa wan giran e.

Lê pêwîstiya gelê li vir bi piştgiriyeke cidî ya derûnî û xwarin û avê heye. Niha jî bi piştgiriya parlementerên DEM û DBP, şaredariyên demsalî û gelê xwe em hewl didin li vir alîkariya gelê xwe bikin.

Em bi dayîna kon, stargeh û piştgiriya tenduristiyê alîkariyê dikin.‘ Û bi vî awayî berdevam kir ‘Ev welatîyê ku jîyana xwe ji destdayîn em sersaxîyê ji bona malbatên wan dixwazin, heya dawîyê jî em wek tevger û şarederî piştgirya gelê xwe bikin û alîkariya pêwîste bidin.

 

Navên welatîyên ku di encama şewatê de jîyana xwe ji destdane

 

Şêxmus Demir (Mêrdîn)

Resul Yilmaz (Mêrdîn)

Hasan Demir ( Riha)

Nurî Demir (Riha)

Mazhar Demir (Amed)

Fadil Demir (Amed)

Sînan Devîren (Amed)

Remzî Yilmaz (Amed)

Taliha Yilmaz (Amed)

Azad Yilmaz (Amed)