Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi cilên ku didirûn çanda Êzdatî diparêzin

23/06/2024
in Uncategorized
A A
Bi cilên ku didirûn çanda Êzdatî diparêzin
Share on FacebookShare on Twitter

Turko Reşo û hevjînê wê Elî Îlyas ji bo parastina çanda Êzdatî cilên taybet ên çandî didirûn.

Li gundê Aştîqerûm a girêdayî Sinûna Şengalê jina bi navê Turko Reşo û hevjinê xwe Elî Iliyas ji bo tune nebûna çanda êzidî, bi derfeta xwe û buhayeke kêm cil û bergên Êzidî didûrin. Yek ji pîvanên sereke yên jiyana herdû hevjînan ewe ku her dem bi cilên xwe yê Êzidiyan tevbigerin û eşqa li ber kirina wan cilan bixin dilê her Êzidiyekê/î de.

Zindîhiştina çanda cil û bergan

Têkildarî mijarê Turko Reşo diyar kir ku ew bi taybetî dixwaze keç û xortên Êzidiyan bi cil û bergên Êzidiyan bibîne û wiha got: “Hedefa min a ji  vî karî ev e ku cil û bergên Êzidiyan di nav civakê de zindî bihêlim. Ez derveyî cil û bergên çanda Êzidî cilê din nadirûm. Ez hemû şêweyên cil û bergên êzidî dizanim bidirûm û hedefa min di nav civakê de bi taybetî di nav ciwanan de zindîhiştina çandê ye.”

Turko Reşo destnîşan kir ku tevî sê zarokan û karê malê jî gelek kêfa wê ji dirûtina cil û bergên Êzidiyan tê û da zanîn ku gelek kes dema cil û bergên ku ew didûre dikirin pir kêfa wan tê.

‘Divê ciwan ji cil û bergên Êzidî fedî nekin’

Turko Reşo ku ev salek cil û bergên Êzidî didirû anî ziman ku ew dixwaze cilên Êzidiyan çêbike, li ser ciwanên Êzidî bibîne û ev bang li ciwanên Êzîdî kir: “Divê keç û xortên me ji liberkirina cil û bergên xwe fedî nekin, ji ber her gel û civak bi cil û bergên xwe tên naskirin.”

Turko Reşo ku ji bo cil û bergên Êzidî hin zêdetir di nav civakê de bê lixwekirin erzantir difiroşe, bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Di demên pêş de ez dixwazim karê xwe berfirehtir bikim û hîn erzantir bifiroşim xelkê. Hêvî û daxwaza min ew e ku hemû Êzidî bi taybetî ciwan cil û bergên spî ya Êzidiyan ên pîroz liberxwe bikin û ev çand neyê windakirin.”

‘Cil û bergên me ber bi tunebûnê ve diçe’

Elî Iliyas ku alîkariya hevjina xwe dike û her cure cil û bergên Êzidî çêdike, got ku Êzidî bi cil û bergên xwe têne naskirin û ev tişt anî ziman: “Cil û bergên me ber bi tunebûnê ve diçe û ger derfeta me hebûna me yê karê xwe hîn berfirehtir bikira. Ji ber vê yekê divê Êzidî van cil û bergan liberxwe bikin, ji cil û bergên xwe fedî nekin. Ji aliyê din ve divê di hemû rojên taybet de liberxwe bikin da ku çanda me winda nebe.”

Nîşaneya Êzidiyan: Tok

Di nav civaka Êzidiyan de tişta herî girîng ku wek nîşaneya Êzidiyan tê dîtin jî Tok e. Toka ku sembola Melekê Tawis e, di nav civaka êzidî de tişta herî pîroz e. Divê teqez her êzidiyek ji zayînê heta mirinê Toka xwe hebe. Li gorî çand û baweriya Êzdatiyê her Êzidî di bin kirasên xwe de Tok liberxwe dikin ku divê bi destan û gilover bê çêkirin. Êzidî bi hevoka ‘Êzidiyek dema mir divê teqez toka wê/wî li ber hebe da ku ax bizanibe ya/ê mirî Êzidî ye’ girîngiya liberxwekirina Tokan tînin ziman. Ji aliyê din ve rengê tokan spî ye û spî tê wateya sadebûn, paqijî û yekbûyîna beden û heqîqeta ku di dil de tê jiyîn.

Derbarê Tok de Elî Iliyas destnîşan kir ku Tok nîşaneya Êzidiyan e, Êzidî bi Tokê têne naskirin û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Hêvî û daxwaza me ew e ku êzidî Toka xwe winda nekin.”NÛJINHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.