Rojnameya Ronahî

Enerjiya rojê, dîrok û bikaranîna wê

Hemza Sêvo/Qamişlo

Enerjiya rojê yek ji vedîtinên mirovan yên herî girîng e, îroj li ser asta cîhanê bi giştî xwedî sîstema berhemdayîna elektrîkê ya bi sûd e.  Mirov di serdemên kevnar de pabendî hebûna wê kirye. Lê yekem car tabloyên ji bo berhemdayîna elektrîkê bi riya enerjiya rojê ji aliyê  Darayl Chapin û Gerald Pearson ve di sala 1954’an hatine çêkirin.

Enerjiya rojê çi ye?

Enerjiya rojê enerjiya ku di tîrêjên rojê de cih digire ye. Radyasyon bi tîrêjên elektromagnetîk digihîje cîhanê û paşê dikare were bikaranîn.Enerjiya rojê dikare di forma enerjiya germî an enerjiya elektrîkê de were bikaranîn. Dema ku dor tê ser enerjiya termal em germê distînin da ku şilekek germ bikin. Bi sazkirina lewheyên rojê û pergalên din, ew dikare ji bo bidestxistina enerjiya germî an hilberîna elektrîkê were bikaranîn.

Enerjiya rojê di pêşveçûna dîrokê de

Enerjiya rojê yek ji kevintirîn enerjiyên ku di cîhanê de hatiye bikaranîn û beşeke mezin ji çavkaniya enerjiya xwenûkirinê ya paqij û herî berbelav e. Li gor lêkolînên dîrokî yên cur be cur tê texmînkirin ku enerjiya rojê di sedsala 7’an ya berî zayînê weke yekem car ji aliyên mirovan ve hatiye bikaranîn. Di wê demê de çavikên dîtbariya tiştan ji bo pêxistina agir bi riya tîrêjên rojê hatiye bikaranîn. Herwiha di pêşveçûna dîrokê de ku di her qonaxekê de jî enerjiya rojê bi awayên cuda ji aliyê mirovan ve hatiye bikaranîn, hetanî ku ghatşt sîstema enerjiya rojê ya ku di roja me de tê pikaranîn. Pêşxistina lewheyên photovoltaîk ango lewheyên ji bo brehemdayîna elektrîkê bi riya tîrêjên rojê, di  encama xebata zanyarên cuda yên cîhanî de ye. Herwiha destnîşankirina dîroka afrandina yekîneyên lewheyên enrjiya rojê û vedîtina wê mijarek bi nakok e. Gelek mirov dest nîşan dikin ku ev vedîtin bi saya zanyar û fîzîknasê ferensî Êdmond Bîkêrêl pêk hatiye. Êdmond dît ku hin materyal ango made hene, dema ku ronahî li ser wan tê teysandin, enerjiyê hildiberînin. Di sala 1873 de, zanyar Willogby Smeth nas kir ku hêmana sîlînyomê xwedan şiyan e ku elektrîkê ji rojê werbigre û veguhêze. Ev vedîtin bû bingeh ji zanyar William Grêls Adamz û Riêtşard Êvenz Dey  re ku di 1876 de lêkolîna xwe li ser ava bikin. Di encamê de naskrin ku dema ku ronahiya rojê li sîlînyomê dixe elektrîkê hildberîne. Di sala 1954’an de lewheyên fotovoltaîk ji aliyê Darayl Chapin û Gerald Pearson Pearson ve hatin çêkirin. Di wê demê de bi riya wan lewheyan enerjiya rojê veguherandin enerjiya elektrîkê. Di sala 1954’an de lewheyên fotovoltaîk ji aliyê Darayl Chapin û Gerald Pearson Pearson ve hatin çêkirin. Di wê demê de bi riya wan lewheyan enerjiya rojê veguherandin enerjiya elektrîkê. Herwih jê bi şûn de jî sîstema enerjiya rojê hin bi hin li seranserî cîhanê belav bû û asta bikaranîna wê bêhtir bû. ard I

Sûdên enerjiya rojê

Roj her dem çavkaniya jiyanê ye li ser rûyê erdê û sedemek sereke ya berdewamiya gerdûn û tevahiya heyînên zindî ye. Herwiha parastina erdê û domandina jiyana li ser wê, bi hebûna rojê didome.Rojenerjî ango enerjiya rojê ji bo pêşketina aboriya welatan, ji bo geşedana civakî, faktora herî girîng e. Pirsgirêkên enerjiyê her ku diçin mezin dibin û di pêşerojê de bendên mezintir jî tê texmînkirin. Ji ber vê yekê, hemû lêkolîn niha zivirîne ser çavkaniyên enerjiya ku dikare were nûkirin. Ji ber ku rêbazên din yên hilberandina elektrîkê, zererê didin jîngeh, avhewa û mirovan, sîstema hilberandina elektrîkê bi riya enerjiya rojê li rex enerjiya hewa û avê hat bikaranîn. Enerjiya rojê yek ji sîstemên hilberandina elektrîkê ye ku ti ziyanê naghihîne cîhanê bi giştî, ev yek dihêle rêjeya bikaranîna wê pirtir bibe. Ji dema ku ev sîstem hatiye vedîtin, enerjiya rojê ji bo dabînkirina mal, sazî, kargehên cuda, baxçe, zevî, erebe û hwd…hatiye bikaranîn.

Buhayê amadekirin enerjiya rojê

Di sala 1956’an de buhayên lewheyên fotovoltaîk ya yek Wat bi 300 dolaran bû. Herwiha, ji sala 1980’an ve, buhayên lewheyên fotovoltaîk her sal ji sedî 10 kêm dibin. Bi domana demê re buhayên lewheyên fotovoltaîk bi awayekî berbiçav kêm bûne, nexasim di van salên dawî de ku vê yekê hişt teşwîq kir, mirov lewheyên fotovoltaîk bikirin û wan bikar bînin. Ev yek jî da ku mirov elektrîkê li mal, dezgehên pîşesazî an bazirganî û yên din bide bidstxistinKêmbûna buhayê lewheyên fotovoltaîk bi girîngî beşdarî kêmbûna lêçûnên enerjiya elektrîkê ya ku ji hêla panelan ve hatî hilberandin, û di heman demê de ji bo kirîdaran teşwîq çêkir ku xwe bispêrin wan.Rêjeya berhemdayîna elektrîkê ya lewhe û betariyên ji bo enerjiya rojê di deh salên borî de kêmbûneke berbiçav derketiye holê. Rêjeya kêmbûna wê di heyama 2010’an heya 2022’an de, li gorî Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Nûkirî ji sedî 89 hatiye tomarkirin. Herwiha çêkirina betariyan  ku ji bo berhemdayîna enerjiya rojê ya roj û şev girîng e yekbuhabûnek di mesrefa wê de di navbera 2008’an û 2022’ de çêbû. Herwiha li gorî rewş û asta bikaranîna sîstema enerjiya rojê ya ku her diçe zêdetir dibe dihêle ku mesref û buhayê enerjiya rojê ji 2020’an heya 2050’an ji sedî 60 arzan bibe.