Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber Apo: Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin

21/07/2026
in NÛÇE
A A
Rêber Apo: Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Rêber Apo di hevdîtina duh a bi Şandeya Îmraliyê re ev nirxandin kir: “Biryardariya me dewam dike ku li gorî ruhê banga 27’ê Sibatê gavê biavêje û pirsgirêkê di nava hiqûqa xwişk û biratiyê de çareser bike. Lewma dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin ku hesasiyeta aliyan li ber çavan digire.”

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî hevdîtina ku doh bi Rêber Apo re li Girava Îmraliyê kir, ev daxuyanî da:

“Ji çapemenî û raya giştî re, Weke Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî demeke dirêj me bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh pêk anî. Di civînê de mijarên; bûyerên siyasî yên li herêmê, avakirina civaka demokratîk, qonaxa heyî ya pêvajoya aştiyê û rê, rêbaz û şêweyê qanûna çarçoveyê bi berfirehî hate nirxandin. Di hevdîtinê de Rêber Abdullah Ocalan ev nirxandin kir ku bi raya giştî re bêne parvekirin:

“Biryardariya me dewam dike ku li gorî ruhê banga 27’ê Sibatê gavê biavêje û pirsgirêkê di nava hiqûqa xwişk û biratiyê de çareser bike. Em li ber wê qonaxê ne ku hevgirtin û tifaqa dîrokî ya Kurd-Tirk derbasî ser zemîneke hiqûqî bikin ku ev tifaq li Anatoliyê heqîqeteke dîrokî ye û di hemû qonaxên krîtîk de ji hev cuda nebû. Heqîqeta ‘Eger tu Kurd ji Tirk cuda bike Kurd namîne, eger tu rabe Tirk ji Kurd cuda bike Tirk namîne’ afirandina hiqûqa wekheviyê û jiyaneke hevpar ferz dike.

Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin ku hesasiyeta aliyan li ber çavan digire. Em zanibin ku vekirina vê rêyê ya bi sebir firsendeke dîrokî ye nêzîkatiyên ji rêzê, sivik, teng û xizmetê ji paşerojê re nakin biterikînin û bi hev re jiyana hevpar ava bikin. Di çarçoveya rapora ku Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li TBMM’ê hate amade kir, ji bo pêvajoyeke qanûnî û hiqûqî destpê bike, ji bo şer û çek bi temamî ji dewrê bêne derxistin, ji bo rûpeleke nipînû bê vekirin çi ji destê kê tê divê bike.

Tifaqa Kurd-Tirk kevirê esasî yê paşeroja hevpar a Anatoliyê ye. Di her gava ku bê avêtin de divê em çanda vê xakê ji xwe re bikin esas. Pêkan e ku bi sererastkirinên qanûnî ev tifaq bi garantiya hiqûqî bê mayindekirin û li komareke demokratîk bi rengekî azad û wekhev bijîn. Divê hiqûqa negatîf veguhere hiqûqa pozîtîf.

Dîrok firsendekê dide me ku em jiyaneke hevpar ava bikin, di nava edalet û wekheviyê de rûpelekî nipînû vekin. Baweriya min tam e ku em ê bi hev re vê firsendê bi kar bînin, binirxînin.”

Weke heyet em vê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan dîrokî dibînin û careke din destnîşan dikin ku em bi biryar in ku di serî de TBMM bi hemû saziyên pêwendîdar re diyaloga çêker dewam bikin, pêvajoyê ji bo wergirtina encamê bi pêş ve bibin û li ser bingeha hiqûqa xwişk û biratiyê bigihêjin çareseriyeke mayinde.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.