Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerê Ukrayna û Rûsyayê; 2 milyon û nîv qurbanî

21/07/2026
in NÛÇE
A A
Şerê Ukrayna û Rûsyayê; 2 milyon û nîv qurbanî
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê heya 20’ê Tîrmehê hejmara qurbaniyan ber bi zêdebûnê ve çûye, li gorî amaran heya niha  2 milyon û nîv qurbaniyên Rûsî-Ukraynî çêbûne û hîna jî şer berdewam dike.

Şerê Rûsya-Ukraynayê di sala 2026’an de ketiye qonaxeke nû, ev qonax jî li gorî rewşa siyaseta cîhanê, geşedanên ku rûdidin, berjewendiyên her hêzeke navdewletî û planên wan ên siyasî, leşkerî û aborî hatiye guhertin. Rast e êrişên Rûsyayê li ser Ukraynayê kêm bûn, lê zêdebûna windahiyên mirovî û leşkerî hate diyarkirin, di heman demê de şiyana Ukraynayê ya pêkanîna êrîşên dûr û kûr di nav axa Rûsyayê de zêde bû. Rûsyayê hêdî hêdî hêza xwe ya leşkerî winda kir, di heman demê de şer veguherî şerekî dirêj ê bêhêzkirin û vî şêwazê şer lêçûnên zêde li ser her du aliyan ferz kir.

Windahiyên Rûsya

Li gorî lêkolîna CSIS windahiyên giştî yên hêzên Rûsyayê ji destpêka şerê dualî heta Hezîrana 2026’an gihîştiye nêzîkî mîlyon û 400 hezar qurbanî di nav de kuştî, birîndar û winda ji 400 hezar heta 450 hezar kes hatine kuştin. Lêkolîn eşkere kir ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ev kuştî û birîndarên Rûsyayê di asta yekem de ne. Hejmara qurbaniyên Rûsan ji çar qatan zêdetir ji hejmara giştî ya qurbaniyên Amerîkî di hemû şerên xwe de ji sala 1945’an vir ve ye û ji neh qatan zêdetir ji tevahiya qurbaniyên Sovyet û Rûsyayê di hemû şerên xwe de ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve ye.

Tê texmînkirin ku Rûsyayê di sala 2026’an de ji 30 hezar qurbaniyan zêdetir her meh tomar kiriye, ev hejmar ji rêjeya wergirtina wê ya mehane ya bi qasî 27,000 leşkerên nû derbas dibe. Ev yek bargiraniya li ser artêşa Rûsyayê zêde dike û guhertina windahiyên wê dijwartir dike.

Hêzên Ukraynayê di navbera Sibata 2022’an û Hezîrana 2026’an de di navbera 525 hezar û 625 hezar qurbanî de dane, di nav de 125 hezar heta 150 hezar hatine kuştin û hejmara giştî ya qurbaniyan li her du aliyan digihîje zêdetirî du mîlyon kuştî, birîndar û kesên winda. Li gorî daneyên dawî rêjeya windahiyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de di nîvê yekem ê 2026’an de, li hemberî her leşkerekî Ukraynî ku hatiye kuştin 8 leşkerên Rûsî hatine kuştin. Berovajî salên berê ku li hemberî kuştiyekî Ukraynî 2 kuştî yan 3 kuştiyên Rûsî hebûn, sedem jî ew bû ku Ukraynayê dronên dronên girêdayî hişê çêkirî bi kar tanîn.

Qelsbûneke bêhempa di operasyonên bejayî yên Rûsyayê de çêbûye

Lêkolîna CSIS piştrast dike ku êrişa bejayî ya Rûsyayê di sala 2026’an de bi awayekî zelal hêza xwe winda kiriye û rêjeya pêşveçûna wê bûye yek ji yên herî qels di dîroka şerê nûjen de.

Li ser xeta Kostyantynivka pêşveçûna navînî ya Rûsyayê bi qasî 50 metre di rojê de bû, lê di rojê de ew gihîşt 70 metre ber bi Pokrovsk ve û nêzîkî 90 metre di rojê de li ser xeta Sloviansk. Lêkolîn van rêjeyan wekî yek ji pêşveçûnên leşkerî yên herî hêdî yên sedsala borî bi nav kir, wan bi Şerê Somme di Şerê Cîhanê yê Yekem de re berawird dike û bi şerê xwe yê bêhêzmayînê û windahiyên giran di berdêla destkeftiyên xakê yên sînorkirî de dihat nasîn.

Lêkolîna Navenda Lêkolînên Istratejîk a Navneteweyî eşkere kir ku Rûsyayê ji bo kêmkirina qurbaniyan li şûna êrişên mezin xwe dispêre tektîkên êrişên bi dizî yên komên piçûk, lê van rêbazan bêyî ku serkeftinên stratejîk bi dest bixin, bûne sedema windakirina leşkerên Rûsyayê yên domdar.

Kêmbûna serweriya Rûsyayê

Yek ji encamên sereke yên lêkolîna CSIS ew e ku Rûsyayê ji Tebaxa 2024’an vir ve yekem windakirina axê tomar kir. Di Nîsan û Gulana 2026’an de, hêzên Rûsyayê ji ber êrîşên dijber ên Ukraynayê li ser çend eniyan, nêzîkî 400 kîlometreçargoşeyî ji ya ku bi dest xistibûn zêdetir winda kirin.

Agahî nîşan didin ku Rûsya niha nêzîkî 118 hezar kîlometreçargoşeyî axa Ukraynayê kontrol dike ango ji sedî 20’ê rûbera Ukraynayê ye, herwiha nêzîkî 75 hezar kîlometreçargoşeyî yên ku ji destpêka şer ve xistiye bin serweriya xwe. Berevajî vê, di navbera Çile û nîvê Adara 2026’an de, Ukraynayê nêzîkî 400 kîlometreçargoşeyî li dora Oleksandrivka û Hulyapoliyê ji nû ve bi dest xist, berî ku operasyonên xwe li seranserê eniyê di Nîsan û Gulanê de berfireh bike.

Şer ber bi hundirê Rûsyayê ve diçe

Lêkolîn piştrast dike ku di sala 2026’an de êrîşên Ukraynayê yên di nav axa Rûsyayê de bi awayekî bêhempa zêde bûn, Kyêv zêdetirî 20 hezar êrîş li dijî saziyên leşkerî, aborî û lojîstîkî pêkanî bi taybet li ser parzûngehên petrolê, îstasyonên komkirina sotemeniyê û depoyên komkirinê. Herwiha Kargehên çêkirina mûşek, dron û elektronîkê, hem jî xetên trênê, balafirgehên leşkerî, navendên fermandariyê, keştiyên şer û cihên şerê elektronîkî, radar û pergalên parastina hewayî pir û depoyên cebilxaneyê jî hatin hedefgirtin.

Ukraynayê ji bilî hedefgirtina baregeha hewayî ya Ukrainka, ku ji Kîevê zêdetirî 6,000 kîlometreyan dûr e, êrîşên dûr-menzîl li dijî bajarên wekî Moskow û St. Petersburgê jî dest pê kir.

Lêkolîn nîşan dide ku van êrîşan kapasîteya rafîneriya petrolê ya Rûsyayê kêm kir, li hin deveran kêmbûna sotemeniyê çêkir, xetên dabînkirinê têk bir, û beşên mezin ên hêza deryayî ya Rûsyayê bêkar kirin, û her weha tesîsên pîşesazî û leşkerî têk birin, bêyî ku bi tevahî şiyanên leşkerî yên Rûsyayê têk bibin.

Bûyerên Hizîrana 2026’an

Ukraynayê di Hizêranê de ragihand ku ji destpêka sala 2026’an vir ve zêdetirî 600 km2 rûbera xwe vegerandiye û di meha Gulanê de jî destkeftî bi dest xistine.

Ukraynayê êrîşên kûr li dijî kargeheke elektronîkên mûşekan li Voronezh Rûsyayê dest pê kirin, di heman demê de pênc rayedarên Rûsyayê di êrîşê de hatin kuştin ragihandin. Sekreterê Giştî yê NATO’yê diyar kir ku Rûsya her meh zêdetirî 30,000 windahiyên leşkerî dikişîne û van windahiyan wekî hejmareke gelek bi nav kir. Ukraynayê îhtîmala guhertina destpêşxeriya agirbestê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî anî ziman, ev yek jî eger civaka navneteweyî tevnegere. NY ragihand ku di Hezîranê de 265 sivîl hatin kuştin û 1,816 birîndar bûn, di vê mehê de jî rêjeya herî bilind a qurbaniyan tomar kir, ji destpêka şer ve hejmara herî bilind a qurbaniyên sivîl ên vê mehê ye. Reuters destnîşan kir ku bi ji Sibata 2022’an vir ve di şer de ji her du aliyan ve bi qasî du milyon qurbaniyên leşkerî (kuştî, birîndar û winda) çêbûne, di nav de 1.4 milyon qurbaniyên Rûsî jî hene.

Hêzên Rûsyayê di 1’ê Hizêranê de êrişeke berfireh a bi moşek û dronan bire ser herêmên Ukraynayê ku Kîev, Dnipro û Xarkîv jî di nav de bûn. Di encamê de 10 kes hatin kuştin û derdora 100 kesî jî birîndar bûne.

Di êrişên Rûsyayê yên di 4’ê Hizêranê de 3 kes hatine kuştin. Artêşa Ukraynayê diyar kir ku Rûsyayê 2 mûşek û 216 dronên dûr-menzîl avêtine û da zanîn ku ku wan 198 ji wan xistine xwarê.

Li gorî rayedaran, ji ber êrişên dron û topan li herêma Zaporizhzhia ya rojhilatê Ukraynayê jinek, li Khersonê ya li başûr mêrekî 75 salî, her wiha jineke din jî li herêma Dnipropetrovsk hatine kuştin.

Di 12’ê Hizêranê de parve kirin diyar kir ku di êrişa şeva borî ya dronên Ukraynayê ya li ser herêma Temryukê de kesek hat kuştin û 3 kesên din birîndar bûn.

Di 15’ê Hizêranê de jî di êrişa Ukraynayê ya li ser bajarê Tula yê Rûsyayê de 3 kes hatin kuştin. Di êrişa Rûsyayê ya li ser bajarên Kiev û Charkiv de jî 5 kes hatin kuştin û bi kêmanî 18 kes birîndar bûn.

Herwiha ji 19‘ê Hezîranê heya 20‘ê Hezîranê 187 dronên Ukraynayê li ser herêmên Rûsyayê rûxandin û 30 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin

Di êrişên bi dronên Ukraynayê yên li ser Qirimê û herêma Krasnodar a Rûsyayê de herî kêm 5 kes di 21’ê Hizêranê de hatin kuştin.

Di êrişa Ukraynayê ya li ser tesîske pîşesaziyê ya herêma Voronezh a Rûsyayê de 5 kes di 22’ê Hizêranê de hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn.

Di 25’ê Hizêranê de 660 balafirên bêmirov ên Ukraynayê ji aliyê sîstema wan a parastinê ve hatin îmhakirin. Di êrişên Ukraynayê de Moskov jî di nav de, gelek herêm hatin hedefkirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî ji 29 Hezîran heya 30’ê heman mehê balafirên bêmirov ên biçek ên Ukranyayê xistine xwarê

Bûyerên Tîrmehê

Rûsyayê êrîşên xwe yên dijwar li ser benderên Odessa û Mykolaiv berdewam kirin û di encamê de sivîl mirin û zirar gihişt keştiyên bazirganî û binesaziya benderan .Êrişên Ukraynayê yên li ser tesîsên enerjiyê yên Rûsyayê berdewam kirin, ku bû sedema kêmbûna sotemeniyê û zêdebûna lêçûnên hilberîna çandiniyê li hin herêmên Rûsyayê. Di êrişên Rûsya yên li ser Ukranyayê de 10 kes di 4’ê Tîrmehê de hatin kuştin.

Di 11’ê Tîrmehê de jî Li gorî rayedarên Ukraynayê, hêzên Rûsyayê bi mûşekekê êrişî Kîevê kir. Di encamê de bi kêmanî 10 kes birîndar bûn.

Rûsyayê ragihand ku di 12’ê Tîrmehê de di êrişa bi dronên Ukraynayê ya li ser Inerhodarê de 4 kes hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne.

Di 14’ê Tîrmehê de jî hêzên Rûsyayê di şevê de 135 dron û 10 mûşekên cûrbicûr avêtin Kyêvê.

Hêza Hewayî ya Ukraynayê ragihand ku pergalên wan ên parastina hewayî ji 8 mûşekên balîstîk ên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine avêtin, 5 ji wan xistine xwarê û ji 135 dronan 108 jî asteng kirine.

Di 13’ê Tîmehê de Hate ragihandin ku hêzên Rûsyayê bombeyek arasteyî bajarê Zaporizhzhia yê Ukraynayê kir. Di encamê de 3 kes hatin kuştin

Di 15’ê Tîrmehê de jî di şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de 13 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Di 18’ê Tîrmehê de jî Rayedarên Rûsyayê ragihandin ku di encama êrişên dronên Ukraynayê de 7 karker hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn, di heman demê de li Moskovê şewat li navendeke petrolê derket. Di şeva 18’ê Tîrmehê de jî Ji ber êrîşên hewayî yên Ûkraynayê li depoyên petrolê yên li herêma Stavropol a Rûsyayê, şewat derket. Heman şevê Rûsyayê jî bi 166 fuze û balafirên bêmirov êrîşî Ûkraynayê kir. Li Kîevê kesekî jiyana xwe ji dest da, 13 kes birîndar bûn.

Di 19’ê Tîrmehê de Rûsya 40 caran êrişî Uraynayê kir, hin kuştî û birîndar çêbûn. Di heman rojê de Ukraynayê êrişî bargehên petrola Rûsyayê kir, hem jî  Rûsyayê 41 mûşek avêtin Ukraynayê û gundê Dinîbropîtrofisk xist bin serweriya xwe, piştre Ukraynayê 3 depoyên petrolê kirin hedef, da ku piştî wê Rûsya keştiyeke Ukrayînî bike armanc û 10 kesên tê de bikuje. Rûsyayê di heman rojê de mezintirîn êriş li ser Ukraynayê pêkanî, yek hat kuştin û 16 kes birîndar bûn.

Herwiha di 20’ê Tîrmehê jî Ukraynayê 7 keştiyên rûsî kir hedef, piştre Rûsyayê êrişî Ukraynayê kir 3 kes kuştin û 3 birîndar kirin, di heman rojê de Ukraynayê bi 400 dironan êrişî Rûsyayê kir û 10 birîndar kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.