Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşkêşvanê Ax û Welat; Şerîf Mihemed

19/06/2024
in Uncategorized
A A
Pêşkêşvanê Ax û Welat; Şerîf Mihemed
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Rojnemevanê Kurd Şerîf Mihemed pêşkêşvanê yekem bername li ser asta her çar perçeyên Kurdistanê ku li ser  jiyana li gundan bû û di Ronahî TV de dihat weşandin Şerîf Mihemed diyar kir ku armanca wan ji bernameyê Ax û Welat belgekirin û naskirina erdinêgariya Kurdistanê bû.

Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê, yek ji aliyên ku xwedî bandoriyeke mezin li ser civakê bû, qada ragehandinê bû. Di vê qadê de gelek kar û xebatên giranbuha ji civakê hat kirin. Yek ji kesên ku di vê qadê de xwedî kede û bi bernameya xwe ya civakî Ax û Welat ku di Ronahî TV de dihat weşan tê nasîn, rojnamevan Şerîf Mihemed e.  Şerîf Mihemed ji bajarê Efrînê ye û bi destpêkirina Şoreşa Rojava re cihê xwe di nava qada ragihandinê de girt.

Şerîf dibistan li gundê Şiyê ya girêdayê bajarê Efrînê xwendiye, malbata wê  xizan bûn û erd û milkên wan tune bûn, bapîrê wî di nava zeviyên xelkê de kar dikir. Ji ber rewşa madî ya pir xerab, malbata şerîf ji bo kar wekî gelek malbatên kurd berê xwe dan Libnanê. Lê piştî demekê li Libnanê bavê Şerîf ji aliyên hikumeta Libnanî ve hat girtin, ji ber wê malbata wî neçar ma vegere axa xwe, lê ji ber ku tiştekî wan li gund nebû ew li bajarê Helebê bi cih bûn.

Şerîf serpêhatiyên wê kêliyê wiha dibêje: “Di wê demê de em zarok bûn û min dît ku çawa dayika min digiriya û hêsir dibarandin, lê min fam nedikir ku dayika min ji bo çi digirî, ji ber ku tiştekî me li gund nîn bû heya ku ez ji xwe re bêjin dayika min li ser erd û malên me digirî, lê dema ku ez mezin bûm ez ketim ferqê de ku çima dayika min digiriya?. Rastî jî ax û welatê mirov pir buhaye û gelek girane dema mirov ji war û gundê xwe derdikeve.”

Şerîf û malbata xwe li Helebê dest bi karê Terzî kirin, gav bi gav kar pêşxistin û gargehek vekirin. Di destpêka sala 1995`an de, Şerîf di temenê 15 de tevlî kar û xebatên hunerî bû û cihê xwe di komên çandê de girt.  Bi tevlîbûna xebatên çandî gelek pirs xwe di serê Şerîf de dûbare dikirinê; weke çima zimanê kurdî, nasneme, cil û bergên kurdî li kurdan hatiy qedexekirin. Vê yekê hezkirin û girêdana Şerîf bi ziman, çand û kultûrê kurdî re xurtir kir. Herwiha armanca wî ya sereke bû pêşxistina ziman û çanda kurdî, ji bo ku armanca xwe pêk bîne wî xwe di nava kar û xwbatên hunera kurdî de pêşxist.

Tevlîbûna qada ragihandinê

Di sala 2007`an de, Şerîf dest bi bernameyên kurdî yên hunerî kir, ew bername jî bi rengekî dizî bû, ji ber ku rêjîma Bass qebûl nedikir ku çand û hunere kurdan derkeve pêş. Ji ber wê wan zêde zehmetî û astengî dîtin heye ku şoreşa Rojava hat destpêkirin.

Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re Şerîf tevlî xebatên yekem Telfizyona Kurdî li Rojava Ronahî Tv bû û bernameya civakî ya ax û welat pêşkêş kir. Di demeke kuert de ev bername ji aliyê tevahiya gelê Rojava ve hat temaşekirin û hezkirin.

Şerîf Mihemed bi van gotina behsa destpêka karê xwe yê televizyonê û pêşkêşkirina bernameyê Ax û Wlat kir; “Dema ku telefizyona Ronahî TV hat damezrandin, wê demê heval hatin nîqaş bi min re kirin ji bo ku ez tevlî kar û xebatên ragihandinê bibim, ez pir kêfxweşbûm û daxwaziya min pir hebû ku ez bernameyeke li ser çanda kurdî çêbikim ku ji aliyên çanda her gundekî, eşîrên wan û taybetmendiyên wan were naskirin, li ser vî esasê me bernameya Ax û Welat çêkir. Armanca me ya sereke jî ew bû ku em erdinîgariya Kurdistanê belge bikin û bi tevahiya gelê kurd bidi nasîn. Ev bername jî li ser ziyartên gundên  3`ê parçeyên Kurdistan hatioye çêkirin.”

Pirtûka Ax û Welat

Rojnemevan Şerîf Mihemed axaftina xwe wiha diqedîne; “Me bernameya Ax û Welat kir pirtûk, ji ber ku gelek agahiyên li ser gundên kudan hene şaşin, ji ber vê yekê me ev bername bi rengê pirtûkan jî em çapdin û dîroka her gunedekî li kurdistanê û çanda wê di pirtûka Ax û Welat de hatiye nivîsandin, heya niha 2 berhem hatina çapkirin, pirtûka yekem di sala 2018`an de hat çapkirin û pirtûka duyemîn di sala 2021`an de hat çapkirin û em ê van berheman bidomînin. Di herî dawî de ez bi hêvî me ku her rojnemevanek bi wijdan kar û xebatê xwe bike, her wiha di nava civakê de rolekî xurt û aktîf bileyizin û di heman demê de civaka xwe hembêz bikin, pêwîste her rojnemevanek li gor berjewandiyê civaka xwe tevbigere.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.