Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Huner xebateke pîroz e’

19/06/2024
in Uncategorized
A A
‘Huner xebateke pîroz e’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Endamê Koma Cûdî a girêdayî Navenda Çand û Hunerê a Dîcle Şivan Cizîrî diyar kir ku ji ber huner xebateke pîroz e, ew zarokan fêrî şano û strangotinê dikin û got, “Em û zarokan bi hev re huner û çanda xwe li pêş bixin.”

Huner, taybetmendiya eşkere ya ku hêza afrîneriya mirov dide nîşandan û îfade dike. Huner, weke afrînerî milê mirov yê hizirandinê, weke raberkirina hêza xweşikbûna ruhê mirov û di vê wateyê de pêkanîna cewherê mirov, weke şêwazê xwe îfadekirinê jî berhem an jî pratîka ku derdikeve holê pênase dike. Çand jî hemû kevneşopiyên civakan digire nava xwe û di riya hebûna xwe ya mayendî de, wan kevneşopiyan diparêze. Lewra çand û huner ne dûrî hevin û bi hev ve girêdayî ne.

Gelê kurd bi çand û hunera xwe ve girêdayî ye

Yek ji civakên ku bi huner û çanda xwe ve girêdayî ne, civaka kurd e. Çand û hunera gelê kurd ji aliyê desthilatdaran ve dihat qedexekirin, lê civaka kurd bi civaka kevnperest tê naskirin, bi xwedan ruhê çandî û hunerî hebûna xwe parast, da ku îro bi ruhê çandî û hunerî êşa gelê xwe bîne ziman. Piştî lidarixtina Şoreşa Rojava, gelek destkeftî hatin bedestxistin, yek ji destkeftiyên binirx avakirina navendên çand û hunerê bûn.

Çand û Hunera Dîcle xebateke pîroz dide meşandin

Navenda Çand û Hunera Dîcle ya bajarê Dêrikê ji dema avabûna xwe û heya niha bi xebateke pîroz û kedek mezin, xebatên di warê çandî û hunrî de, dide meşandin. Di nava navenda çand û hunerê ya Dîcle de, beşa kevneşopî heye, ev beş ji kesên temen mezin pêk tê, ji aliyê wan ve stranên filklorî û kevnare tên gotin, di heman demê de dîlanên kevnare yên berê ferî zarok û ciwanên ku tevlî perwerdeyên navendê dibin, dikin, li kêleka wê jî dîlana keç û xortan ya ku ji 8 endama pêk tê heye.

Ji bilî beşa kevneşopî beşa strangotinê jî ku ji 4 koman pêk tê, cih digre. Koma Cûdî, Koma Elftirya ya ku ji 10 keçan pêk tê, temenê wan ji 16 heya 19 salî ne. Koma Ava Şîn ji 11 jinên ku temenê wan ji 13 heya 16 salî ne pêk tê, Koma din jî ya Kulîlkên Kurdistanê ye, ev kom ji 10 zaroka pêk tê, ji xwe di van salên dûr û dirêj de ev kom hatin avakirin, salane ev navend projeyan di warê hunerî de ji zarok û ciwanan re li dar dixin.

Wê zarok fêrî şano û muzîkê bibin

Projeya ‘Rojên Şanoyê’ ku di sala bûrî de ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Tevgera Çandê ya Jinê Hîlala Zêrîn û Komîteya Zarokan a Şilêr hatibû lidarxistin, îsal li gel şanoya sê mehan wê karên muzîkê û nîşandana fîlman bikin. Weke temamkirina perwerdeya li dibistanan zarok wê havînê dema xwe bi têr û tijî derbas bikin û bi perwedeya hunerê, taybetmendiyên xwe yên afirîner bi pêş bixînin. Perwerde wê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê hefteyê du rojan, ji 50 zarokî re bê dayin. Zarokên ku wê tevlî perewerdeyê bibin temenê wan ji 9 salî û bi jor ve be. Her wiha her hefte wê bi çalakiyên civakî piştgiriya derûnî û fîzîkî ji zarokan re bê dayin. Ji nîşandana rêzefîlman heta bi sporê û konseran wê zarok havîna xwe derbas bikin.

Derbarê projeya şano û muzîkê ya ku li Navenda Çand û Huner a Dîcle dewam dike, endamê Koma Cûdî Şivan Cizîrî ji rojnameya me re axivî.

Şivan Cizîrî diyar kir ku armanca wan ji vê projeyê nifşên huneriyê ava bikin û wiha got: “Em di riya van projeyan de dixwazin hemû zarokan fêrî şano û strangotinê bikin, her wiha armanca meztir ji fêrbûna şano û strangotinê ew ku huner karekî pîroz e, di heman demê de dema  êşa vî welatî di riya stran û şanoyê de ji tevahî cîhanê re xuya bikin,  nifşên hunerî ava bikin, da ku di pêşrojê de dema bixwazin stranekê bistirên, naveroka wê zengîn be û bikeve xizmeta civak û welat de. Em û zarokan bi hev re huner û çanda xwe li pêş bixin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.