Rojnameya Ronahî

‘Şerê qirkirina Kurdan sedem, hilweşîn û encam’

Navenda Nûçeyan

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat destnîşan kir ku, şerê qirkirina Kurdan çavkaniya her cûre bêhiqûqî, bêedaletî û hilweşînê ye û destnîşan kir, ku heta sedemên vê yekê ji holê neyên rakirin wê Tirkiye nekeve ser rêyeke rast.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat tecrîda li Îmraliyê, operasyonên leşkerî, desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê û berxwedana gelan a li dijî vê yekê, şehadetên fedaî yên meha Hezîranê nirxand. Nirxandina Besê Hozat bi vî rengî ye:

“Pêngava azadiyê ya navneteweyî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê meşandin gihîştiye asteke gelekî girîng. Roj bi roj hîn bêhtir navneteweyî dibe. Lewma di asteke girîng de xwedîderketin heye. Gelek nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, fîlozof ên di asta cîhanê de naskirî ne name ji CPT re şandin. Bi dehan kesayetên ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtine bi heman rengî name ji CPT re şandin. Li her derê bi xurtî parêznameyên Rêbertî têne xwendin û nîqaşkirin. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî karekî bi vî rengî hate destpêkirin. Ev gelekî girîng e. Fêhmkirin û pejirandina nêrîn û paradîgmaya Rêbertî guhertinên gelekî cidî pêk tîne. Di me jî de guhertinê dike, mirovan û civakê azad dike. Her ku Rêbertî tê fêhmkirinn û pejirandin têkoşîna azadiyê jî mezin dibe.

Azadiya Rêbertî tê wateya çareseriya li ser bingeha demokratîk

Ji bo azadiya Rêbertî xwedîderketin û têkoşîneke gelekî xurt pêk tê. Lewma gihandina paradîgmaya Rêbertî li nava civakê û mirovahiyê gelekî girîng e, karekî di asta pîrozmendiyê de ye. Di heman demê de karekî mirovahiyê ye. Têkoşîna ji bo azadiya civakê û gelan e. Divê weke têkoşîneke azadiyê ya bingehîn bê nirxandin. Ji xwe azadiya Rêbertî û azadiya gelê Kurd bi temamî ketiye zikhev. Ev kar hemû karê ji bo azadiya gelê Kurd e. Karê azadiya gelan û jinan e. Divê bi vî rengî bê nirxandin. Azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîk. Tê wateya azadiya Kurdistanê. Tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Tê wateya demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Bi temamî ketine zikhev.

Rêbertî kesayetek bi tenê nîne! Rêbertî îradeya bi milyonan mirovî temsîl dike. Rêberê gelekî ye. Lewma pêşketineke biçûk a têkildarî Rêbertî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê wateya pêşketinekê. Tê wateya pêşketinek ji aliyê azadiya Kurdan, azadiya gelan. Lewma pêngava azadiyê ya navneteweyî bi pêşketinên mezin tê meşandin.

Divê ev yek hîn bi xurtî dewam bike. Hin hewldanên ji bo astengkirina vê hene. Di asta dewletên Ewropayê de têne kirin. Pêngava azadiyê ya navneteweyî li nava civaka Ewropayê, bi giştî jî li nava gelan bandoreke gelekî cidî dike. Guherîn, veguherîn, dînamîzm heye. Sîstema modernîteya kapîtalîst a global diyar e ku ji vê yekê bi fikar e. Lewma ji bo pêşî li pêngava azadiyê bigire û lawaz bike dikeve nava hin hewldanan. Bêguman ên ku komplo pêk anîn ev hêz bûn. Naxwazin paradîgmaya neteweya demokratîk, manîfestoya şaristaniya demokratîk bibe malê civakê û mirovahiyê.

Têkoşîna li hemberî vê jî divê hîn bi xurtî bê meşandin. Li hemberî hewldanên astengkirin û lawazkirinê divê em pêngava azadiyê ya navneteweyî bi du sê qatan hîn mezin bikin, bi pêş ve bibin. Bersiva herî bi wate ya li hemberî nêzîkatiyên bi vî rengî mezinkirin û belavkirina têkoşînê ye. Encamwergirtina ji têkoşînê ye. Ev yek gelekî girîng e.

Divê em têkoşîna civakî  xurt bikin

Li zindanan ji xwe berxwedan bi xurtî dewam dike ku hîmekî bingehîn ê pêngavê ye. Bi rastî jî li zindanan berxwedaneke cihê rûmetê tê kirin. Her wiha malbatên girtiyan, gelê me di nava têkoşîneke xurt de ye. Bêguman ev têkoşîn divê hîn civakî bibe û bê xurtkirin. Me serdema duyemîn weke civakîbûna pêngavê destnîşan kir. Dost û derdorên demokratîk ên ku ev pêngav dan destpêkirin, li ser vê bingehê perspektîfek destnîşan kirin. Lewma divê em hîn bêhtir civakî bikin û bi xurtî bimeşînin. Yanî di civakîkirinê de dem bi dem kêmasiyên bi vî rengî rû didin. Divê em zû çareser bikin. Ev gelekî girîng e.

Gerîla ji xwe ji aliyê xwe ve pêngavê bi çalakiyên gelekî xurt, bi berxwedanê bi xurtî dimeşîne. Di vê mijarê de tiştekî ku bê gotin nîne. Lê belê divê em lingê pêngavê yê civakî, berxwedana civakî hîn bêhtir xurt bikin. Divê em paradîgmayê, ya heyî bi du sê qatan hîn bi xurtî belav bikin, bi pêş ve bibin.

Ji bo şikandina sîstema tecrîdê ya êşkenceyê bi şênberî niha gavek nayê dîtin. Bi taybetî têkoşîna li ser CPT, Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û hemû saziyên navneteweyî, bi taybetî têkoşîna civakî ya li ser dewleta Tirk ev hêz bi taybetî jî dewleta Tirk tengav kiriye. Ji aliyê giştî ve hem pêngava Rêbertî hem jî têkoşîna tê kirin dewlet jî rejîma faşîst jî xistiye pêvajoya hilweşînê. Ji ber vê yekê gelekî tengav bûye û divê ev zext hîn bêhtir bê girankirin. Parêzer ji bo dîtina Rêbertî timî bi rêk û pêk serlêdanê dikin, girîng e ev bê dewamkirin. Divê parêzer karibin Rêbertî bibînin.

Divê şert û mercên azadî, ewlekarî û tenduristiyê yên rêbertî bêne misogerkirin

Rêber Apo Rêberê gelekî ye. Hevdîtina malbatê ya bi Rêber Apo re zêde wateyeke xwe nîne, lê belê hevdîtina parêzeran xwedî wateyeke mezin e. Divê parêzer karibin Rêber Apo bibînin. Ev mafê herî xwezayî ye. Di hiqûqa Tirkiyeyê de jî ev bi vî rengî ye, di hiqûqa navneteweyî de jî bi vî rengî ye. Dewleta Tirk bi astengkirina hevdîtina parêzeran sûcekî mezin dike. Sûcê li dijî mirovahiyê dike. Hiqûqê binpê dike. Bêhiqûqiyeke mezin heye. Mafê herî xwezayî û rewa ye. Hevdîtina Rêbertî ya bi parêzeran re, hevdîtina bi gelek derdoran re, mafê xwe yê ragihandin, têkiliya xwe ya bi derve re, mafê wî yê herî xwezayî ye, lê belê bi rengekî bêhiqûqî û bêexlaq tê astengkirin.

Divê parêzer karibin Rêbertî bibînin. Li Îmraliyê hin heval hene ku bi Rêbertî re ne. Malbatên van hevalan ji bo dîtina wan timî serlêdanê dikin. Ji xwe bi giştî tecrîdek heye ku bi taybetî li ser Rêbertî li ser hemû hevalan tê meşandin. Divê ew heval jî karibin malbat, parêzer û wasiyên xwe bibînin. Lê belê Rêbertî ji malbatê bêhtir divê karibe parêzerên xwe bibîne. Rêbertî girtiyekî ji rêzê nîne. Nabe ku em rewşa Rêbertî û rewşa hevalên din ên girtî yên li Îmraliyê bi heman rengî binirxînin. Rêbertî rêberê gelekî ye, îradeya bi milyonan mirovî ye. Lewma divê Rêber Apo bi esasî karibe parêzerên xwe bibîne. Divê zexta li ser vê mijarê bê zêdekirin û sîstema tecrîdê ya êşkenceyê bê şikandin. Divê şert û mercên azadî, ewlekarî û tenduristiyê yên Rêbertî bêne afirandin.

Xuya ye CPT êdî nikare vê rewşê îzah bike. Lewma jî dem bi dem daxuyaniyan dide, hewl dide îzah bike. Di hevdîtinên heyetan ên bi Konseya Ewropayê re jî heman tengavî tê dîtin. Eşkere ye ku dewleta Tirk jî gelekî tengav bûye. Divê em vê yekê hîn bi xurtî bimeşînin.

Divê mirov li têkiliyên CPT ên bi dewleta Tirk bipirsin. Ev têkiliyeke çawa ye ku hiqûqa navneteweyî ya ku wan bi xwe ava kirine binpê dikin, hiqûqa xwe jî binpê dikin. Hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Ev têkiliyeke çawa ya qirêj e? Divê piştperdeya vê têkiliyê, naveroka wê baş bê fêhmkirin, li hemberî vê yekê têkoşîneke gelekî xurt divê bê meşandin. CPT bi xwe bi eşkere dibêje; Ya li Îmraliyê sîstemeke tecrîdê ya êşkenceyê ye, îzolasyoneke mutleq e. Dibêje ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bi xwe vê dibêje. Di hevdîtinên heyetê yên bi Konseya Ewropayê re jî heman tiştî dibêjin. Hema bibêje heman tişt e. Û Tirkiye endamekî Konseya Ewropayê ye. CPT ji xwe saziyek ser bi Konseya Ewropayê ve ye. Konseya Ewropayê organîzasyoneke siyasî ye, konseyek e. Xwedî taybetmendiyeke navneteweyî ye, karakterekî xwe yê bi vî rengî heye. Niha vê tînin ziman. Madem bi wî rengî ye, tu çima destûrê dide? Tu çima ji nedîtî ve tê? Tu çima dibe şirîkê vê yekê? Kiryarên li Îmraliyê hemû polîtîkayên qirkirina Kurdan e. Em timî dibêjin; ev rastiyeke. Navenda polîtîkayên qirkirina Kurdan polîtîkayên li ser Îmraliyê ne. Polîtîkayên li dijî Rêber Apo ne. Polîtîkayên li wir têne meşandin berfireh bûne. Konseya Ewropayê, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê şirîkê vê ne. Di serî de Emerîka û Îngilistan ên ku komploya navneteweyî pêk anîn şirîkê vê ne. Çima hevkariyê bi van polîtîkayên qirkirinê re dikin?

Di vê mijarê de pêşketinên girîng hene. Divê pêngava kampanya azadiyê ya navneteweyî bi rengekî encamwergirtinê, bi xurtî bê meşandin.

Gerîla di nava têkoşîneke bêhempa de ye

Li dijî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk, gerîlayên azadiyê têkoşîneke bêeman dimeşînin. Di serî de gelê Kurd her kes rêveçûna vî şerî meraq dike. Di weşana medya AKP-MHP’ê de xuya ye berevajîkirina rewşê heye. Lewma asta heyî ya şer nayê fêhmkirin. Asta şer, asta gerîlayên azadiyê çi ye? Belê, şer bi berfirehî dewam dike. Êriş li Metîna, Rojavayê Zapê giran e. Bi zêdehî çekên kîmyewî têne bikaranîn. Her cûre çekên qedexekirî li hemberî hevalan têne bikaranîn. Ev çek hemû qedexekirî ne, sûcê şer e. Dewleta Tirk her roj, her deqe, her saetê sûcê şer dike. Bi heman rengî bombardûmaneke giran rojane dike. Bi balafirên şer, bi tankan timî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dike.

Şer niha bi giranî li Rojavayê Zapê û Metînayê diqewime. Li Metînayê jî PDK’ê rê daye dewleta Tirk. Metîna û Zap bi temamî pêşkêşî dewleta Tirk kiriye. Ew dever bi temamî pêşkêşî dagirkeriyê kiriye. Bi her awayî îstîxbarat û piştgiriya lojîstîk dide. Ji bo bi pêş ve biçe derfetan pêşkêş dike, rê paqij dike, dide pêşiya dagirkeran.