Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nûnerên Rêveberiya Xweser û MSD’ê bi parlamenterên Almanyayê re civiyan

18/06/2024
in NÛÇE
A A
Nûnerên Rêveberiya Xweser û MSD’ê bi parlamenterên Almanyayê re civiyan
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Nûnerên Rêveberiya Xweser û MSD’ê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li derveyî welat de bi parlamanterên alman re civiyan.

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li derveyî welat de, di (16’ê Pûşberê de hevdîtinek li avahiya parlamantoya Almanyayê ya li Berînê pêk anî.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed, hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropa Ebdulkerîm Omer, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Almanyayê Xalid Derwîş û berpirsê Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyeyê yê Ewropayê Jozef Lehdo pêk dihat. Hevdîtin li gel parlamenterên ji Partiya Mesîhiyan a Demokrat (CDU) Jürgen Hardt û parlamenterê Partiya Keskan Qasim Tahir Salid pêk hat.

Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê, astengiyên siyasî, aborî û ewlehî yên li pêşberî Rêveberiya Xweser hatin vegotin. Her wiha rîska DAIŞ’ê û têkiliya wê bi êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin nirxandin. Hate gotin ku çeteyên DAIŞ’ê sûdê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker digirin da ku ji nû ve xwe bi rêxistin bikin û êrişî herêmê bikin.

Her wiha li ser dosyaya bi hezaran DAIŞ’iyên di girtîgehan de û bi deh hezaran malbatên wan ên li kampên Hol û Roj nîqaş çêbûn.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê û encamên wê yên qutkirina avê, ceyran û gazê jî hatin şîrovekirin. Hate diyarkirin ku ev yek rê li ber penabertiya ber bi welatên Ewropayê ve dike.

Her wiha hate gotin divê civaka navneteweyî berpiryariyên xwe bi cih bîne, ji bo pêşxistina ewlehiya herêmê û rêgirtina li ber koçberiya bi sedama êrişan destekê bide Rêveberiya Xweser.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Şerê Ukrayna û Rûsyayê; 2 milyon û nîv qurbanî
NÛÇE

Şerê Ukrayna û Rûsyayê; 2 milyon û nîv qurbanî

21/07/2026
Rêber Apo: Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin
NÛÇE

Rêber Apo: Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin

21/07/2026
‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.