Rojnameya Ronahî

Rojên  Diyaloga Cîhanî ya Bi Rêber Abdullah Ocalan re

Argêş Gewda/Qamişlo

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî , ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’  rêzeçalakiyên bi dirûşmeya‘ Rojên Diyalogê yên Bi Abdullah Ocalan re ’di navbera 15-22’ê Hezîranê de li 40 bajarên cîhanê rêzeçalakî têne lidarxistin. Çalakî, li ser mijarên bêhiqûqiya li Îmraliyê, girîngî û wateya paradîgmaya Abdullah Ocalan a ji bo gelan nirxandin tê kirin. Herwiha wê pirtûkên Abdullah Ocalan bêne nasandin, nivîsên wî yên li girtîgehê bêne xwendin, têkildarî tecrîda li Îmraliyê standên agahdarkirinê bêne danîn, konferans, panel, şano, çalakiyên hunerî, mîtîng, weşanên radyoyê û gelek çalakiyên cuda bêne lidarxistin.

 Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in li Tirkiyeyê di hucreyên yek kesî de tê ragirtin û bi temamî ji cîhana derve qut bûye.  Herî dawî di Tebaxa 2019’an de karîbû bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.  Ji Adara 2021’an û vir ve hemû têkiliyên wî hatine astengkirin û di derbarê tenduristiya wî de fikarên cidî hene. Li  helwesta saziyên yên weke CPT (Pêşîlêgirtin a Tundiyê  ya Awropa), Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne zelal e.  Ligel gelek serlêdan û agahiyên berdest jî  ser vê bi hiqûqîyê li ti mudaxele  nehatin kirin. Nivîsên Rêber Abdullah Ocalan îlhamê dide rewşenbîr, azadîxwaz, zanyar, kedkar, aktîvîst, hunermend, sendîkavan, tevgerên civakî, siyasetmedar û tevahi civakên Rojhilata Navîn.  Rêber Abdullah Ocalan 25 sal berê bi komployeke navneteweyî neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve. Ji ber ku bi navê Bihara Gelan, li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê rexistin buyinek civakî ya xweser, li ser esasê fikrên azadiya jinê, ekolojî û demokrasiyê a paradîgmaya Rêber Abdullah  Ocalan hatiye avakirin.

Armanca Komxebatê li Ewropa danasîna ramanên Rêber Abdullah Ocalan e

Ji bo fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di asta gerdûnî de bê naskirin û nîqaşkirin, bi navê ‘Rojên diyalogê  yên bi Rêber  Abdullah Ocalan re’ tê destpêkirin. Rêzeçalakî 15’ê  Pûşber‘ê  destpê kir û  heya dîroka 22’ya heman mehê dê bidome. Rêzeçalakî li nêzî 50 bajarên Ewropa û Efrîka dê pêk bê. Di çalakiyê da pirtuk, paraznameyên Rêberê gelê Kurd bên xwendin û nirxandinên wî dê bên guhdarkirin û bên nîqaşkirin. Armanc ew e ku fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan li asta gerdûnî belav bibin.

Mijarên ku dê komxebatê de bê nîqaşkirin wisa ne

Nêzîkatîya Rêber Apo a modernîteya demokratîk de û fêmkirina tegîna faşîzmê.

Bi gotina afêrînerên wê ‘Jin Jîyan Azadî’  Rêbertî û Jinên Kurd

Berxwedana çandê: ji berîya wêndabunê ber bi tolhildana kevneşopîya li ser dewleta netewî.

Derfet û xeterîyên şerê cîhanê yê sêyem.

Ekolojî: serhildana Jîngehê.

Girîngiya xweparastinê: Teorîya Gulê.

–  Ji nû ve pênasekirina sîyaseta demokratîk: Sîyaset Wek Hunera Azadîyê.

Têgîna dewletê :Dewlet tê wateya desthildarî, sîyaset tê wateya afîrînerî.

Pirsgrêka şer û aştîyê: Nexşerêya danustandinan li gel Rêbertî 2011.

Di sedsala 21‘emîn de perspektîfên xwerêveberî û xweserîya netewîyî: ji nû ve fikirindana mafê çareserîyê ya paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan.

 Ol: Ol berxwedanek exlaqî ye.

Pergala Îmralîyê: Di hiqûqa Ewropa de gemara  reş.

 Dîrok û Berxwedan: Pergala Şaristanîya Demokratîk.

 Aborî di teorîya modernîteya demokratîk de: Kapîtalîzm ne aborî ye, desthiladarî ye.

Ciwan: Konfederalîzma Ciwanên Demokratîk.

Teorîya Modernîteya demokratîk: Pêşengîyek ji bo avakirina enternasyonalîzmek nû.

Da nasîna Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan:  Rejîma Heqîqetê ‘ Rastî tenê dikare civakî be.

Bernameya Bajarên rêzeçalakiyan

Di çarçoveya hemleya azadiyê de welatên wekî Fînlandiya, Swêd, Fransa, Almanya, Katalonya, Yewnanîstan, Îtalya, Swîsre, Kolombiya, Qibris, Belçîka, Îngilîstan, Polonya, Slovenya û Kenya bi navê “Rojên Diyalogê bi Abdullah Ocalan” di navbera 15-22’ê Pûşberê de wê li gelek welatan rêze çalakî û çalakî bên lidarxistin.

Pirtûka ku gotarên Abdullah Ocalan tê de bi sernavê “Modernîteya Demokratîk” dê li Swêdê bê çapkirin û di hemû çalakiyên ku dê di navbera 17-22’ê Pûşberê de li 6 bajaran bên lidarxistin de, wê bê danasîn.

Li Fînlandiyayê ji aliyê Tora Piştevaniya Helsînkî ya Kurdistanê ve dê der barê pergala Îmraliyê û Rêber Abdullah Ocalan de hevdîtinên agahdarkirinê bên lidarxistin. Parêzer Rengîn Ergul û nûnera Akademiya Modernîteya Demokratîk dê beşdarî civînên ku dê li Helsînkî (16’ê Pûşberê) û li Turkuyê (19’ê Pûşberê) bên lidarxistin bibin.

Li Elmanyayê wê li Berlîn (20’ê Pûşberê), Stuttgart (16’ê Pûşberê), Hannoverê (18-20’ê Pûşberê) çalakiyên cuda yên xwendin û agahdarkirinê bên lidarxistin.

Li Îspanyayê wê di 15’ê Pûşberê de li Girona serxwebûn, demokrasî û neteweya demokratîk bê nîqaşkirin. Li Lleîda, di 17’ê Pûşberê de Komîteya Piştevaniya Kurdistanê wê bi dramatîk metna şanoyê ya “3 Jiyan Abdullah Ocalan” û li ser paradîgmayê nîqaşeke vekirî pêk bîne. Pêşniyara neteweya demokratîk û nêzîkatiya konfederalîst a ji bo Katalanan wê di 19’ê Pûşberê de li Valenciayê bê nîqaşkirin û di 22’ê Pûşberê de li Barcelonayê wê Şerê Sêyemîn ê Cîhanê û avakirina Konfederalîzma Demokratîk were nîqaşkirin.

Wekî din, wê li Bogota, paytexta Kolombiyayê (22 Pûşber) atolyeyek hunerî were lidarxistin.

Li Atînaya paytexta Yewnanîstanê wê di 20’ê Pûşberê de ji bo azadiya Ocalan heta ber Sefaretxaneya Tirk meş bê lidarxistin û di 19’ê Pûşberê de jî panel bê lidarxistin.

Ji xeynî van welatan rewş û fikrên Ocalan wê li Fransa, Îtalya, Belçîka, Qibris, Awûstûrya, Skoçya, Swîsre, Polonya û Kenyayê jî bên nîqaşkirin.