Rojnameya Ronahî

Afrînera hunera şoreşgerî: Koma Cûdî

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Koma Cûdî, komeke hunerî ya devera Dêrikê ye ku di sala 1986’an de hatiye damezirandin. Endamê komê, Xalid Cûdî têkildarî avavbûn û xebata komê da zanîn ku Koma Cûdî di salên 1980’ û 1990’î de tevî zor û zehmetiyan hunera şoreşgerî afrandin û li pêş xistin. Her wiha îro li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebata hunerî dide meşandin.

Koma Cûdî yek ji komên hunerî yên Rojava ye ku di asta herî jor de mijûlî stranbêjî û mûzîkê dibe. Hêjayî gotinê ye ku di sala 1986’an de hatiye avakirin û ji wê demê ve li Rojava xebata hunerî, berhemên şoreşgerî û çanda kurdî hatiye kirin.

Her wiha têkildarî avabûn û xebata hunerî ya Koma Cûdî, endamê wê Xalid Cûdî ji rojnameya me re axivî.

Avabûna Koma Cûdî

Xalid Cûdî di derbarê avabûna Koma Cûdî de wiha got: “Ji sala 1984’an heya 1986’an  û bi şûn de piraniya komên hunerî yên Rojavayê Kurdistanê hatine avakirin. Weke Koma Botan, a Qamişlo, Koma Agirî, Serhildan û hwd… Ev kom bi giştî di wan salan de hatine avakirin ku weke berhemên Rêber Apo û şehîdên azadiyê ne. Koma Cûdî jî weke wan komên din yên Rojava bû ku di 1984’an de komî ser hev bûye û di 1986’an de hatiye avakirin. Avabûna wê her wiha kar û xebata vê komê di wê demê de bi rengekî zehmet bû. Wekî em dizanin di wê demê de zext û astengî ji aliyê Rêjîma Beeis hebû. Tevlîbûna endaman, mînak stranbêj û mûzîkjena ji komê re jî zehmet bû. Avabûna wê li ser destê Şehîd Dijwar Dêrik bû, ew damezrînerê Koma Cûdî bû, wî ev kom ava kir û piştî xebateke hunerî a bi nirx û di nava şoreşa tevgera azadiyê de şehîd ket. Koma Cûdî bi taybet a devera Dêrikê ye, navê xwe jî ji çiyayê Cûdî wergirtiye. Koma Cûdî hêza xwe ji fikr û felsefeya Rêber Apo û  vîna şehîdan digire.”

Kar û xebat

Xalid têkildarî kar û xebata Koma Cûdî wiha anî ser ziman: “Koma Cûdî weke beşek ji Navenda Çand û Hunerê ya Dêrikê ye. Ew komeke hunerî taybet a mûzîk û stranan e, hejmara endamên wê 11 kes in. Koma Cûdî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebata hunerî dide meşandin. Di salên 1980’î û 1990’î de koma Cûdî weke komeke şoreşgerî xebateke hunerî ji çanda şoreşê li pêş xist. Di wê demê de stranên girêdayî şoreşê, şehîdan û Rêber Apo û xwezaya Kurdistanê 10 kasêt tomar kir. Piştî Şoreşa Rojava, dîsa jî Koma Cûdî li ser şehîdan, YPJ û YPG’ê û di hemû war û pêngavên şoreşê de mîna pêngavên şer yên li dijî DAIŞ’ê, hikumeta Şamê û berxwedaniya li dijî dewleta Tirk a dagirker bi 10’an stran gotine. Her wiha gelek şahiyên civakî û festîvalên hunerî jî lidarxistine. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku sala bûrî Koma Cûdî di Festîvala Orkêş ya Mûzîkê de asta yekem derket. Koma Cûdî di warê xebata hunerî de jî berdewam e. Li aliyekî din jî bi awayekî rojane endamên komê perwerdeyên mûzîk û stranbêjiyê dibin. Her wiha bi rengekî heftane û mehane jî endamên me tevlî perwerdeyên bîrdozî dibin. ”

 Berhema evdîşo û berhemeke din di dema pêş de

Endamê Koma Cûdî, Xalid Cûdî di derbarê berhemên komê de wiha axivî: “Di dema dawiyê de me weke Koma Cûdî berhemek bi navê Evdîşo çêkir. Evdîşo xwedî çîrokeke, Evdîşo qehremanekî aşûrî ye. Çîroka Evdîşo li Geliyê Tiyarê yê girêdayî Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ye. Çîroka Evdîşo vedigere serdema dewleta osmaniyî da ku di wê demê de şerekî di navbera eşîreyên kurd û xiristiyanan de biafrîne, hin kurdên sîxur bi kar tîne. Dewleta osmanî bi riya hin kurdên sîxur êrişî eşîreyên Tiyarê kirin û xwestin wan talan bikin. Di wê demê de jî Evdîşo berxwedaniyeke mezin kiriye, dengbêjên kurd yên wê demê qehermaniya Evdîşo jî anîne ziman. Me jî xwest weke Koma Cûdî xwestiye kilîbekê li ser qeheremaniya Evdîşo çêbikin. Her wiha xwestiye bi rengekî cuda ku li ser bingehê netewa demokratîk ku hemû ol û bawerî û pêkhate cihê xwe di nav vê berhemê de bigirin û vê kilîpê çêbikin. Di dema pêş de xebata hunerî ya ku wê were kirin ew e ku wê berhemeke nû têkildarî destana Îzidxanê, berxwedaniya Şengalê û xwezaya wê, were çêkirin. ”