Navê min; sêvîn
Navê min; şêrîn
Navê min; evîn
Paşnavê min;Efrîn’a kurda
Dayîka min xecê, kefen li ser mil, dara zêtûnê av dide.
Bavê min sîyabend, ji derda, rih û simbêl berda.
Bi tûtina bêrîkirna gund û kaxaza hesrtê cixareyan dipêçe.
Xwişk û birayên min bi lîstikên xwe, serî rakirine li ber zehmetiya.
Dapîra min, piştî ku bi teşiyê zemanê xwe rêsan,
rûnişt û bêçare li dûmanê ji rêçika wê rabûbû, dinêrî.
Li ser rûyê min ken,
Di çavên min de êş û jan,
Li ser bedena min şopên şer,
Di hinava min de volkanên tolhildanê diteqin,
Erê !
Îro pêxas, lêv terikî, por hinç, çavhêsir
û di kolanên çadirên şahbayê de bêkes im!
Lê, di dilê min de hêvîya xwe dirêjkirina li bin dara zêtûnên gund,
Û bi mistan vexwarina ava kanIyê hildavêje
Ma hûn tîrêjên roj’ê yên li ser eniya min,
Û
Xwîna pakrewanan ya li ser milên min, nabînin,
Olana govenda serkeftinê nabihîs in !
Ma ez ê hestîyên kal û pîrên xwe bi ku ve bibim
Ez ê çawa bîranîn ku min di wan şivsrêyan de çandî sêwî bihêlim
û ez ê li ku,
Kêfxwaşîya xew a li ser baniyan di şevên havînê de ,
û şadimaniya ku min ji vegotina çêrokên pîrê digirt, tehm bikim!..
ji bîr mekin ku,
Pismam û dotmamên min meqebên xwe qetandine li serê çîya!
Ap û xaltîya min xwîna xwe rijandine.
Hêj çend salîbûm, min xwedayê bavan kuşt
û xwedayê xwe bi xwe afirand!
bo xatirê efrîn’ê,ez ê wî jî bikujim!
Min,
Ji çîya yê Lêlûn, Hawarê û ji çîya yê Hesîxidir bipirsin!
ji Hûrîyan û Med’an ve li virim
û ez ê her li vir; li Efrîn’ê bijîm!..
ey “mezinên” ku zarokên xwe revandine ewropa!
zarokên we ji têran dimirin,
ez bi êşa birçîbûnê dipijim, dikemilim û xurt dibim,
ma bêhna axa Efrîn’ê û ava wê çi nagihîne?
ka bêjin,çi negihandî?
ma lehengên mîna Şêxmûs, Seyfî, ZekerIya, Xweşnav û Rêna’san negihand,
ma Silava, Fîdan, Arîn û Aveste’yan ne gulên di vê axê de pişkivînbûn!
Bêyî wan gulan nikarim bijîm,
Bi wan ez heme
Bi wan ez bûm ez,
û
Navê min bû; Têkoşîn
Navê min bû; Şervîn
Navê min car bû; Evîn
Paşnavê min; Efrîn; bûka Kurdistan’ê !..
(Li kampa Berxwedanê, Şehba)