Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tevlîbûna jinan di xebatên rêvebriyê de serkeftinek mezin e

12/06/2024
in Uncategorized
A A
Tevlîbûna jinan di xebatên rêvebriyê de serkeftinek mezin e
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karîbûn di nava Rêveberiya Xweser de rolekê biserkeftî bilîzin her wiha tevlîbûna jinan di sîstema hevserokatiya hevbeş de ku cara yekemîn tê pêşxistin bandoreke pir mezin li tevahî cîhanê kir.

Şoreşa Sûriyeyê bû derfetek ji bo jinên herêmê da ku muhra xwe lêbixe, êdî roleke xurt lîstin di riya avakirina rêxistin û saziyên taybet yên jinan û ji bo pêşxistina projeya Rêvebriya Xweseriya Demokratîk pêşengtî kir û tevlî xebatên saziyên rêveberiyê bûn di tevahî waran de çi leşkerî, siyasî, dîblomasî û aborî.

Hevseroka Desteya Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Beyan Elî diyar kir ku şoreşa ku bi navê jinê hate kirin helbet bi pêşengtiya jinan hate destpê kirin û wiha pêş de çû: ” Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re tevahî jinên herêmê karîbûn gelek pêşketinan di xwe de bidin çêkirin em ji bîr nekin pêşengtiya YPJ di şerê li dijî rêxsitina DAIŞ ya terorist de ku îro bandoreke pir mezin li ser hemû jinan û netewan kiriye.

Beyan Elî wiha domand: ” Projeya Rêvebriya Xweser ya Netewa Dmeokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê li ber jinan vekir da ku ew jî tevlî vê projeyê bibin û rola xwe bilîzin di pêşketina vê sîstema demokratîk de”.

Beyan Elî got:” Îro jin di nava saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cihê xwe girtiye û bi serkeftin kar û xebatên xwe dimeşîne her wiha li gel mêr hevserokatiya hevbeş ku cara yekemîn hatiye pêşxistin bandora xwe li tevahî cîhanê kir. Ev ne tenê gotineke ku em tînin ser ziman lê tişta ku hatiye jiyan kirin di hundirê pratîka 12 salan de ji destpêka şoreşê heta niha tê jiya kirin”.

Beyan Elî destnîşan kir ku ew pir moral digrin dema jinan dibînin di nava rêvebriyê de ku gihaştiye asteke mezin li ser asta cîhanê û nûnetiya rêvebriyê li derve dikin û wiha got: ” Îro berxwedanî û keda jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû cîhanê bû nimûne û cihê ku mirov wê pîroz dibîne”.

Beyan Elî got:” Jinê rola pêşengtiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir û tevlî tevahî warên jiyanê bû çi di warê Dîblomasî, leşkerî, siyasî û aborî her wiha pêşengtiya civakê û sîstema Netewa demokratîk kir vê yekê bandor li ser kesayeta jinê çêkir da ku gavên mezintir bavêje ber bi pêşerojê ve”.

Beyan Elî got: “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn mînakeke ji bo tevahî cîhanê û bi taybet jina kurd karîbû bandorê li ser tevahiya jinên pêkhateyên herêmê bike ji ereb, ermen, tirkmen û suryanî, em vê tevlîbûna mîna serkeftineke mezin dinirxînin”.

Beyan Elî  di dawiya gotinên xwe de got:” Sîstema Rêvebriya Xweser hişt ku jin li her cihê ku kar û xebat lê tê meşandin li wê qadê bibe xwedî îrade û hebûn. Her wiha jin bûye cihê biryar, nêrînê, armanca me ya yekemîn û serek parastina hemû jinan, nirx û destkeftiyên şoreşê yên bi saya bi hezaran şehîdan pêk hatiye û divê îro jinên vê herêmê bi giştî xwedî lê derbikevin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.