Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rola mamosteyên jin di pêşxistina civakê de sereke ye

12/06/2024
in Uncategorized
A A
Rola mamosteyên jin di pêşxistina civakê de sereke ye
Share on FacebookShare on Twitter

 Lîloz Hisên/ Qamişlo

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrî Gulîstan Ismayîl da zanîn ku tevlîbûna jinê de qada perwerdeyê de zihniyeta paşverû guhert û wekheviya di navbera her du zayendan pêş xist.

Tevlîbûna jinê di qada perwerdeyê de ji destpêka şoreşa 19`ê Tîrmehê ve li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nimûneyek erênî li gel civakê çêkir, herwiha rola wê ya mezin di pêşketina civakê de îsbat kir.

Derbarê rola jinê di nava qada perwerdeyê de hevseroka Deseteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrî Gulîstan Ismayîl ji rojnameya me re aixvî.

Gulîstan Ismayîl di destpêka axaftinên xwe de bal kişand ser tevlîbûna jinê di qada perwerdeyê de û wiha got: “Jinên Herêma Bakur û Rojilatê Sûriyeyê bi taybet jinên kurd piştî destpêkirina kirîza Sûriyê derfet dît da ku xwedî li zimanê kurdî derkeve, êdî tevlî qada perweredeyê bû ji bo zimanê kurdî di nava civakê de belav bike, êdî derbasî dibistanên rêjîmê bû, di nava sîstema desthilatdar karîbû zimanê dayikê bixe dibistanan de û roleke sereke lîst ji bo perwerdekirina zarok û civakê.”

Gulîstan Ismayîl diyar kir ku jinên Herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê bi tevlîbûna qada perwerdeyê de gaveke mezin avêtin û wiha domand: “Mamosteyên jin karîbûn gaveke mezin bavêjin û bi israr tevlî qada perwerdeyê bûn, bi armanca perwerdekirina civakê di warê zanistî de, mamosteya jin roleke wê ya sereke heye di diyarkirina karaktera hawîrdora perwerdeyê de, herwiha di peydakirina hawîrdoreke erênî û xwendekaran taşwîq bike di domandina riya xwendinê, ji ber ku hestên dayikbûnê bi têkiliyên xwe re li gel xwendekaran bi kar tîne.”

Gulîstan Ismayîl wiha berdewam kir: “Tevî hemû zehemetiyên ku li pêşiya mamosteyên jin derketin, lê têkoşîn û berxwedaneke mezin hate meşandin li hemberî êrîşên zihniyetê û fikrên paşverû, mamosteyên jin bandoreke pir mezin li ser civakê kir, em ê bên dema ku metryalên xwendinê bûn yê Rêvebriya Xweser bi pêşengtiya jina kurd karîbû bandorê li tevahiya pêhkateyên li herêmê jî bike, bi pêşengtiya jina kurd û bi taybet mamoste bandora xwe li ser pêkhateyên din jî kir, êdî jinên ereb û pêkhateyên dîtir yên ku li Rojavayê Kurdistanê jiyan dikin tevlî karê mamostetiyê bûn, civak gihaşt qûnaxekê ku di kesayeta mamosteya jin mînakekê bibîne, piştî rêbazê perwerdeyê bi tevahî hate guhertin êdî ev bû destkeftiyeke mezin û hejmara mamosteyên jin her ku diçû zêdetir dibû.”

Gulîstan Ismayîl wiha pê de çû: “Di sîstema perwerdê de ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de komîte û kordînasyonên jinan hene, da ku çi pirsgirêk an astengî li pêşiya mamosteyan derkeve di qada perwedeyê de, bibin alîkar bi hev re da ku wan pirsgirêkan derbas bikin.

Gulîstan Ismayîl lê zêde kir: “Mamosteyên jin barên wan pir giran e, ji ber ku ew weke dayikeke xwedî malbat û zarok karê xwe dimeşîne û di heman demê de jî mamosteyeke barê fêrkirin û perwerdeya xwendekaran dikeve ser milê wê, di vir de zehmetî li pêşiya wê derdikeve, lê heta astekê ev mamoste kare hevsengiyê bixe nava van her du karan de, da ku qelsî dernekeve.”

Gulîstan Ismayîl bal kişand ser bandora jinê ser zarokan: “Mamosteya jin bandoreke erênî li ser zarokan dike, ji ber di eynî demê de mamoste dayikeke, hestên dayikbûnê di vî karî de jî dimeşîne, zane çawa têkiliyan bi zarokan re çêbike, ev yek dihêle ku rehetiyekê li cem zarok û xwendevanan çêbike, ev yek di xwezaya wê de heye lewma xwe berpirsyar dibîne di pileya yekemîn de.

Gulîstan Ismayîl bal kişand ser sîstema hevserokatiyê di nava tevahî warên jiyanê de bi taybet di warê perwerdeyê de û wiha got: Sîstema hevserokatiyê gelek guhertinê di nava civakê de pêk anî, hişmendiya şaş herwiha nêzîkatiya civakê li hember jinê hate guhertin, lewma divê jin di nava xwe de kesayetek xurt bide avakirin.”

Gulîstan Ismayîl da zanîn ku mamosteyên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihaştine wê astê ku ew beşeke mezin ji pêşketina civakê ne û wiha domand: ” Der barê tecrûbeya jinê ya di nava civakê de mamoste bi gihandina nirx û exlaqên erênî di avakirina kesayeta xwendekaran de dibe alîkar.”

Gulîstan Ismayîl di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku bi hebûna jinan di qada xwendinê de hevsengiya zayendî di hawîrdora perwerdeyê de pêk tê û wiha qedand: “Ev yek dibe alîkar ku xwendekar girîngiya wekhevî û hevkariya di navbera zayendan de di civakê de fam bikin, bi pêşkêşkirina modelek erênî û piştgirî, jin beşdarî avakirina civakek perwerdehiyê ya li ser bingeha jêhatî û hevkariyê dibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.