Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji ber rewşa hejartiyê rêjeya karkirina zarokan zêde dibe

11/06/2024
in NÛÇE
A A
Ji ber rewşa hejartiyê rêjeya karkirina zarokan zêde dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Bi boneya ‘Roja Têkoşîna li Dijî Karkerina Zarokan’ endama Rêveber a Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan, Perwîn Mihemed diyar kir ku rêjeya karkirina zarokan ji ber rewşa hejartiyê zêde dibe û got, “Pêwîste em zarokan biparêzin û pêşeroja wan ava bikin.”

 Di sala 2002`an de Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ji bo balê bikşîne ser rewşa neyînî û şert û mercên giran ên ku bi milyonan zarokên li cîhanê tê de dixebitin, roja 12`ê Hizêranê wekî ‘Roja Têkoşîna li Dijî Karkerina Zarokan’ diyar kiriye. Her wiha çarçoveya “Têkoşîna li dijî karkeriya zarokan”Ji aliyê gelek dewletan ve, weke mijareke sereke hatiye nîşandan. Lê ji aliyê siyaseta desthilatdaran ve zarok di jiyanek nexweş de jiyan dikin, rûbirûyî êriş, zext, tecawizî, siyaseta şer û dagirkeran tê. Tevî piraniya welatan peymana ji bo mafê zarokan îmze kirine, lê zarok li piraniya cîhanê bi taybet jî li herêmên ku şer û alozê jî xilas nabin, bedelên mezin tê dayîn û herî zêde zarok bedelên mezin didin.

Piraniya zarokan neçarî karkirinê bûne

Li Sûriyê giştî karkirina zarokan piştî kirîza Sûriyê ya ku di sala 2011`an de hat destpêkirin de her ku diçe zêde dibe. Gelek zarok di karên xeternak de dixebitin. Her wiha encama şer û aloziyan jî gelek kamp hatin avakirin û malbatên ku di kampan de dimînin ji ber ku şert û mercên aborî yên xerab, destûrê didin zarokên xwe yên temen biçûk ku bixebitin. Di heman demê de piraniya zarokên karker neçar bûn ku perwerdehiya xwe di nêvî de bihêlin.

Weke ku her kes nas dike ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî şerekî hovane ji aliyê çeteyên herî metirsîdar li ser cîhanê çeteyên DAIŞ`ê hat, lewra di serdema şerê çeteyên DAIŞ`ê de, zarokên vê herêmê bi rengekî hovane dihatin bikar anîn, lê piştî şikenandina çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê hêzên QSD`ê ew zarok hin hêviyên xwe yên jiyanî hêvî kirin. Lê dema çeteyên DAIŞ`ê têk çû, dewleta Tirk a dagirker êdî bû xeyalê metirxîdar ji zarokan re, bi taybetî di herêmên dagirkirî de mîna Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî, zarokên van bajaran piştî ku ji mal û warên xwe koçber bûne, pirî wan bêçare man ku bi temenekî biçûk de kar bikin, da ku di vê rewşa zor û zehmet de karibin xwe bidin jiyan kirin, lê kêleka vê jî, ji perwerdekirina xwe dûr ketin.

Derbarê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan, endama Rêveber a Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Perwîn Mihemed ji rojnameya me re axivî.

Perwîn Mihemed diyar kir ku li cîhanê tevahî cihê şer û alozî lê derketine rewşa jiyana zarokan xerab bûye û wiha got: “Li cîhanê cihê ku alozî û şer heye, zarok bûne qurbanî. Herwiha piştî aloziya Sûriyê ya ku di sala 2011`an de hat destpêkirin rewşa jiyana zarokan zehmet bû. Ev alozî jî bo bandoriya hejatiya pir û bi sedema hejartiyê gelek zarok neçarî karkirinê bûne, lewra rewşên deronî jî li cem zarokan pir bûye. Tevî ku li nayê qebulkirin ku zarok kêmî temenê 18`an kar bikin, lê pir zarok ji ber dê yan bavê wan mirî ne û kesek tuneye kar bikin ji bilî wan, neçarî karkirinê bûn.”

‘Zarok pêşeroja civakan e’

Perwîn Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku ji bo hemû civakan zarok nirxekî gelek giranbiha ye û wiha got: “Zarok pêşeroja civakan e. Em jî wek Rêxistina Stêrk ya Şopandin û Parastin mafê zarokan bi hemû hewldanên xwe ji bo zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xebatê didin meşandin û bi hemû derfetên heyî zarokan diparêzin û çalakiyên cûrbicûr ji wan re lidar dixin, di heman demê de zarokên ku rewşên deronî jiyan dikin, bi wan re dibin alîkar. Her wiha bi boneya roja cîhanî ya Têkoşîna li dijî karkeriya zarokan, em hêvî dikin ji hemû malbatan ku li xwendin û pêşketina zarokên xwe guhdar bin, her wiha rê li pêşiya karkirina zarokan bê girtin û piştgiriyek ji wan re bê dayîn. Pêwîste em bi hev re zarokan biparêzin û pêşerojeke ronî ji wan re ava bikin, ji ber zarok jî di pêşerojê de wê pêşeroja me ava bikin.”

‘Zarok tevî mafê xwe rastî pirsgirêkên cûrbicûr tên’

Endama Rêveber a Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Perwîn Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Berpirsyariya me hemiyan e ku em mafên zarokan biparêzin. Mafê her zarokî/ê heye ku bi jiyaneke ewle bijî, pêş bikeve. Mafê her zarokî/ê heye ku li hember tundî û destirêjiyê bê parastin. Mafê her zarokî/ê heye ku raman û hestên xwe bîne ziman. Lê mixabin li gelek deverên cîhanê zarok tevî mafê xwe rastî pirsgirêkên cûrbicûr tên.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Şerê Ukrayna û Rûsyayê; 2 milyon û nîv qurbanî
NÛÇE

Şerê Ukrayna û Rûsyayê; 2 milyon û nîv qurbanî

21/07/2026
Rêber Apo: Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin
NÛÇE

Rêber Apo: Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin

21/07/2026
‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.