Rojnameya Ronahî

Hêzên Gerîla êrişên artêşa Tirk a dagirker têk dibin

Êrişên dewleta Tirk yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî bi taktîkên afirîner êrişên dagirkeriyê  têk dibin. Ji her kesî re eşkere ye ku artêşa Tirk li hemberî berxwdana Gerîla di çi rewşê de ye, li çiyayên Kurdistanê ew bê çare maye, ji ber wê ew bi reklaman hewl dide leşker û teknîka xwe serketî nîşan bide, lê li gel şert û mercên giran jî  Gerîlayên Azadiyê  bi çalakiyên xwe teknîk û hêza leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker têk dibe û ji tevahiya cîhanê re isbat dike ku tu hêz nikare vîna şervanên azadiyê bişkîne.

Çalakiyên Gerîla

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî bi taktîkên afirîner êrişên dijmin têk dibin. Bi çalakiyên rojên dawî gelek hedefên dijmin îmha kirin. Hêzên gerîla bi taybetî di navbera 1 û 6’ê Hezîranê de çalakiyên bi bandor lidar xistin. Gerîla di navbera 1-6’ê Hezîranê de li Avaşîn, Zap û Metînayê li dijî leşkerên Tirk çalakî kirin, derbên giran li dijmin xistin û 11 leşkerên dijmin ceza kirin. Ya rast, mirovekî bi aqil bi hêsanî dikare fêhm bike û bibîne bê dewleta Tirk di şerê çar salên dawî de di kîjan halî de ye. Lewma rewşa dewleta Tirk ji bilî bêçaretiyê ne tiştekî din e.

Bi reklaman hewl dide leşker û teknîka xwe serketî nîşan bide, lê rastî ne bi vî rengî ye. Rastî ew e ku li gel şer û mercên giran jî çalakiyên gerîla têne kirin ku teknîk û hêza leşkerî ya dewleta Tirk têk dibe. Gerîla di salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê de li herêma Avaşînê çalakiyeke sabotajê li dijî dijmin kir. Gerîlayan ku meha fedaiyan meha Hezîranê bi çalakiyên bi bandor pêşwazî kirin, peyameke bi wate dan dewleta dagirker. Li gorî dewleta Tirk li van herêman bi taybetî li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê gerîla nemaye! Lê belê em dibînin ku gerîla her roj çalakiyên hîn mezin dikin. Dema ku mirov bala xwe didin ser çalakiyên gerîla, dibîne ku leşkerên Tirk li ku dibin bila bibin, gerîla di wê astê de ye ku dikare êriş bike.

Her dema ku leşkerên tirk gavê diavêje dibe hedefa gerîla

Em li herêma Metînayê û çalakiyên gerîla yên li wê derê vegerin. Ji meha Gulanê û vir ve liv û tevgera dewleta Tirk a li herêmê zêde bûye. Vê carê rêbazên nû diceribîne. Dixwazin gerîla li qadê îmha bike, bêbandor bike. Piştre plan dike ku êrişî tunelên şer bike. Di nava çar salên dawî de rê û rêbazek nema ku dewleta Tirk ji bo bikeve nava tunelên gerîla bi kar neanî. Hatin heta ber tunelên şer, lê destvala vegeriyan. Hewl dan bikevin nava çeperên gerîla, lê hatin îmhakirin. Vê carê jî dixwazin xwe li qadê biceribînin, lê belê ev rêbaz jî bê encam dimîne. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê şer û çalakiyên xwe dewam dikin. Yanî dewleta Tirk a ku nikare bigihêje armanca xwe, serî li rê û rêbazên dûrî exlaqa şer dike. Lê belê ev rastî piştrast bûye ku ti hêz nikare li hemberî îradeya şervanên azadiyê bisekine.

Li Metînayê gerîla êrişî leşkerên Tirk dikin û derbên giran li dijmin dixin. Gerîlayên ku sûdê ji felsefeya Rêber Apo werdigirin, leşkerên Tirk ên ku pişta xwe bi hêza xwe ya teknîkê germ kiriye, tarûmar dike. Çalakiyên Metîna, Avaşîn û Zapê mînakên herî şênber in. Leşkerên Tirk êdî nikarin li xaka Kurdistanê gavê biavêjin, çeperên xwe nikarin biterikînin. Dewleta Tirk li cihê ku dibêje ‘PKK êdî li wir nîne’ derbên giran dixwe. Weke ku di dîmenên gerîla de jî tê dîtin, leşkerên Tirk di nava şoqeke mezin de ne û nizane bê wê ber bi ku ve birevin. Gerîla bi taktîkên gerîla yên nûjen ber bi serketinê ve dimeşin. Leşkerên Tirk wê ji têkçûnê nikaribin rizgar bibin. Gerîla hem li qadê, hem li hewayê li ser dijmin serwer bûye. Ji ber vê yekê jî her gava ku leşkerên Tirk ên dagirker diavêje dibe hedefa gerîla.