Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêxistina Stêrk xwest ku dawî li kuştina zarokan were

11/06/2024
in NÛÇE
A A
Rêxistina Stêrk xwest ku dawî li kuştina zarokan were
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Di 8`ê Hizêranê de, di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de zarokê bi navê Mistefa Elselmo hat kuştin, girêdayî vê yekê Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî li Bexçeyê Helebce dan.

Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî kuştina zarokê bi navê Mistefa Elselmo ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de, di 8`ê Hizêranê li ser sînorê Amûdê û Qamişlo li gundê duda hat kuştin, li Bexçeyê Helebce yê taxa Kornîş daxuyaniyeke nivîskî hate dayîn.Daxuyanî bi tavlîbûna zarokên bajarê Qamişlo yên girêdayî Rêxistina Stêrk hat xwendin, her wiha daxuyanî bi zimanê Kurd hate dayîn û ji aliyê endama Rêxistina Stêrk Rojda Xelîl ve hate xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

Di van demên dawî de li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêdebuye. Li ser axa ku gelê Rojava xwediyê wê ye, rojane mirov têne kuştin. Her wiha gelek zarok di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de dibin hedef û têne kuştin. Di dîroka 8`ê Hizêrana 2024`an de, li ser sînorê bajarê Amûdê û Qamişlo li gundê Duda leşkerên dewleta tirk a dagirker êrîş kir û di encama gulebaranê de zarokê bi navê Mistefa Hisên Elselmo yê ku temenê wî 16 salî bû hate qetilkirin û kesek din jî birîndar bû.

‘Pêwîste li hemberî êrişan bertek bên nîşandan’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Pêwîste êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Rojava bê rawestandin. Êdî zarokên Rojava li ser axa xwe, li gundê xwe, li nav zeviyên xwe bikaribin azad tevbigerin. Bi navê Rêxistina Stêrk ya Şopandin û Parastina Mafên zarokan bang li hemû kesên peywendîdar, saziyên mafên mirovan û mafên parastina zarokan li hember van kiryarên dij mirovî yên ku dagirkeriya tirk dimeşîne bê deng nemînin û bertek nîşan bidin, qebûl nekin û xwedî li zarok, jin, ciwan û mirovan der bikevin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.