Rojnameya Ronahî

Yekem pêngava tinekirin û dagirkirina Kurdistanê: Komkujiya Silêmaniyê

Navenda  Nûçeyan

Rejîma Baas yekemîn komkujiya li ser gelê Kurd ji berî 61 salan li Silêmaniyê pêk anî. Di rojek weke îro de 82 welatiyên Silêmaniyê hatin qetilkirin. Ev komkujî yekem pêngava ji bo tinekirina Gelê Kurd û dagirkirina Kurdistanê bû. Îro jî kiryara qirêj ya rejîma Baasê  ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve hatiye dewr girtin.

Roja 9’ê Hezîrana sala 1963’an ji bo bajarê Silêmaniyê û gelê Başûrê Kurdistanê weke rojek bi xwîn tê bi nav kirin ku ji aliyê rejîma Baas ve li Silêmaniyê 82 Kurd hatin qetil kirin. Di 9’ê Hezîranê de Tûgaya 20’ê ya Artêşa Iraqê bi pêşengiya Zeîm Sidîq li Silêmaniyê hatin û çûn hate qedexekirin û dest bi girtin û kuştina welatiyan kirin. Di komkujiyê de bi giştî 82 Kurd hatin qetil kirin.

Piştî rûxîna Komara Kurdistan ya li bajarê Mahabadê, Mela Mustefa Barzanî berê xwe da Sovyetê û heya şoreşa 14’ê Temûzê ya Iraqê li Sovyetê ma. Piştî wê şoreşê ku rejîma paşatiyê ya Iraqê hate ruxandin, yekem serokkomarê Iraqê yê wê demê Ebdulkerîm Qasim ji bo mafên Kurdan hinek soz da. Li ser vî bingehî jî Mela Mustefa Barzanî vegeriya Başûrê Kurdistanê. Piştî wê hêdî hêdî serokkomarê Iraqê ji sozên xwe poşman bû. Ji ber vê yekê di sala 1961’an de Şoreşa Îlonê bi serokatiya Mustefa Barzanî li Başûrê Kurdistanê serî hilda.

Di 8’ê Sibata 1963’an de Hizba Baas ya Iraqê li hemberî serokkomarê Iraqê Ebdulkerîm Qasim derbe pêkanî. Di encamê de li avahiya televziyonê bi ser Ebdukerîm de gule hat barandin. Êdî rejîma Basê hêdî hêdî dest bi jinav birina hemû kesên ku weke neyarê xwe didîtin kir. Bi sedan rêveberên Hizba Şuî û fermandarên paye bilind hatin kuştin.

Baasiyan di destpêka derbeyê de peywendiya xwe bi rêveberên Kurdistanê re danî û sozên mezin dan Kurdan. Yek ji wan sozan jî ew bû ku soza rêveberiya ne navendî bû. Lê piştî ku cihê xwe qayîm kirin, wan jî pişta xwe da daxwazên gelê Kurd û ketin nava şer.

Di 8’ê Hezîrana 1963’an de artêşa Iraq bi fermandariya Zeîm Sidiq Mustefa ber bi çiyayê Giwêje û Ezmer yên bajarê Silêmaniyê ve ketin rê. Lê pêşmerge hemberî wan derketin. Zeîm Sidiq piştî wê bi rojekê hemû aciziya xwe ji welatiyên bê çek rakir.

Di 9’ê Hezîranê bi biryara Zeîm Sidiq derketina derve ya Silêmaniyê hat qedexe kirin. Bi navê lêgerîna çekan, 82 kes ji mamosta, xwendekar, kasibkar û karmendan hatin binçavkirin. Wan kesan hemû birin gel mizgefa Silêmaniyê. Niha ew cih ku berê mizgeft bû, bûye Parka Azadî. Artêşa Iraqê kesên girtî hemû li wir gulebaran kir. Heman rojê li navçeya Koyeyê bi fermana fermandar Teha Şekirçî komek têkoşer hatin gulebaran kirin.

Her wiha bi sedan kes hatin binçavkirin û ji bilî wê hemama Silêmaniyê jî tijî girtî kirin. Roja din ango 10’ê Hezîranê rejîma Basê bi fermî dest bi şer kir û hemû çekên qedexe kirî li hemberî Kurdan bikaranî.

Dr. Fayîq Gulpî di pirtûka xwe ya bîranîna ya bi navê ‘Ku li wir ve temaşeyî jiyana xwe dikim’ wiha tîne ziman; “Roj bi roj desthilata şoreşa Îlonê pêş diket. Pêşmergeyan herêmek berfireh girtibû. Bi armanca ku pêşmergeyan bişkênin û dubare dagirkeriya xwe li herêmên di bin destê pêşmergeyan de pêk bînin, havîna sala 1963’an de artêşa Iraqê dest bi pêngava leşkerî ya li ser herêmên Kurdistanê yên hatine rizgarkirin kir. Di wê demê de bi pêşengiya Zeîm Sidîq li Silêmaniyê destpê dikin. Ji berî ku Zaîm Sidîq bi artêşê êriş bike li ser herêma Şarezûr û Hewram, li Silêmaniyê, Dukan û Koye dest bi êrişan kir. Çend komkujî pêk anîn. Li Silêmaniyê komkujiya bi nav û deng a 9’ê Hezîranê pêk anîn.”

Komkujî niha ji aliyê dewleta Tirk ve dewam dikin

Bi vî awayî êriş, komkujî û enfala rejîma Baas a li hemberî Kurdan gihişt lûtkeyê û heta sala 2003’an berdewam kir. Piştî rûxîna rejîma Baasê, vê carê dewleta Tirk a dagirker kete dewrê. Dewleta Tirk jî weke rejîma Baasê ji nakokiya di nava Kurdan de feyde girt û bi xeta xiyanetê ya PDK’ê, li herêmê bû sedema komkujiyan.

PDK’ê bi rejîma Baasê re di 31’ê Tebaxa 1996’an de, bi komkujiya pêkanî Yekîtiya Nîştiman ya Kurdistanê kir hedef, piştî wê bi deh mehan, yanî di 16’ê Gulana 1997’an de, bi dewleta Tirk a dagirker re, bi komkujiyên pêkanî Tevgera Azadiya Kurdistanê kir hedefa xwe. Ev komkujî tenê mînaka çend komkujiyên bi dewletên dagirker re dijî gelê Kurd pêkaniye. Êrişên dagirkeran yên bi hevkariya xeta xiyanetê, di roja me ya îro de jî li dijî welatparêz, rojnamevan û gelê Başûr dewam dikin. Bi taybet jî li dijî gerîlayên azadiyê, xelkê sivîl û herêmên niştecihbûnê bi bibkaranîna kîmyabaranê dewam dikin.