Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Li Qamişlo ji bo peydakirina avê proje hatine destpêkirin

05/06/2024
in Uncategorized
A A
 Li Qamişlo ji bo peydakirina avê proje hatine destpêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Hevseroka Dayîreya Avê ya kantona Qamişlo Delal Seyid Hemo diyar kir ku ji dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hewayî li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkanîbû tevahî riyên jiyanê kir armanc, civak ji elktrîk, av û xizmetên sereke qut kirin.

Di dawiya Mijdara sala 2023`an, dewleta Tirk a dagirker êrîşeke hewayî li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê pêk anî, di encamê de av û elktrîk li ser milyonan kesan hate qut kirin. Di heman demê de dagirkeriya Tirk stasyonên avê, elktrîk, neft û xazê bi temamî hedef girtin, ev bandorên êrîşê heta niha berdewamin li hin deveran, pirsgirêka kêmbûna avê mijara tevahî şêniyên herêmê ye. Şênî gelek astengiyan dikşînin li hin deveran jî bi temamî av tune ye û li hin derevan av kême, şênî êdî neçar dimînin her roj tangêrên avê bikrin da ku debara xwe ya jiyanê bikin.

Derbarê mijara kêmbûna avê de hevseroka Dayîreya Avê ya kantona Qamişlo Delal Seyid Hemo ji rojnameya me re axivî.

Delal Seyid Hemo wiha got: ” Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hewayî li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkanîbû tevahî riyên jiyanê kir armanc, civak ji elktrîk, av û ji xizmetên sereke qut bikin.“

Delal Seyid Hemo destnîşan kir ku Êrîşên dewlet Tirk a dagirker li ser herêmê bandoreke pir mezin li ser ava herêmê kir û wiha domand: ” Em hewildanên xwe dikin da ku avê bi awayekî rêxistinkirî ji gel re peyda bikin, di encama êrîşa dagirkeriya Tirk stasyonên avê ji xizmetê derkeve û bi tunebûna elktrîkê em neçar man ku jenertoran bi kar bînin da ku stasyonên avê têkevin xizmetê.

Delal Seyid Hemo got: “Sê stasyonên sereke li bajarê Qamişlo hene ya Hilêliyê 51 bîr di xizmetê de ne, ya Ceqceq, û ya Iwêca.”

Delal Seyid Hemo da zanîn ku ew ji bo peydakirina avê proje dane destpêkirin û wiha pê de çû: ” Me 14 projeyên avê dane detpêkirin, yek ji wan projeyan veqetandina toreyê ye yanî roja taxa Şerqî wê av tenê ji bo wê taxê be, her roj ji taxekê re bê diyar kirin. Her wiha wê bername bê danîn ji bo li gorî seatên Ampêran avê bixin xizmetê ji bo gel re.”

Delal Seyid Hemo diyar kir ku ji bo taxên toreyên avê lê tune be wê tore bên avakirin. Û tekez kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên avê li taxan divê gel dayîreya agahdar bike da ku pirsgirêkan çareser bike.

Hevseroka Dayîreya Avê ya kantona Qamişlo diyar kir ku du stêrên avê hene, gel bi wan re têkiliyan dikin da ku ji wan re avê bişênin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.