Amara Baran/Qamişlo
Parlementera Şirnexê û komisyona hiqûqê ya partiya DEM Newroz Uysal diyarkir ku Pêngava azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan her ku diçe firehtir dibe, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê belav dibe û bandora wê mezintir dibe.
Kombûna li derdora Rêber Abdullah Ocalan encama paradîgmaya wî ye “Gelê Kurd ji bo nasîna bindestiya xwe û azadiya Rêberê Gelê Kurd gelek çalakî lidaxistin û dîplomasî pêş xistine. Ev naskirinê tîne lê bandora herî mezin Rêber Abdullah Ocalan bi xwe ye. Piştî ku pirtûkên Abdullah Ocalan hatin wergerandin û kesan bi dengê Abdullah Ocalan xwendin, vê yekê bawerî û bandorek mezin çêkir. Pêşketina gelê Kurd û destkeftiyên wê bi taybetî naskirina Şoreşa Rojava xwedîderketina li fikrê wî zêde kir. Ev jî daxwaza azadiya Abdullah Ocalan gerdûnî û girîngtir dike.
Derbarê mijarê de Parlementera Şirnexê a komisyona hiqûqê ya partiya DEM Newroz Uysal bersiva pirsê Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
-Hûn qirkirina ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li ser gelê kurd tê meşandin çawa dinirxînin?
Di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de dixwazin li ser kurdan qirkirinê pêk bînin. Ji ber ku îradeya Abdullah Ocelan di şexsê wî de biheviya jiyanek azad, kurdeke azad û jiyaneke wekhev de dixwazin van nirxan ji holê rabikin û heta dawiyê bi çandî, fîzîkî û bi hişmendî û dîrokî qirkirini bikin. Ji ber wê berê xwe didin Abdullah Ocalan û tecrîda ku li ser tê ferzkirin, girantir dikin. Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo lêgerîna azadiya kurdan e, ji bo lêgerîna azadiya tevahiya gelan e. Ji ber ku fikrê Rêber Apo riya çareseriyê yedibe hedef û tecrîdê li ser girantir dikin, ev jî berdewamkirina qirkirina kurdan e. Li hermberî vê qirkirinê Rêber Abdullah Ocalan bi sekna xwe ya li Îmraliyê û rexistinbûna kurdan polîtakêyên Dewleta Tirk a dagirker vala derxistiye. Ew di berxwedaniya xwe ya li Îmraliyê de dibêje ku” Pergala ku li Îmraliyê hatiye avakirin pergala qirkirinê ye, pergala qirkirina kurdaye. Ji ber wî hemû politîkay qirkirinê bi polîtîkayên pergala îmraliyê ve girêdayî ye.”
-Hûn cezayê dîsîplînê yên ku li ser Rêber Apo tên meşandin di milê qanûnî û yasayî de çawa dinirxînin?
Cezayê dîsîplînê û qedexekirina hevdîtina parêzeran du mijarên cuda ne. Cezayê dîsîplînê ji bo hevdîtinê malbata dixin sedem û herê dirêj sê meha carak dikarin bidin. Ji 2018’an vir de cezayên dîsîplînê 3 mehan carek tê birîn û her 6 mehan carek jî biryara qedexekirina parêzeran tê, bi rêya dadgeha infaz a Bûrsayê ev biryar tê girtin. Ev jî serlêdanê parêzeran tê redkirin. Di huqûq û qanûnên Tirkiyê de nabe bênavber cezayê dîsîplînê li tu kesî bê birîn. Li gorî qanûnên wan pêwîste di navber cezayên dîsîplînê de dem hebe û raste rast dive sedema vê yekê şênber hebe û lekolîn bên kirin. Di heman demê de dema ku serlêdanê malbatê her heftê çedibin, pêwîste derheqê cezayê dîsîplînê de agahî bidin malbatê lê belê îdareya girtîgehê û dadgeha Înfaza Bûrsayê dema ku cezayê dîsîplînê dibire tu bersiv nadin yan jî serlêdan û îtîrazên tên kirin didin seknandin. Herwiha 6 mehan carekê qedexekirinê parêzeran dayîn jî li gor qanûnê infaza li Tirkiyêde jî mixabin prosûdûra wê ne wisaye nikarên ji bo hevdîtinê parêzeran bidî qedexekirin. Dema ku li ser parêzerekî guman hebin wê demê dikarî bidî qedexekirin, li gor qanûnê ger parêzer hatin qedexekirin û pewîste tu maf bidî wan kesan ji bo ku ji xwe re parêzereke cûda eyar bikin. Mixabin li îmraliyê ev maf nayê dayîn.”
-Çima CPT û Saziyên Navneteweyî li hemberî van biryarên neqanûnî bêdengin?
Li hemberî biryar û cezayan li Tirkiyê de serlêdan û îtîrazên ku tên kirin bê bersiv têne hîştin an jî têne redkirin di dadgeha makezagon anjî a bilind ya mezin li Tirkiyê de bi dehan serlêdan çebûne lê hêjî encam derneketine yan jî didin seknandin. Li ser vê rewşê CPT di hevdîtina xwe ya herî dawî de û rapora xwe ya herî dawiyê de nivîsandi bû “tişteki di girtîgehê de çebûyî nikarî bikî sedem ku tekîliyê kesên girtî ji derve bidî qûtkirin.” CPT wê deme digot ku tu van biyarên xapînok û biryarên ne ji rastî didî nikarî van sedeman ji bo hevdîtinê bikî biryarek, mixabin xwedî li biryara xwe derneket pişte rapora CPT hat parvekirin di eynî hefteyê de hem cezayê dîsîplînê hem jî bîryara qedexekirinê dan. Tespit û biryarên ku derdikvin bi tena sere xwe têrê nake divê werin şopandin zexteke huquqî, Dîplomasî û zexteke ji bo peymanê nav dewletî li ser Dewleta Tirkiyê çêbibe ku daxwaziya xwe pêk bîne heta ku ev deqt û daxwaz bi dengeke bilind li ser saziyên netewî neyên şopandin mixabin Devleta Tirkiyê biwî şekle bibe. Sekna SPT û saziyên din li hemberê vî rewşê ne sekneke hiqûqî û ehlaqiye, Saziyên netewî li gor berjewendiyên siyasî û li gorê pergala ku tê de cîhê xwe digre û li gor parastina vî pergalê de mixabin tecrîd û îşkenca ku li îmraliyê tê meşandin de yan bêdeng dimînin an jî tene de tespîtê de dimîne û şopandina wî li ser guhertina wî de gavên erênî û şenber navêje.”
Di çarçoveya azadiya fîzîkî a Rêber Apo de ji bo ku azadiya fîzîkî pêk were li ser asta cîhanê pêwîste çi were kirin?
Pêngava azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan her ku diçe mezintir dibe, hem li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya Cîhanê belav dibe. Dîlgirtina Abdullah Ocelan rol û misyona pêşeroja kurdan û KurdIstanê bibe pêşeroja îmraliyê û rewşa tecrîdê bide nîşandan. Ger di gavavêtina kurdan de hêzeke mezin derbikeve ew ê bandoreke erenî li ser tecrîdê jî bike, pê ve giredayî daxwaza azadiya fîzîkî a Abdullah Ocelan çiqas mezin û berfireh bibe wê ewqas bandor li gelan û mirovan bike. Di asta çandî, hûnerî, zanistî û akademiyan de gelek berfireh pêngav belavbû ew bû sedema keyfxwaşiyê. Di hemû aliyan ve divê em vê zextê û daxwazê berfirehtir bikin wê bizanibin ku daxwaz û hêza heyî derbikeve holê, ji hemû aliyan ve bandoreke mezin bike. Helwesta ku niha derdikeve hemleya komkirina Îmzeyan, nameyên ku ji CPT re tên şandin, û nameyên ku ji Abdullah Ocelan re diçin daxwaznameyên ku Dewleta tirkiyê û wezareta edaletê re diçin ew kare hundir û derve xebatên ku tên meşandin pir balkêşên. Li Bakurê Kurdistanê jî gelek xebatên cûda tên meşandin, meşa gemlîkê a meşa azadiyê, kampanyayên îmzeya û saziyên sivîl bi siyasetên cûda cûda daxwaznameyan ji raya giştîre parvekirin. Niha jî li ser fikren Rêber Apo rojên xwendina paraznameyan cûda cûda çêdibin. Lê belê pewîste mezintir û berfirehtir bibe ji bo ku bandoreke din raste rast lê bike, ew jî li ser rexistinbûyîn û fêmkirina me ya li ser azadiya Abdullah Ocelan e. Ev berpirsiyarî li ser milê me hemûyane.






