Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Helebceyê bi hunera xwe çanda Kurdî diparêzin

05/06/2024
in Uncategorized
A A
Jinên Helebceyê bi hunera xwe çanda Kurdî diparêzin
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên Helebceyî di hemû waran de xwedî jêhatin û kedeke mezin in. Her wiha bi hunera xwe ya dest re hewl didin nasnameya xwe ya Kurdewarî û jinbûna xwe biparêzin û nîşanî civaka xwe bidin.

Huner amûreke piralî û bibandor e ku bi rêya wê şoreşeke civakî û rewşenbîrî tê meşandin. Her wiha ji bo parastin û zindî kirina nasnameya neteweyî jî rêyek serekeye. Jinên ciwan ên ji vê reng û kêrhatina xwe ya hunerî bi tablo û wêneyên xwe nîşanî civakê dikin. Bi vê yekê jî çand û hunera Kurdewarî diparêzin û baldikişînin li ser rewş û hêza jinê.

Di vê çarçoveyê de li parêzgehên Herêma Kurdistanê ji bo pêşandan û nîşandana hêz û kêrhatinên jinan festîvalên cuda cuda têne lidarxistin. Yek ji wan parêzgehan jî ku di vî warî de bi tecrûbeye parêzgeha Helebceyê ye. Jinên Helebceyê yên ku di van festîval û pêşengehan de cih girtîn gotin ku; sozyar Mehmûd yek ji jinên hunermend ên Helebceyê ye. Sozyar peymangeha hunerên ciwan qedandiye û ev 10 salin bi vê karê ve mijûle. Wek Sozyar bi xwe dibêje dema ku wêneyên xwe xêz dike, bi yekkirina wan bi xwezayê re behsa rola jinan û bedewî û nazikiya wan dike.

Sozyar Mehmûd wiha axaftina xwe domand: “Jin bi xêzkirina wêneyan dikarin civaka xwe pêş bixin. Dema mêvan di pêşangehan de tabloyan dibînin, dizanin ku jinên Kurd di warê wênesaziyê û hunerê de çiqasî pêşketî ne. Di warê hunera wênesaziyê de gelek jinên jêhatî hene, lê dabînkirina derfet û qadên guncaw kêmin. Her wiha pêşengehên ji bo jinan tên lidarxistin jî kêmin.”

Hunermendek din ya Helebceyê Pruşe Heyder ku ew jî ev 5 salin bi xêzkirina wêne û tabloyan ve mijûle, li ser heman mijarê axivî û wiha got: “Bi rêya tabloyên xwe yên hunerî, me kariye ku beşek biçûk jî be çanda xwe biparêzin. Bi nîşandana cil û bergên Kurdewarî çanda netewa xwe diparêzin.”

Pruşe jî balkişand li ser bêderfetiyên ku di warê nîşandana hunerê de li pêşiya jinan hene û wiha axivî: “Tevî ku jinên Helebceyê xwedî jêhatî û kêrhatinin, lê derfet kêmin ku bikarin jêhatin û hêza xwe nîşan bidin. Jin beşeke girîng a civakê pêktînin û divê her tim rola wan were nirxandin. Di heman demê de jin dikarin bi hunerên xwe bedewiyê belav bikin. Armanca me ew e ku em bedewiya civakê nîşan bidin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lihevkirinên Şam-Moskovayê: Pergala kevn tê nûkirin û Sûrî ji mafên xwe bê par dimînin

07/06/2026
Golikê beş!
Serbest

Demokrasî dermanê her tiştî ye!

07/06/2026
Xwedîkirina ruhê şoreşê
QUNCIK NIVÎS

Ji hestê ber bi çalakiyê ve

07/06/2026
Kurdan bi rêya amûrên xwe yên muzîkê çanda xwe parastine
ÇAND Û HUNER

Kurdan bi rêya amûrên xwe yên muzîkê çanda xwe parastine

07/06/2026
Zêdebûna buhayê veguhestinê barekî din li ser welatiyên Sûriyê zêde kiriye
Aborî û ekolojî

Zêdebûna buhayê veguhestinê barekî din li ser welatiyên Sûriyê zêde kiriye

07/06/2026
Bazara Goşt û Sebezeyan li Tirbespiyê… 80’ê sal ji bîrdank û bazirganiyê
Aborî û ekolojî

Bazara Goşt û Sebezeyan li Tirbespiyê… 80’ê sal ji bîrdank û bazirganiyê

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.