Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêjîma Îranê, rejîmeke qirker e

04/06/2024
in Uncategorized
A A
Rêjîma Îranê, rejîmeke qirker e
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Dayikên Gerîlayên Azadiyê yên bajarê Qamişlo diyar kirin ku Hêzên Parastina Gel HPG’ê rûmeta gelê kurd û tevahiya gelên azadîxwaz diparêze, herwiha dayikan destîşan kirin ku rêjîma Îranê wekî tevahiya dagirkerên Kurdistanê ji bo qirkirina gelê kurd siysetên xwe dide meşandin û ciwanên kurd daerve dike.

Hêzên desthilatdar yên ku Kurdistan dagir kirine, bi 10`ê salan e li dijî jin û ciwanên kurd siyasetên qirkirin, pişaftin û tunekirinê didin meşandin. Yek ji van hêzan jî rejîma Îranê ye. Rejîma Îranê bi 10`ê salan hewl dide kurdan qir bike, lewra rêbazên cûda yên        qirkirinê li ser ciwanan dide meşandin. Herwiha ev rêjîm bi hincetên derew bi 100`an ciwanên kurd darvekirine û heta niha jî biryarên darvekirinê di derheqê ciwanê kurd de, dide.

Darvekirin rêbazê qirkirinê ye

Siyaseta qirkirina gelê kurd ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve ne siyaseteke nû ye. Ji ber ku ev siyaseta li serdemên desthilatdariya Qacariyan, Sasaniyan, Madan, Eşkaniyan û Riza Xan de jî hebûye û niha jî Komara Îslamî wê siyasetê berdewam dike. Herwiha di van salên dawî de li Îranê darvekirin bûye karê rojane ya rejîma Îranê û darvekirina ciwanan bê navber didome.

Biryara darvekirina şervanekî HPG`ê

Di 15`ê Adara 2022`yan de cezayê darvekirinê li şervanê HPG`ê Ehdem Ozdemîr hatibû birîn û îsal ev biryar hat erêkirin.  Cezayê darvekirinê ku ji aliyê dadgerê Îranê ve li gerîlayê HPG`ê Edhem Ozdemîr hatî birîn, ji aliyê dadgeha bilind ve hate erêkirin.

Rêjîma Îranê piştî 33 mehên ji girtina Rêgeş, ew derxist Dadgeha Şoreşê ya li bajarê Xoyê. Piştî darizandineke kurt, di 15`ê Adara 2022`yan de cezayê darvekirinê lê hate birîn. Gerîlayê HPG`ê di girtîgeha Urmiyê de girtî ye û dadgehê biryara darvekirinê ya li wî hatibû birîn hat erê kirin. Şervan Rêgeş (Edhem Ozdemîr) sala 1977`an li bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Sala 2014`an tevlî HPG`ê bûye û 23`yê Gulana 2019`an di şerê li gel Pasdarên Îranê yê li herêma Berde Sebê ya Qeleniyê de dîl hatiye girtin. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di 2023`yan de, Îran di rêza 5`an a ku herî zêde mirovan darve dikin.

Derbarê biryara darvekirina şervanê HPG`ê Rêgeş ya ji aliyê Rejîma Îranê ve, dayikên Gerîlayên Azadiyê yên bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.

‘Rêgeş ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşiya’

Dayika Gêrîlaya bi navê Serhildan Jan, Leyla Keleş  ku ji bajarê Qamişlo ye diyar kir ku keça wê ji bo parastin û azadkirina Kurdistanê ji dijmin û xayinan niha li çiyayê Kurdistanê têdikoşe û wiha got: “Ji dema ku Kurdistan hate parçekirin, dagirkerên wê dixwazin gelê kurd qir bikin, li aliyekî dewleta Tirk û li aliyê din jî rejîma Îranê ye. Rejîma Îranê rojane di derheqê ciwanên kurd de, biryarên darvekirinê derdixe. Niha jî di derheqê şervanê HPG`ê Rêgeş de biryar darvekirinê hate erêkirin. Rêgeş ji bo azadiya gelê Kurd berxwedanî dida meşandin, lewra daxwaza me ew e ku rejîma Îranê ji aliyê dewletên navnetewî bê lêpirsînkirin.”

‘HPG`ê rûmeta gel diparêze’

Di heman mijarê de dayika Gerîlayê Şehîd Salih Şêxmûs, Wedha Hesen biryara rejîma Îranê ya darvekirina şervanê HPG`ê şermezar kir û wiha got: “Gerîlayên Azadiyê yên mîna Rêgeş her dem wê serkeftin bar wan be, tu carî hêzên desthilatdar nikarin hêz û vîna wan bişkînin. Bi hatina Rêber Apo çavên me li cîhanê hat vekirin û hêz me hat avakirin, yek ji wan hêzên ku ji bo rûmetê bûne canfîda şervanên HPG`ê ne. “

Post Views: 96
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.