Rojnameya Ronahî

Divê jin hîn bêhtir xwe biparêzin

Navenda Nûçeyan

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta li ser mijarên; çima jin û gerîla, jin çima tevlî gerîla bû, çima jin û şer, çima jin û artêş rawestiya û ev nirxandin kir:”Rahiştina çekê ya jineke Kurd a ciwan nîşan dide ku bi armanca xwe ya azadiyê re dilsoz e. Jin bi eşq û têkoşîna ji bona azadiyê tevlî dibe.

Rastiya jinê divê di tevgera azadiyê û gerîla de bê nirxandin.

Em di dîroka jinê de jî di rastiya Rêbertî de jî şîrove dikin. Di nava tevgera me de em dikarin jinê bi nêzîkatiya Rêber Apo, bi pêwendiya gerîlayên Kurdistanê pênase bikin. Ji destpêka têkoşîna azadiyê ve jin tevlî karên stratejîk bûn. Rêber Apo jin bi vî rengî tevlî têkoşîna azadiyê kir. Jin tevlî damezrandina partiyê bû. Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn jin di nava çar dîwaran de hatiye asêkirin. Pîvanên koletî û feodal li ser malbatê û jinê gelekî bi tundî hatin bicihanîn. Hikumdarî, dîktatorî, sîstemên xwe li ser koletiya jinê ava kirin. Bêguman encamên vê li Kurdistanê hîn bêhtir giran bû. Ya rast derketina serê çiyê ya jinê ya li hemberî van hemûyan, mezinahiya armanca wê nîşan dide. Derketina destpêkê ya jinê tevlîbûna jinê li nava refên têkoşîna azadiyê ye. Ne tenê ji bo şerkirinê derket serê çiyê. Ji bo hesab ji her beşê bipirse, ji bo azadiyê rahişt çekê.

Jinan xwe spartin hêza Rêber APO

Eger jin xwe bi rengekî xweser bi rêxistin neke, artêşa xwe ava neke wê di nava sîstema heyî de bibe alîkar, mêvan. Ev yek jî wê li pêşiya serkeftina armanca têkoşîna azadiyê ya jinê bibe asteng. Tevlîbûna jinê li nava refên gerîla hêsan nebû. Fermandarên gerîla destpêkê weke xwişkên xwe, weke biraziyên xwe nêzî jinan dibûn. Jin biçûk didîtin, li eniyên pişt dihiştin. Lê belê nêzîkatiya Rêbertî ya li gerîla û jinê ev nêzîkatiyên şaş hemû sererast kir. Jin jî bi vî rengî sererast bû. Jinan di nava gerîla de pişta xwe spartin hêza Rêbertî. Rêber Apo bi nirxandinên xwe tevkariyeke mezin kir. Mîsyoneke mezin da jinê. Di nava partiyê de kir ku jin xwe bi rengekî xweser bi rêxistin bike. Xweparastina jinê, parastina civakê gelekî girîng e. Em gerîlatiyê û artêşbûna jinê ne tenê weke parastineke fîzîkî dibînin. Têkoşîna avakirina kesayeta azad û jiyana azad e. Bêguman her zindî xwedî sîstemeke xweparastinê ye. Di nava civakê de jî yên ku herî zêde pêwîstiya xwe bi xweparastinê heye jin in.

Divê jin biherikin nava YJA Starê

Li dijî têkoşîna me ya azadiya jinê êrişên bîrdozî gelekî zêde ne. Kampanyayên reşkirinê têne meşandin. Dixwazin vê hêzê bi rê û rêbazekê tine bikin. Ji ber vê jî dibêjin ‘Ne dema gerîlatiyê ye’. Her wiha hêza gerîlatiyê û teknolojiyê didin ber hev. Li bajarên Kurdistanê, li bajarên Tirkiyeyê her roj kontra êrişî jinan dikin. Mejiyê AKP’ê gelek caran got, ‘Li şûna ku biçe çiyê bila fûhûşê bike’, ku bi vî rengî mejiyê xwe nîşan dide. Di rewşeke bi vî rengî de em nikarin bibêjin ku dema xweparastinê derbas bûye. Lewma divê jin ên ciwan hîn bêhtir tevlî nava refên YJA Starê bibin. Divê em nirxandina ‘Yên ku ji me hez dikin bila berê xwe bidin çiyê’ ya Rêber Apo ji xwe re bikin esas. Divê jin hîn bêhtir tevlî nava refên gerîla bibin.”