Rojnameya Ronahî

‘Çeteyên bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ sîxurên dijminin’

Amara Baran/ Qamişlo

PDK’ê ya ku bi awayekî aktîf destekê dide êrişên dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava, planeke qirêj a nû li hewldanên xwe yên rewa kirina dagirkeriyê zêde kiriye. PDK’ê di çarçoveya senaryoyeke nû de bi fermana MÎT’ê şandina hêzên xwe yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di bin navê welatiyên Başûr û ala Iraqê de, didomîne.

Pêşmergeyên Roj kî ne?

Çeteyên bi navê Pêşmergên Roj ji 3 tugayan pêk tê û perwerdeyên leşkerî wergirtine. Tugaya yekemîn li ser hemû cureyên çekan û şerên cûda hatine perwerdekirin û ev tugaya ku ji aliye Hemîd Riyad Selahedîn ve tê birêvebirin, yek ji komên girîng di nava Pêşmergeyên Roj de ye. Tugaya duyemîn û ya sêyemîn ji sedî 93 kesên girêdayî Partî Demokratî Kurdistan li Sûriyeyê (PDK-S) digire nava xwe û piraniya wan temen mezin in. Her tugayek ji wan hezar û 250 endaman pêk tê, ango giştî hejmara wan derdora 3 hezar û 750 leşker e û di nava wan de nêzî 200 endamên pêşmerge yên ji Başûrê Kurdistanê jî cîh digrin.

Tevî  hişyariyên pêşengên Tevgera Azadiya Civaka Kurd û tevahiya gelê Kurd, careke din hate îspatkirin ku PDK’ê ya ku her cure derfetên îstîxbaratî, lojîstîk, ewlekarî, stargeh û veguhestinê dide dewleta Tirk a dagirker rasterast bi vê planê tevlî şer dibe. Ji ber ku dewleta Tirk di çarçoveya plana navborî de hêzên di bin nav û ala Iraqê de şandiye hin cihên zehmet ku nikare bikeviyê, ji aliyê gelê herêmê bi taybet Amediye û Bradostê ve bû sedema bertekên mezin.

Fermandarê berê yê, ‘Pêşmergeyên Roj’ Hemîd Riyad Selehedîn, derbarê vê koma pêşmergeyên Roj de ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze dijî gerîlayên Azadiya Kurdistanê bide şerkirin ji rojnameya me re axivî.

PDK’e ji bo ku hebûna xwe mayînde bike nasnameyên sexte çêdike

Hemîd Riyad da xûyakirin ku PDK’ê  ji bo pêngava yekemîn a peymanan ket nava tevgerê, ji bo mayîndekirina hebûna xwe ya li derdora Qadên Parastina Medyayê hewil dide ji çeteyên Roj ên hêzên paramîlîter nasnameyên sexte yên Iraqî wekî malbatên Iraqî nîşan bidin derxist.  Pêngava duyemîn jî ew e ku lîsteya çeteyên Roj ên ku nasnameyên sexte ji wan re hatine derxistin, wê ji aliyê PDK’ê ve bi hikûmeta Iraqê re were parvekirin û ji wan re were ragihandin ku dikarin di xeta sînorê Iraq-Tirkiye de (Herêmên Parastina Medyayê) cih bigirin.

‘Zarokên Rojava di temenekî  biçûk de tevlî pêşmergê Roj bûn’

Hemîd Riyad da zanîn ku gelek ciwanên di sala 2012′ an de ji Rojava derbasê Başûrê Kurdistanê bûbûn temenê wan 15,16,17 û 18 salî bûn û wiha domand: “Berpirsiyarê hêzên leşkerî Lîwa Ezîz Weysî daxwaz ji van ciwanan kir ji bo ku neçin Awropa û hêzekî bi navê Pêşmergê Roj ava bikin, dema ku hêza yek çêbû ez cîgirê hêza yekbûm. Di nav perwerdeyên wê demê de perwerdeyên sîyasî tunebûn tenê 45 rojan perwerdeya leşkerî li ser bingehê ku li bajaran çawa şer were kirin dihat dayîn. Piştre jî pêşmergê Gulan û Xinis hatin damezrandin. Bi damezrandina hêza sêyemîn îstîxbarata Tirk ew kire di bin kontrola xwe de û Xwarin û çekên teqemenî ji aliyê MÎT  a tirk ve dihat, wê demê hate naskirin ku ev hêz ji bo berjewendiyên MÎT a tirk têne amedekirin û perwerdekirin.”

‘SADAT li Duhokê Çeteyan perwerde dike’

Hamîd bibîrxist ku kampaniyaya SADAT a ku çeteyan perwerde dike û dişîne gelek welatan, ji sala 2018’an û vir ve komek ji 20 endamên pispor ên di warê ewlekariyê de hatine Başûrê Kurdistanê û li herêma Xensê ya Duhokê çeteyên Roj perwerde dike û wiha domand: “Dîsa bi berfirehî hate nîqaşkirin ku peywira sereke ya SADAT’ê avakirina komên çete yên ji bo dagirkirina cihên ji derveyî Tirkiyeyê û perwerdekirina partî, rêxistin û alîgirên dewleta Tirk a dagirker e. Têkiliyên SADAT’ê yên bi MÎT’ê re bi rêya Gulnur Aybat ku yek ji şêwirmendên Recep Tayyîp Erdogan e û bi nêzîkbûna xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî re tê naskirin, pêk tê. Çeteyên ku berê beşdarî êrîşên li dijî Şengal, Rojavayê Kurdistanê û Lîbyayê bibûn, niha bi hêzên Zêrevan û Gulan re şandine Herêmên Parastinê yên Medyayê.”

Tu hêz nikare berxwedana gerîla bibin bixe

Hemîd Riyad di dewamiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek kes bi navê parezgehên sînor têne perwerdekirin, herwiha 450 ciwanên ji şengelê jî li  Dohokê têne perwerdekirin ku tevlê artêşa dewleta Tirk bibin. Dewleta Tirk herçiqas eskeran perwerde bike jî nikare hêza gerîla bin bixe, min bi xwe berxwedaniya ku gerîla dide meşandin dît li hemberî çetetyên peşmergeyên Roj, dewleta Tirk bi hemû çeken nuklerî her roj erîş dibe ser qadên gerîla da ku îradeya wan bin bixe. Dewleta tirk û mala Barzanî ji bo ku fikir û felsefya Rêber Apo ji holê rabikin di nav civaka kurd de fitneyan çêdikin.”

‘Li çiyayê Kurdistanê pêşmergê Gulan û Roj sîxortiyê dikin’

Hemîd dîyarkir ku dewleta tirk ji bo ku hêzên gerîla li çiyayê Kurdistanê tune bike  ji hêzên cur be cur sîxora avadike û wiha got: “Pêşmergê Roj û gulan li çiyayê Kurdistanê ji bo ku lojîstîk û çûyîn û hatina gerîla tespit bikin ji dewleta re sîxortiyê dikin. Her wiha bi cerdevanan re di nav tekîliyê de ne noqteyên stratejîk û noqteyên hevalan tespit dikin û teslîmê cerdevana dikin. Komên Pêşmergeyên Roj alîkariya xwe ji Tirkiyeyê û bi koordîneya bi rayedarên başûrê Kurdistanê re werdigirin “Gelek aliyan serdana navendên Pêşmergeyên Roj dikir, Tirkiyeyê jî aşkere serdana van koman dikir û gelek efserên Tirk beşdarî perwerdeyên endamên Pêşmergeyên Roj dibûn. Rayedarên Başûr jî îdia dikirin ku ev efser girêdayî Koalîsyona Navneteweyî ne. Ez piştrast dikim ku tu girêdana van efseran bi koalîsyonê re tune bû. Alîkariya ku ji me re dihat de gelekî mezin bû û Başûr nikare vê alîkariyê pêşkêş bike. Aliyê ku fînanseya me dikir nedihat nasîn. Li gorî nêrîna me, min û hevalên xwe piştrast kir ku ev alîkarî ji Tirkiyeyê tê.”

ENKS’ê Rêveberiya Xweser û QSD’ê reş dike

Hemîd Riyad anî ziman “Pêştê min siyaseta PDK’ ê naskir Me biryar da ku em vegerin welat û nav gelê xwe Ji ber ku min zêde israr kir werim  Rojava, ez û 60 endamên din xistin girtîgehê 4 mehan di girtîgehê de man. Şerekî taybet li dijî QSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hebû. Ji pêşmegeriyan re digotin, ‘heke hûn vegerin dê we bikujin’. Lê belê dema ez hatim tiştek wisa nebû, bi awayekî baş hatim pêşwazîkirin.”

Dewleta Tirk piştê hilbijartinê  Bakûrê Kurdistanê tengav bû

 Hemîd îşaret pê kir ku” piştê hilbijartinê 30 nîsanê ku li bakurê kurdîstanê hatbûn çekirin  hîşt ku dewleta tirk a dagirker tengav bibe, û wiha anî ziman” di newroza 2024’an de dema ku Dewleta Tirk yekbûyîna gelan dît ev jî hişt ku Erdoxan bikeve nav liv û tevgerê . Cara yekemin bu kul i peytexta tirkan de weneyên Rêber Abdullah Ocelan hatin rakirin û bi şîarên ” berxwedan jîyane û bêjî Serok Apo” berzkirin. Ev jî hişt ku Erdoxan bi rêka mala barzanî xwest erîşên qadên parastina gel bike. Hewilda ku biçe serokê Amerîka Baydin re hevdîtin bike lê Baydin ev hevdîtina Erdoxan redkir. Ev planê xwe yên qirêj li başurê kurdîstanê dixwaze pek bîne rûxmê hemû nerazîbûnê xelkê duhok û Bexdayê jî êala barzanî di nav hevkariyekî qirej dane.

Hemîd Riyad di dawiya axaftina xwe bang li hemû endamên Pêşmergeyên Roj kir ku neyine leyîstokê  Dewleta Tirk û nebin hevkar û vegerin warên xwe û beşdarî parastina axa xwe bibin û li dijî komên terorîst ku hewl didin destkeftiyên gel têk bibin, li ber xwe bidin.