Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di ser revandina Silêman Ehmed re 221 roj derbas bûn

01/06/2024
in NÛÇE
A A
Di ser revandina Silêman Ehmed re 221 roj derbas bûn
Share on FacebookShare on Twitter

Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, piştî 211 rojan agahî jê hat girtin. Parêzeran di 22’yê Gulanê de karîn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 221 rojin ji aliyê PDK’ê ve tê girtin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa ROJnews’ê  Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel de bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 221 rojin ji aliyê PDK’ê ve tê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Herî dawî di bin zextên sivîl yên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navnetewî de, roja 22’yê Gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Dihokê hevdîtinê pê re bikin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Beşdar Hesen di derbarê hevdîtina li gel Silêman wiha got: “Em bi Silêman Ehmed re li odeyekê rûniştin. Di hevdîtinê de Silêman Ehmed spasiya hemû kesên ku ji bo wî hewl dane kir û silavek taybet ji hemû xebatkarên Ajansa Rojnewsê re şand. Her wiha Silêman Ehmed spasiya hemû rêxistin, sendîka, rojnamevan û welatparêzan kir ku hewl dane wî azad bikin. Em gelek keyfxweşin ku me rewşa tenduristiya wî baş dît, tenê daxwaza wî ew bû ku heta serbest bê berdan zextên heyî berdewam bike.”

Parêzer Beşdar Hesen tekez kir ku niha li gor madeya 1 a yasaya jimare 21 ya sala 2003 ya Parlamentoya Kurdistanê, ku girêdayî ‘têkdana ewlekariya netewî’ ye, zêdetir ji 7 mehane ji aliyê dadwer ve tê ragirtin û got; “Lê belê heta niha tu tomet li ser wî nehatine tesbîtkirin. Me parêznameya wî wergirt û piştre serdana dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Duhokê kir û got deriyê me ji we re wek parêzer vekirî ye.”

Her wiha Parêzer Beşdar Hesen got; “Emê di demên pêş de ji bo ku doza wî bibin dadgehê xebatên xwe zêdetir bikin û ji xelkê re ragihînin ku çi rojek Silêman Ehmed bê dadgehkirin wê bê berdan. Em geşbînîn ku bi kêfxweşî mizgîniya berdana wî didin. Bi gotina wî, heta niha bi tiştên tê tometbarkirin nehatiye ispatkirin û di dema lêpirsînê de derketiye holê ku bi awayekî fermî çûye Rojavayê Kurdistanê û vegeriyaye û xwediyê destûra rûniştinê ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.