Rojnameya Ronahî

Navenda Nûçeyan

Li dijî Îradeya gelan êrişên dagirkeriya Tirk berdewam in

Bi armanca hedefgirtina îradya gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên dagirkeriya Tirk dewam dikin, di êrişên herî dawiyê de yên li ser Kantona Cizîrê jin, zarok û Ekîpên Destwerdana Lezgîn yên Heyva Sor a Kurd jî  hatin hedefgirtin. Li hemberî van êrişan, herwiha li hemberî  bêhelwestbûna navneteweyî, hevgirtin û girêdana gelên herêmê bi Rêveberiya Xweser û projeya Neteweya Demokratîk ve her ku diçe xurtir dibe.

Di 31’ê Gulanê de dewleta Tir a dagirker bi balafirên bêmirov  gundên Henwa û Selmase yên girêdayî bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê bombebaran kirin. Dema ku şênî ji bo rakirina birîndaran berî dan cihê bûyerê dewleta Tirk a dagirker careke din êrişek hewayî pêk anî. Di êrişê de jin û zarok jî di nav de 11 welatî birîndar bûn.  Ji birîndarên êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundewarê Til Hemîsê navên 9 birîndaran hatin zanîn. Piraniya birîndaran ji malbata Mûsa ye , welatiyn birîndar li nexweşxaneyên bajarê Qamişlo  tên dermankirin. Navên 9 birîndaran hatin zanîn jî wiha ne : Mûsa Mûsa (60), Emîra  El Mûsa (40), Nuha Mûsa, (20)Meryem Dawûd Mehmûd (52), Hanî Yasîn Mûsa (30), Leys Îbrahîm Mûsa (17), Mihemed Mûsa (11), Ezedîn Silêman Mûsa (30) û Qeys Mûsa (17).

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê jî bi daxuyaniyekê ragehand ku di encama êrişên ser gundên Henwa û Selmase yên girêdayî bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê de 4 şervanên wan şehîd bûn.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker îro Înê di saetên piştî nîvro û yên ber êvarî de bi balafirên bê mirov ên bi çek 8 caran êrişî nuqteyên hêzên me, mal û erebeyên sivîlan kirin. Di encama êrişan şehîd û birîndar çêbûn. Dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov a bi çek li herêma Til Hemîsê nuqteyek hêzên me û li derdora bajarê Qamişloyê nuqteya Hêzên Erka Xweparastinê bombebaran kirin. Artêşa dagirker li Qamişlo du caran malên sivîlan û 3 caran erebeyên sivîlan bombebaran kirin. Di encamê de 11 sivîl birîndar bûn. Dewleta Tirk  bi balafireke bê mirov a bi çek erebeya ambulansê ya ku hewl dide şehîd û birîndaran rake jî kir hedef. Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de 4 şervanên me gihaştin asta şehadetê û 11 sivîl birîndar bûn.”

‘Em bang rêxistinên navneteweyî dikin ku li hemberî  êrişên dagirkeriya Tirk rabin’

Têkldarî êrişî Heyva Sor a Kurd  bi daxuyaniyekê  ragehandin ku ekîpeke wê dema hewl dide xwe bighîne birîndarên êrişên balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker, hat hedefkirin.

Heyva Sor a Kurd di daxuyaniya xwe de wiha got: “Balafirên dewleta Tirk a dagirker, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek dever bombebaran kirin. Ekîpên destwerdana lezgîn a Heyva Sor a Kurd ji bo rakirin û dermankrina birîndaran û qurbaniyên êrişê  destwerdan kirin. Dema ku ekîpên me yên tenduristiyê ekra xwe bi cih dianî û hewl da xwe bighîne birîndaran, balafira Tirk wê li herêma Amûdê  nêzî gundê Hatimiyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de erebeya ambulansê bi temamî ji xizmetê derket. Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk erebeyên ambulansê yên di warê mirovî de dixebitin û nîşaneyên zelal ên xaç û Heyva Sor li ser in, dike hedef. Wekî rêxistineke mirovî ku li bakurê Sûriyeyê dixebite, bêyî garantiya parastineke têrek ji bo ekîpên me, em nikarin erka xwe ya mirovî pêk bînin. Li ser vê yekê em bang li rêxistinên tevkar û yên navneteweyî dikin ku li hemberî êrişên dewleta Tirka  dagirker ku aşkera xebatkarên qada mirov û xizmetuzariyê li bakurê Sûriyeyê dike armanc, rabin.”

 ‘Li dijî êrişan hevgertina xwe xurtir bikin’

Di heman çarçoveyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tûndî şermezar kir û bang li gelê herêmê kir ku hevgirtina xwe li dijî êrişên dagirkeriyê bihêztir bikin.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ku ev êriş sûcekî din e û berdewama siyaseta qirkirin û dorpêça li ser herêmê ye. Di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdên êrişa dewleta Tirk re hat xwestin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re hat xwestin.